“Ji ber ku Kurd in û jin in tên qetilkirin”

Ji ber aqilê mêrsalar û dewletê li Kurdistanê li dijî jinan kiryarên xirab tên kirin û di encamê de gelek jinên weke Jîna Emînî dibin qurbanî. Jinên penaber ên ji Rojhilatê Kurdistanê dibêjin divê bi riya bîrdozî û jineolojiyê xwe perwerde bikin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Piştî ku Jîna Mehsa Emînî di roja 15’ê Îlonê de ji aliyê polîsên exlaq ên rejîma Îranê ve li Tahranê bi hinceta hicabê baş girê nedaye hat girtin û ji ber lêdan û îşkenceyê piştî ku rakirin nexweşxaneyê, di roja 17’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da bertek zêde bûn. Girtina Jîna û tundîtûjî, lêdan û qetilkirina wê bû sedema dengvedanek li Tahran û Rojhilatê Kurdistanê û li cîhanê ev kiryara rejîma Îranê bû sedema bertekan. Ji ber wê yekê gelek çalakiyên şermezarkirinê der barê kuştina jinan de, laçika bi zorê û nixumandina dewletê hatin lidarxistin.

Penaberên ji Rojhilatê Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê dijîn bê helwest neman û ji ber wê yekê gelek daxuyanî dan. Ronahî Sine û Sirwe Rojhilatî der barê kuştina jinan de bi taybetî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî de ji ajansa me re axivîn.

“Sedema kuştina Jîna ne ji ber hicabê bû ji ber Kurdbûna wê bû”

Penabera ji Rojhilatê Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê dijî Ronak Sine der barê tundîtûjiya li hemberî tevahî jinên Kurd û Jîna Emînî de wiha got: “Em hemû dizanin dewleta Îsalamî ya Îranê çawa nêzî jinan dibe û çawa Îşkence li jinên Kurd dike heta ku jiyana xwe ji dest didin. Ji ber ku jin her dem pêşengên şoreş û azadiyê ne, ji ber wê bi vî awayî nêzî jinan dibin. Desthilatdariya Îranê her dem hewl dide jinan bêdeng bike û neçarî xwekuştinê bike. Dema ku jinek Kurd ji bo geştiyariyê diçe welatek rêgirî û îşkence lê tê kirin sedemên wê jî ji ber Kurd e. Kuştina jinên Kurd ji bo bêhêzkirin û bêîradekirina gelê Kurd e, dixwazin bibêjin ku ji bo Kurdan li Îranê azadî tune ye. Ev yek ne tenê li Rojhilat li hemû beşên welat û cihê ku Kurd lê dijîn heye tundîtûjî li hemberî jinên Kurd tê kirin. Tenê li Rojavayê Kurdistanê ne wisa ye ji ber ku berxwedanî û xwerêveberiya jinan heye û vê yekê wisa kiriye ku tundîtûjî û kuştina jinan kêm bibe. Ji ber ger jin û dayik azad bin, civak jî wê azad bibe. Ji ber wê divê jin her dem xwe bi rêxistin bikin û li hemberî tundîtûjî û kuştina jinan bisekinin û êdî dagirkeriya li ser jinan qebûl nekin.”

“Sîstema mêrsalarî û dewletî li Îranê li ser jinan hikum dike”

Penaber û çalakvana Rojhilat a li Başûrê Kurdistanê Sirwe Rojhilatî der barê kuştina jinan û qetilkirina Jîna Emînî de wiha got: “Bêcudahiya ayinî û çandî dema Kurd bin û jin bin tundîtûjî li hember wan tê kirin û tên qetilkirin. Ew sîstema qirker a ku li ser jinan tê meşandin divê ji holê were rakirin û bi aqilê jinan û sîstema wan were birêvebirin. Ji ber ku her dem hewl dane jinan dagir bikin û bêdeng bikin. Ji ber aqilê mêrsalarî û dewletê her dem tundîtûjî li hemberî jinan dikin, ji ber wê divê jin her dem xwedî helwest bin, xwe perwerde bikin û êdî li hemberî aqilê mêrasalariyê bêdeng nebin. Ji ber bi azadbûna jin û berxwedana jinan, wê civak azad bibe, ji bo vê yekê jî em dikarin bi riya bîrdozî û jineolojiyê ber bi hêz û îradeya xwe ve biçin.”