Hişmendiya baviksalarî sedema zêdebûna tundiyê ye

Femînîstên li Tûnisê diyar kirin ku bilindbûna rêjeyê tundiyê bi zihniyeta baviksalarî ve girêdayî ye û dan zanîn ku di hêla jinan de nebûna xwedî aboriyek serbixe nahêle ku jin ji pergala tundiyê rizgar bibin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis - Tûnis jî wek hemû welatên cîhanê, bi armanca kêmkirina tundiya li ser jinan û hişyarkirina metirsiya wê ya li ser hevgirtina civakê, beşdarî kampanya navneteweyî ya 16 rojan a têkoşîna li dijî her cure tundiya li ser jinan dibe.

Qanûn tundiyê kêm nekir

Çalakvana femînîst Meryam El-Hemamî derbarê tundiya li ser jinan û zîhniyeta baviksalarî de wiha anî ziman: “Şîdeta li ser jinan bi gelek awayan tê dabeşkirin, tundiya aborî, zayendî, civakî û derûnî. Jina Tûnisî bi saya têkoşîna xwe ya ji serdema serxwebûnê ve gelek yasa bi dest xist, lê heya niha ew yasa tiştek ji bo jinan nekirine, bi taybetî qanûna jimare 58 a sala 2017’an ku rêjeya tundiya li ser jinan kêm nekir. Bêdengiya jinan û bêcesaretbûna wan a ji bo şikandina tabûyên ku civakên baviksalarî li ser hatine avakirin, encama çanda reaksiyonê ya berbelav e. Divê jin li dijî zîhniyeta tarî ya ku dibêje ku jina ku ji aliyê hevjîn an birayê xw ve rastî tundiyê were divê bêdeng bimîne têbikoşin.”

Şîdeta aborî

Meryem El-Hemamî da zanîn ku divê jin tundiya ku li wan tê kirin eşkere bikin û li hemberî tundiyê bêdeng nemînin û wiha pê de çû: “Şîdeta aborî ya ku li Tûnisê li jinan tê kirin, di serî de ji ber bêparkirina wan ji derfetên kar di bazara kar de diyar e. Nebûna hêza aborî ya jinan şîdetê herî giran e. Em wek jin baş dizanin ku hêz ji xebat û pereyan tê û ji ber vê jî bêparkirina me ji vî mafî me dixe rewşeke lawaz ku şidetek li ser me tê kirin. Em wek jin baş dizanin ku hêz ji xebat û pereyan tê û ji ber vê jî bêparkirina me ji vî mafî me dixe rewşeke lawaz ku şidet li ser me tê kirin. Jinên ku şîdetê şermezar dikin, redkirina xwe radigihînin û bi dengekî bilind li dijî vê diyardeyê têdikoşin, di warê aborî de jinên xwedî hêz û serbixwe ne.”

Rêjeya bilind a tundiyê

Meryem El-Hememî eşkere kir ku gelek caran şîdet bi rewşa aborî ya jinan ve girêdayî ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Civakîbûn tiştekî girîng e ji bo afirandina nifşek hevseng ku cudahiyan qebûl bike û bi mafên jinan bawer bike. Ne şerm e ku em mafên jinan bidin jinan, şerm e ku em mafên wan yekdestdar bikin û ji ber urf û edetên paşverû bindest bikin. Malbat dibistana yekem e, ji ber vê yekê erka me ye ku em zarokên xwe bidin zanîn ku zimanê diyalogê zimanê herî baş e û qebûlkirina yê din erkek mirovî ye.”

Femînîst û parêzvana mafên mirovan Besma El-Sûsî destnîşan kir ku rêjeya bilind a tundiyê encama bêhêvîbûn û lawazbûna hêza kirînê ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Dema ku mêr pêdiviyên bingehîn ên malbatê dabîn nakin, ev bêhêvî bandorê li jinan dike. Yên ku herî zêde ji hemû qeyranan bandor dibin jin in.”

Banga têkoşîna li dijî pergala baviksalarî

Pispora civaknasiyê Sebrîn Ecrûdî rêjeyên bilind ên tundiyê  bi hemû şêwazên wê yên li dijî jinan bi nerîna civakê ya li ser jinan ve girêdide û wiha axivî: “Têkoşîna li dijî tundiyê li Tûnisê ku gihiştiye asta kuştina jinan bi hemû awayên hovane, pêwîstî bi hewldanên hevgirtî yên her du aliyan heye. Zagonên heyî di kêmkirina diyardeya tundiyê de bi ser neketin. Perwerdeya civakî ya ku bi malbat û dibistanê dest pê dike di têkoşîna li dijî tundiyê û afirandina nifşekî ku vê diyardeyê red dike de roleke mezin dilîze. Dema ku keçek di rola guhdana daxwazên birayê xwe û karên malê de were mezin kirin, ev cureya herî xeternak a şîdetê ye. Ez bang li jinan dikim ku li dijî zihniyeta baviksalarî têbikoşin.”