Ji Şaredariya Gel a Til Temirê re perwerdeya destwerdana lezgîn

Bi armanca danasîna destwerdana lezgîn ji endamên Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê re, bijîşkê Nexweşxaneya Şehît Lêgerîn Ibrahîm Mehmûd perwerde da.

Hesekê - Piştî ragihandina rewşa awarte ji aliyê Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li hember êrîşeke nû ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve, sazî û dezgehên rêveberiyê li ser hemû astan amadekariyan dikin. Di warê tenduristiyê de jî bijîşk endam û rêveberên sazî û dezgehên rêveberiya xweser li navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê - Bakur û Rojhilatê Sûriyê perwerdeyê dibînin.

Bi pêşengtiya Nexweşxaneya Şehît Lêgerîn bijîşk Îbirahîm Mehmûd perwerdeya destwerdana lezgîn da endamên Şaredariya Gel. Di perwerdeyê de bal li ser hat kişand ku çawa kesek birîndar bibe birîna wî girê bidin da ku xwînê bidin sekinandin, germahiya laş, tansiyon û hilavêja dil bigrin û qiyas bike. Di perwerdeyê gelek agahiyên bisûd hatin dayin.

"Ger kesek birîndar bibe, em ê bizanibin çawa wan derman bikin û destgirêdayî nemînin"

Têkildarî vê mijarê jî Cîgera Hevserokên Şaredariya Gel Nadiya Xerîb axivî û wiha got: "Em di rewşeke şer de dijîn, ji ber wê jî perwerdeyên wiha ji bo me girîng in. Perwerdeya me ya îro ya destwerdana lezgîn li ser çawa dermankirina birîndaran, qiyaskirina germahiyê û gelek agahiyên din hebûn me jê sûd wergirt. Ger tiştek biqawime, da ku em jî amade bin. Ger kesek birîndar bû em çawa wê/î derman bikin heya ku bighînin nexweşxane ango noqteyeke tenduristiyê. Sivîl û saziyên xizmetguzariyê hema bêje her roj rastî êrîşên dewleta tirk a dagirker tên. Tiştên ku niha em dibin, em ê di demê pêş de li ser kesê birîndar pêk bînin. Lê berî wê jî em bi xwe li ser hevdû diceribînin."

"Li dijî êrîşan û şaneyên razayî em ê dewreyên bikaranîna çekan jî bibînin"

Nadiya Xerîb derbarê perwerdeyên din de jî ev tişt anî ziman: "Da ku em jî li dijî êrîşên dagirkeran û şaneyên razayî xwe, rêheval û gelê xwe biparêzin pêwîstiya me bi fêrbûna çekê heye. Ji lewra rojên pêş de em ê dewreya bikaranîna çekê jî bibin. Li hember êrîşan em ê ber xwe bidin, li vir bimînin û vê axê terik nekin û koçber nebin. Divê ku raya giştî wiha bêdeng nemîne li hember êrîşên dagirkeran li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Divê ev êrîşên Erdogan rojane li ser herêmên me were sekinandin."