Klûba Rojê rewşa jinên temen mezin li Xeza ronî dike

Klûba Rojê jinên temen mezin beşdarî civakan dike û ji bo jiyaneke bi rûmet di bin şert û mercên aboriya dijwara de alîkariya jinnên temen mezin dike.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Endamên Klûba Rojê ya Xezayê ku cihê jinên temen mezin e, diyarkirin ku divê kar ji bo jinên temen mezin were û pêdivî û daxwazên wan ronî bikin û bejdarî civakê bikin û rewşa wan aborî pêşbixin.

Klûba rojê jinên temen mezin digre nav xwe û di navde hemû qadên jiyanî hene, rewşa wan pêşdixe û ji bo di aliyê rewşa aborî xirab de xwe têrbikin û mafên wan ê ku bi deh salane ji destê wan hatiye derxistin ji nûve bejdarî civakê dikin.

Koordînatora projeyên klûba rojê li komeleya temen mezinan de di xebite Nadia El-Haşîm wiha got: “Komele di sala 1980î de hatiye avakirin, niha xizmetguzariyan ji jinên temen mezin re pêşkêş dike û ji gelek aliyan ve tên perwerdekirin weke xwendin, karên destan û neqişandinê fêr dikin. Jin her roj tên komeleyê bi jinên din re didin û distînin û bi rêya wan axaftinan rewşa wan a derûnî baştir dibe û bejdarî civaka naxweyî dibin. Ji ber ku komele tekane cihê jinên temen mezin e ku pêdiviyên wan di hemû aliyan de tê bicih anîn.”

‘Li gorî temenê wan çalakî tên derxistin’

Klûba rojê mala duyem a jinên temen mezin e, heftane sê rojan bi serpereştiya bijîşkan li gor makenîzma û stratejiyên diyar çalakî pêktînin. Wek çalakiyên fêrbûna xwendin û nivîsandin ji bo jinên şansê wan nebûn fêrî xwendinê bibin ku piraniya wan nizanin bixwînin û binivîsin. Ev perwerde jiyana wan hêsantir dike. Nadia El-Haşim der barê vê mijarê de wiha dibêje: “Beşek mezin ji wan jinan êdî dizanin bixwînin, binivîsin û rojname, kovaran dixwînin û nûçeyan dişopînin. Li gel perwerdeyên dirûnî û neqişandin, li gorî temenê wan ji bo enerjiya xwe nû bikin çalakiyên rewşenbîrtî tevî alavên werzîşê tê dayîn. Me hewilda derfetên wêne xêzkirinê ji wan re peyda bikin daku afrîneriyên xwe derbixin. Me bernameyên xurtkirina aborî xistin nava çalakiyên klûbê pêkanîn. Hinek ji wan jinan dirûtinê û neqişandinê dizanin û hinek din di karê destan de pêşketî ne, em jî ji bo dahatê misoger bikin berhemên wan di pêşengehan de nîşan didin û difroşin. Fikira avakirina çavkaniya dahatekê ji wan re dabin kir û niha bi hezkirin û vîn kar dikin, piraniya sifata rêveberiya klûbê ji jinên temen mezin pêktê.”

‘Ji ber bihaya dermanan rewşa wan a tendûristî xirabtir dibe’

Nadia El-Haşim di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Nebaşbûna rewşên aborî li Şerîda Xezayê ji bo bazara kirîn û firotina wan berheman zehmet kiriye. Tevî enerjiya wan posîtîve jî astengiyên wan jinan dîtir jî hene lê ji ber kiriya çûn û hatinê zêdebûne, ji ber rewşa xwe aboriya nebaş nikarin bên serdana komeleyê bikin. Rewşa wan ya tendrûstî xirabe û nikarin dermanên xwe yê pêwîst jî bikirin bi taybet piştî ku bihayê dermanan giran bû jî gelekî xirabtir bûye. Plana staratejîk ya bê jî berferehkirina çarçoveya bernameyan û çalakiyane ji bo ew jin gaveke mezintir ber bi civakê ve bavêjin. Ez hêvî dikim jinên temen mezin xwe pêşbixin û ji bo bandoreke erênî li ser malbat û derdora xwe bikin rewşên xwe ên civakî, çandî û tendrûstî xurt bikin.”

‘Gelek jinên ku hêj tîpan jî nizanin hene’

Mamosta Yusra Matar der barê klûbê de axivî û  got: “Ji ber kevneşopiyên ji dehan salan heta îro jinên temen mezin bi navê ku ew tiştekê nizanin di malê de li ser textekî dirêjkirî dimînin û wisa piraniya jinan ji mafên xwe yê xwendin û kar bêparman dimin. Gelek jinên ku hêj tîpan jî nizanin hene. Aktîvbûna jinên temen mezin bi çalakiyên klûba rojê re têkiliyên wan civakî bi jinên weke wan re xurtir kir û êdî dixwazin ji malê derkevin hevdû bibînin, bidin û bistînin û li gel pêşxistina karînên xwe û ji nû tevlî warên civakî dibin.”   

Ev 10 salîn li komeleyê cih digre

Jina bi navê Fayza Ebo Sîdo ya 67 salî wiha dibêje: “Piştî ku ez li mal bêzar bûm hemû rojên min weke hevdu bûn, ev 10 salin tevlî komeleyê bûme. Ez fêrî neqişandin û dirûnê bûm û niha jinên wekî xwe perwerde dikim. Min bi vî awayî karî dahateke baş ji xwe re peyda bikim.”

‘Ez li gorî daxwazên muşteriyên xwe kar dikim’

Fayza Ebo Sîdo der barê tevlîbûna komeleyê ya pêşengehan de jî wiha axivî: “Niha muşteriyên min hene, ez li gorî daxwazên wan kar dikim. Piştî ku pisporiya min di komeleyê de çêbû û ez bûm perwerdekar, jiyana min ji kokê ve hate guhertin. Piraniya jinên temen mezin di zarokatiya xwe de mafên xwe winda kirine, tevlîbûna wan a nava vê komeleyê derfeteke nû ye ji bo wan.”