Jinên Til Temirê bi nîşana serkeftinê soza têkoşînê didin

Jinên ji navçeya Til Temirê nêrînên xwe der barê êrîşan de anîn ziman û bi nîşana serkeftinê soza girêdana bi axa xwe re teqez kirin, gotin ew ê heya dawî li dijî dagirkeriyê parastina axa xwe bikin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Dewleta tirk a dagirker ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 19'ê Mijdarê de êrîşên hewayî yên berfireh da destpêkirin, bi dehan bajar û gund bombebaran kir û di ecnama wê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Dewleta tirk a dagirker duh gundê Uca yê başûrê navçeyê, gundê Gozeliyê, Til El-Leben û Til Tewîl a Aşûrî ku rojavayî navçeyê dikevin bombebaran kirin. Di encamê de gelek kes birîndar bûn. Li dijî hemû çekên dewleta tirk a dagirker niha sivîl li ber xwe didin. Jinên Taxa Hemra a navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrînên xwe anîn ziman.

 ‘Ev der mal û axa me ye’

Cemîla Hatim destnîşan dike ku ewê heya dawiyê li dijî êrişan li ber xwe bidin û wiha dibêje; "Dewleta tirk a dagirker çima êrîşî me dike, çi dixwaze? Me êrîşî wan û sînorê wan nekiriye. Ma ew qebûl dike, em êrîşî sînor û bajar û gundên wî bikin, an jî malbatekê bi darê zorê bidin koçberkirin? Koçkirina sivîlan ji malên wan bi xwe sû ce û bêedaletî ye. Heya ku yek ji me bimîne em ê li vir, li ser axa xwe bin. Ger hemû jî ji malbatê bimrin tenê yek bimîne, em ê dîsa bibêjin ev der mal û axa me ye."

"Ji bo parastina axa xwe heya dawî em ê şer bikin"

Cemîla Hatim got ku ewê ji bo parastina ax û rûmetê heya dawî têbikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî; "Em bi şevê taxên xwe diparêzin, em hemû jî bi can û bi xwîna xwe fedayî vê axê ne. Em bimrin jî ji axa xwe dernakevin. Em ê hemû jî şer bikin û têkoşîna xwe ji bo parastina ax û rûmeta xwe heya dawî bidin meşandin. Em vê dagirkeriyê û tundiya li dijî xwe qebûl nakin û bila dagirker nefikirin ku em dest ji axa xwe berdin û ji wan re bihêlin."

‘Dewleta tirk hêzeke dagirkerî talan û wêraniyê ye’

Ebta Nasir a ku ji gundê Erîşa yê dagirkirî koçber bûye û li gundê Hemra dijî wiha dibêje: "Dewleta tirk û çeteyên wî bi darê zorê min ji mala min dan koçberkirin. 4 sal in em koçber bûne. Em her roj dua dikin ku dagirkerên tirk ji axa me derkevin. Di her nimêjê de em vî duayî dikin. Êdî em dixwazin vegerin ser axa xwe, ma ev rewş e ku em tê de dijîn. Dewleta tirk û çeteyên wê malên me wêran kirin, xira kirin û her tişt dizîn. Em tiştekî ji derveyî axa xwe naxwazin."

"Heya ku gundê me ji çete û dagirkeran rizgar nebe ez ji vir naçim"

Ebta Nasir got ku ew ê gav paş de navêjin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bingeha pirsgirêkan in di welatê me de, em dixwazin ji vir derkevin û hebûna wan nayê qebûlkirin. Tundiya ku niha li me dibe di hemû waran de sedema wê dewleta tirk e. Em ê li vir bimînin heya ku gundên me ji çete û dagikeran rizgar bibe."