Jinên penaber ên Idlibê ji ber kêmbûna avê zehmetiyan dikêşin

Jinên koçber ên li Idlibê ji ber kêmbûna avê rastî gelekî zehmetiyan tên, ger av peyda jî bibe ava ne paqij e û dibe sedema gelek nexweşiyan.

 

LÎNA EL-XETÎB

Idlib - Jinên koçber ên li Idlibê ji ber nebûna dezgehên tenduristiyê û xizmetguzariyên bingehîn û zehmetiyên mezin di peydakirina ava vexwarinê ya paqij de ji ber nebûna toreyên avê yên ku xizmeta kampan dikin, rastî gelek zehmetiyan tên. Ger av peyda dibe jî ava ne paqij e ji ber wê dibe sedema belavbûna nexweşiyan di nava koçberên kampê de. Ji ber vê yekê koçber neçar dimînin ku avê bikirin.

"Em ji ber qutbûna kerabê zehmetiyan dikêşin”

Sena El-Besas a 34 salî diyar kir ku ew bi alîkariya keça xwe avê bi pedonên plastîk dikşînin bin konê xwe û wiha got: "Jiyana me pir zehmet e. Divê em rojane 300 lître av ji depoya hewşa kampê bi pedonên plastîk bînin bin konê xwe û ev yek pir zehmet e. Em ne tenê ji kêmbûna avê zehmetiyan dikşînin ji ber qutbûna elatrîkê jî êşê dikşînin."

"Ji ber kêmbûna avê di heftiyê de tenê rojekê serê zarokên xwe dişom"

Ebsiya El-Elûş a 45 salî anî ziman ku ew rojane 3 bermîl av dikirin û wiha pê de çû: "Rêxistina ku bi avê piştgirîya kampê dike, vê dawîyê mîqdara terxankirî kêm kir, di demekê de ku herêm rastî bilindbûneke berçav a germahiyê tê. Hevjînê min rojane avê dikire. Ava ku em dikirin bi zor têra karanîna rojane dike. Ji ber kêmbûna avê min di hefteyê de rojek ji bo serşûştina zarokên xwe, rojek jî ji bo paqijkirina kon û cilşûştinê veqetand.”

"Ez ji ber ava ne paqij a li kampê nexweş ketim"

Fatima El-Qedûr a 29 salî eşkere kir ku ava ne paqij bû sedema nexweşiya wê û wiha anî ziman: "Ji ber ava ku em di hundirê kampê de vedixwin ez nexweş ketim. Doktor ji min re got ku divê ez ava şûşeyan vexwim, lê ji ber buhabûna wê nikarim bikirim. Zarokên min jî ji ber ava ne paqij a li kampê nexweş ketin."

"Peydakirina ava paqij mafekî bingehîn ê mirovan e"

Hemşîre Meryem Elûş a 31 salî da zanîn ku ava ne paqij a li kampan dibe sedema belavbûna nexweşiyan di nava koçberan de û wiha axivî: "Peydakirina ava paqij mafekî bingehîn ê mirovan e. Rêxistinên mirovahî divê rojane ava paqij ji bo kampan peyda bikin, bi armanca kêmkirina belavbûna nexweşiyan û başkirina şert û mercên jiyanê bi giştî."

Li gorî Tîma "Koordînatorên Bersivdana Sûriyê", ji sedî 85 ji tevahiya koçberên li kampên ne fermî li Idlibê rastî zehmetiyan di peydakirina pêdiviyên xwe yên rojane yên ava paqij de tên. Rêjeya kampên birêkûpêk ên ku tûşî kêmbûna avê dibin digihêje ji sedî 55.

Tîmê bang li rêxistinên mirovî yên ku li Idlibê kar dikin kir ku ji bo peydakirina ava vexwarinê ya paqij ji bo koçberan bixebitin.