Komkujiya El-Şiêtat bi sedan jinebî û sêwî li dû xwe hişt

Di sala 2014’an de di navbera eşîra El-Şiêtat û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî ku 15 rojan dom kir qewimî û di encamê 1200 ji eşîra El-Şiêtat hatin qetilkirin.

ZEYNEB XILÊF

Dêrezor - Beriya 8 salan çeteyên DAIŞ’ê komkujiyek li dijî endamên eşîra El-Şiêtat pêk anîbû û 1200 kes ji wan qetil kiribûn. Heşt sal bi ser rûdana komkujiya herî hovane ya ku di dîrokê de ji aliyê êlên Ereb ve li Sûriyê tê zanîn, di 8'ê Tebaxa 2014'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve dest pê kir û 8 rojan berdewam kir re derbas bû, eşîra El-Şiêtat hewl da rûbirûyê DAIŞê bibe, lê hewldanên wan bê encam bûn û piştre DAIŞ'ê dorpêç li ser herêmên wan feriz kir û dest bi kampanyayên qetilkirin û serjêkirinê kir ku 6 mehan dom kir. Çeteyan zarok, jin û kesên temen mezin qetil kirin, nêzî 12 hezar mal wêran kirin û şewitandin, nêzî 1000 kesên din revandin û yên mayî jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê koçber kirin. Tevî derbasbûna 8 salan bi ser komkujiyê re, hîn jî bandora komkujiyê, dîmenên wêrankirina malan, şewitandina zeviyan û bi komî îdamkirina sivîlan di mejiyê her kesê ku ev komkujî jiyaye de ye.

"Me tola şehîdên xwe û hemû kesên ku ji kiryarên van terorîstan êşiyane hilanî"

Yek ji jinên bajarokê El-Şiêtat ku şahida wê komkujiyê bû Xada Adil têkildarî komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî wan pêk anî axivî û wiha got: "Dema ku DAIŞ’ê yek ji endamên eşîra El-Şiêtat ji bajarokê Ebû Hemam di mala wî de kuşt, xelkên herêmê pir hêrs bûn, lê piştî ku çeteyan mêrekî din ji eşîra me kuştin û ew serjêkirin komkujî dest pê kir. El-Şiêtat li hember van her du tawanan bê deng neman û me red kir ku çete bikevine herêmên me, lewma DAIŞ’ê fetwayek der barê kuştina hemû endamên eşîra El-Şiêtat de derxist û di encamê de zêdetirî 1200 kes ji endamên eşîra me qetilkirin. Yên ku herî zêde di komkujiyê de hatin qetilkirin mêr bûn, lê bandora wê li ser jin û zarokan jî mezin bû, ji ber ku gelek jinebî û zarokên sêwî li dû xwe hişt. Gelek endamên eşîra El-Şiêtat heya niha jî çarenûsa wan ne diyar e. Hin malbatan hemû zarokên xwe winda kirin. Di vê dîrokê de her sal em kur, hevjîn û birayên xwe yên di vê komkujiyê de hatin qetilkirin bibîr tînin. Hevjînê min û kurê min jî di vê komkujiyê de hatin qetilkirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk çeteyên DAIŞ’ê têk birin. Me tola şehîdên xwe û hemû kesên ku ji kiryarên van terorîstan êşiyane hilanî."

Piştî rizgarkirina herêmê, "Weqfa Malbatên Komkujiya El-Şiêtat" hat avakirin, ku ji bo piştgirîkirina malbatên qurbaniyan kar dike.