Jinên li Idlibê rastî tundiyê tên, li ku ne?

Şert û mercên civakî, urf û edet, her carê xwe li ser jinên Idlibê ferz dike û ev yek diyardeyên cidî bi xwe re tîne, ya herî diyar jî zêdebûna windabûna jinan e. Gelek jinên ciwan serê xwe hildidin û diçin, malbat tu agahî ji wan nagirin.

HEDÎL OMER

Idlib - Ji ber zextên malbatî, derûnî û civakî gelek jin neçar dimînin ku birevin û ji rastiya xwe ya dijwar dûr bikevin xwe ji civakê derdora xwe dûr bixin.

Di destpêka Mijdara 2022’an de jina koçber Rudeyna Elêq a 32 salî ku li bajarê Idlibê dima, ji ber pirsgirêkên malbatî û zextên berdewam ên malbata xwe ku jê dixwestin dest ji du zarokên xwe berde û careke din bizewice bi du zarokên xwe re reviya.

Bi zarokên xwe re serê xwe hilda û çû

Hevala Rudeyna Elêq, Dua El-Sexir a 28 salî diyar kir ku haya wê ji niyeta Rudeyna Elêq a revê hebûye û wiha pê de çû: “Rudeyna neçar ma ku vê biryarê bide ji bo her du zarokên xwe ji sêwîbûnê biparêze. Muameleya xerab a ku di van demên dawî de Rudeyna ji birayên xwe didît hişt ku ew serî li riyek wiha bide.”

‘Ez nizanim keça min li ku ye’

Di destpêka îsal de, Raîda Keyalî ya 29 salî ku ji bajarê Dêr Hesan e, di encama nakokiyên zewacê û zextên derûnî û civakî de mala xwe terikand û ber bi cihekî nediyar ve reviya.

Dayika Raîda Keyalî, Xedîl El-Hesen a 48 salî eşker kir ku hemû hewldanên wan ên ji bo dîtina cihê keça wê bi ser neketine û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ji bo dîtina keça xwe me serî li nexweşxane, navendên polîs û dadgehan da her wiha li medyaya dîjîtal jî em lê geriyan lê me ew nedît. Keça min ji aliyê mêrê ku pê re zewicîbû ve rastî tundiyê dihat. Bavê wê biryara wê ya hevberdanê qebûl nekir, ji ber vê yekê keça min winda bû. Ez pir xemgîn im ji ber ku tiştekî der barê keça xwe de nizanim.”

‘Ji ber ku xwestin wê bi darê zorê bizewicînin reviya’

Zehra Ebd El-Qadir a 19 salî ku li kampên bajarokê Atmeh li Idlibê dima, dê û bavê xwestin wê bi pismamê xwe re bizewicînin lê du roj beriya dawetê reviya û çû.

Fatima El-Rehmûn a 25 salî ku yek ji xizmên Zehra Ebd El-Qadir e destnîşan kir ku Zehra her dem ji aliyê malbata xwe ve rastî lêdan û şîdetê dihat û wiha axivî: “Malbata wê dixwestin ku wê bi darê zorê bi pismamê wê re bizewicînin, ji ber vê yekê ew beriya daweta xwe bi du rojan reviya. Niha jî birayên wê dibêjin ger wê bibînin dê wê qetil bikin.”

‘Ji ber mercên xirab jin serî li riyek wiha didin’

Rabia El-Xetîb a 35 salî ya ji bo jinan dixebite, di wê baweriyê de ye ku windabûn û reva jinan ji şert û mercên jiyanê û rewşa derûnî ne, serdestiya civakeke paşverû ya li ser jinan nîşan dide û wiha anî ziman: “Sedemên zêdebûna vê diyardeyê ji ber nakokiyên malbatî û zewacê ne ku dibin sedema zextên derûnî. Şert û mercên zehmet ên jiyanê û aborî dihêlin ku jin vê biryarê bidin. Nebûna mafên jinan di dadgehan de û paşverûtiya civaka xwecihî, sedema bingehîn a piraniya kêşe û diyardeyên ku li ser jinan li Idlibê rû didin e. Bi awayekî rast aktîfkirina navendên hêza jinan û saziyên piştgirî û parêzvaniya jinan dê van diyardeyan pir kêm bikin.”