‘Ji bo têkoşîna li dijî tundiyê divê em hewldan û amûran bikin yek’

Seroka Saziya Parêzerên Jin ên Misirê Hîba Adil diyar kir ku ji bo rûbirûbûna tundiyê divê ew hewldan û amûran bikin yek.

ASMAA FATHI

Qahîre - Çalakiyên kampanyaya 16 rojan a li dijî tundiyê didome. Di vê dawiyê de li Misirê gelek bûyerên ku tê de jinên bê sûc hatin qetilkirin pêk hatin. Ji bo naskirina agahiyên zêdetir li ser amûrên saziyên jinan di rûbirûbûna dozên tundiyê de, ajansa me bi seroka Saziya Parêzerên Jin ên Misirê  Hîba Adil re hevdîtinek pêk anî.

Salek xebata li ser şîdeta li ser jinan derbas bû, bi dosyayan tijî bû, di wê heyamê de we di vê dosyayê de çi bi dest xist?

Bûyerên tundiyê bandor li karê gel kir û tevahiya civakê hejand. Tişta ku em hers kirin ew e ku civak ji bo sûcdar ji cezayê xelas bike gelek hincetan derdixe û jinan sûcdar dikin. Ji ber ve yekê me kampanyayek ku bi hişyariya yasayî ve girêdayî bû da destpêkirin. Beriya wê jî me kampaniya “Dengê xwe bidin parêzerên jin” ku di vê salê de ji bo Kampanyaya "Deng bidin Parêzerên Jin ên Profesyonel" hat pêşxistin dabû destpêkirin. Amadekariyên kongeransa sêyemîn a sala 2023’an jî tê kirin.

Derbarê karê Yekîneya Piştgiriya Yasayî de, dozên gihîştine wê li gorî sala borî du qat zêde bûne, ku ev yek nîşana alozbûna rewşê ye, bi taybetî di warê dosyaya tundiyê û tundiya dijîtal de. Saziyê kargehek ji bo hînkirina nivîsandina senaryoyê li dar xist û gelek şanoyên li ser tundiya dijîtal amade kir. Li ser pêşniyara guhertina qanûna sinetkirinê xebat hat kirin. Li ser bûyerên sinet û lêkolînên erdnîgarî yên vê dawiyê hatine weşandin şîroveyek hevbeş wê bê weşandin.

Saziya Parêzerên Jin ên Misirê ji bo têkilî bi kampanyaya 16 rojan re çi bike, dê çi çalakiyan li dar bixe?

Me daxuyaniyeke vekirinê da û me giranî da ser hevkariya bi saziyan re û însiyatîfên ciwanan. Ev bûyer dê bi gelek çalakiyan were pîrozkirin, di nav de hînkirina xêzkirinê ji zarokan re, pêşxistina jêhatîbûna wan a ji bo îfadekirina xwe û perwerdekirina wan li ser mafên wan û qanûnên ku vê yekê mîsoger dikin, ligel awayên eşkerekirina tiştên ku bi serê wan de tê.

Heta niha ti qanûnek ku zewaca di temenê biçûk de sûcdar bike tune ye û me di heyama salekê de li ser vê mijarê xebitî û şanoyek înteraktîf amade kir. Me biryar da ku di 8’ê Kanûna pêş de rojek vekirî li ser zewaca di temenê biçûk de li dar bixin. Her wiha em ê komcivînekê jî li dar bixin ku wê hin parlementer, pispor û hin malbat jî beşdar bibin. Wê çend çalakiyên din jî bên lidarxistin ku beşek ji wan bi pêngava bihêzkirina jinan ve girêdayî ye û di wê çalakiyê de dê jin berhemên xwe yên destan nîşan bidin.

Tevî hebûna cebilxaneyek yasayan jî piraniya wan li ser erdê nayên sepandin, li gorî we sedemên çalaknekirina wan çi ne?

Di navbera qanûnên heyî û rewşa wan a niha ya li ser erdê de cûdahiyek berfireh heye û gelek sedemên vê yekê hene. Li gel her bûyerek bi êş, bangek ji bo derxistina qanûnek an zêdekirina ceza tê kirin. Misogerkirina bidestxistina dadweriya bilez yek ji girîngtirîn aliyên ku divê di dema amadekirina yasayan de li ber çavan bê girtin e. Her wiha pêdivî bi beşên pispor hene. Meseleya lihevhatina di navbera kiryar û ceza de pêwîst e. Divê pêdaçûneke qanûnî hebe da ku di navbera qanûnan de nakokiyek çênebe.

Lêkolîna nifûsê ya vê dawiyê derbarê pêşeroja mijara sinetkirinê de gelek kes bêhêvî kirin, nirxandina we li ser rastiya wê û mekanîzmayên rûbirûbûna wê çi ye?

Lêkolîna nifûsê ya vê dawiyê şok bû ji ber ku di heyama berê de propagandayeke din hebû ku rêjeya sinetkirina jinan kêm bûye, lê ev yek ne rast bû. Hin tişt hene ku hîn jî divê bêne sererast kirin. Dem hatiye ku mijar bi duristî bên ravekirin, ji ber ku sinet sûcek e.

Bi dîtina we rêjeya bilind a tundiya li ser jinan encama kêmasiya civaka sivîl, bi taybetî saziyên jinan e?

Rêxistinên femînîst serbixwe ne, her yek bi alav û rêbaza xwe ya çalakiyê heye. Rêxistinên femînîst nikarin pêşveçûna lêpirsînan bişopînin an jî mexdûran di dadgehan de temsîl bikin, ji ber ku ew sazî, sendîka an komele bi fermî hatine qeyd kirin. Heger ne ji deng, civîn û xebata bêwestan a van saziyan bûya, wê di Qanûna Cezayê de sûcê bi navê tacîz çênebûya. Em nikarin rola saziyên jinan li ser erdê û bandora wan a rast biçûk binirxînin, ya ku ew dikin bi giranî ji ber baweriya wan bi pirsgirêkan û rola wan a di alîkariya civakê de ye, ne erk û rênimaya ti kesî ye.

Saziya Parêzerên Jin ên Misirê ji bo piştgirî û hevkarîkirina însiyatîfên ciwanan xebitî, plana we ya çalakiyê di sala bê de çi ye?

Me ji bo Înîsiyatîfa Sened a ji bo Piştgiriya Yasayî li Qahîre û Weqfa Sebiya li Îsmaîliyê atolyeyên avakirina kapasîteyê pêk anîn. Di hin hevkarî, bûyer û çalakiyên curbecur de însiyatîfên ciwan hîn jî bi me re amade ne. Înîsiyatîfên din ên ji dilê parêzerên jin ên Misrî hene ku li zêdetirî parêzgehekê hatine damezrandin. Di seranserê heyama berê de, me armanc kir ku em serokatiyek rastîn ji komên nûjen ên ku xwediyê şiyana plansazkirin û pêkanîna li ser erdê bin çêbikin. Di sala pêş de di dosyaya jinên pispor de xebat û hevkariyek heye.