Hemwelatî di warê temaşekirina dramayên tirkî de hişyar bûne

Li gorî salên borî temaşekirina dramayên Tirk kêm bûye, gelek hemwelatî di vê mijarê de hişyar in û dizanin bandorek neyênî li ser xweza û malbatan dike.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Ev çend sal in drama û fîlmên Tirkî li Başûrê Kurdistan û welatên Ereb belav bûye û li ser televîzyonan tên weşandin.

Li Başûrê Kurdistanê dema weşandina dramayên Tirkî li ser kanalên televîzyonan malbat û kesan neçarî temaşekirinê dikin, fîlm û dramayên li vê derê tên weşandin, nêzî siyaseta dewleta Tirk in, armanca wan ew e ku çanda Kurdî têk bibin û bixin bin bandora çanda dewleta Tirk.

Ji ber vê yekê gelek drama yek li pey yekê wergerî zimanê Kurdî dikin û bêyî ku guh bidin aliyên wê yên xirab û bandorên neyênî diweşînin. Ev çend sal in bi vî awayî weşandin berdewam dike, roj bi roj bandora dramyan zêdetir di nava malbat û civaka Kurd de derdikeve. Beşek ji hemwelatiyan bi temamî malbat û zarokên wan ketine bin bandorê. Li beramberî vê beşek din hişyar in û di malê de rê li ber temaşekirina dramayan digrin.

Serwerîbûna bandora xirab a dramayên Tirkî li ser civakê her çendî ku têbûnî radestî wezareta rewşenbîr û karûbarên civakî û aliyên pewendîdar hatiye kirin jî kanal weşandina dramayan berdewam dikin. Li hemberî vê beşek zêde ya hemwelatiyan ji bandorên neyênî yên dramayan hişyar bûne û dizanin ev drama ji bo têkdana civak, çand û malbatên Kurdî tên amadekirin û di nava malê de baykota temaşekirinê kirine. Jinên bajarê Silêmaniyê der barê hişyariya temeşekirina dramayên Tirkî de ji ajansa me re axivîn.

‘Tiştek ger sûda wê nebe çima em temaşe bikin’

Bihar Hemeseid ku xelkê bajarê Silêmaniyê ye destnîşan kir ku xelkê Başûrê Kurdistanê gelek temaşeyî dramayên Tirkî dikin û bêguman bandorek neyênê li ser kesên civakê çêdike û wiha got: “Ne girînge kîjan fîlm û drama li ser kanalê ye, ya girîng ew e ku berhemek baş be û hişyariyê belav bike lê belê berevajî dramayên tirkî mejiyê malbatê têk didin. Ji ber wê divê dayik û bav di temaşekirina dramayan de ji zarokên xwe agahdar bin. Bizanin ka çi tişt ji bo zarokên wan bi sûd e, niha hişyariyek zêdetir heye û kêmtir girîngî didin temaşekirina van cureyên dramayan.”

‘Ciwan der barê bandorên xirab ên dramayan de hişyar in’

Jina ciwan a bi navê Mehnaz Rehman bi bîr xist ku bi tu awayî girîngî nade temaşekirina dramayên Tirkî, ji ber bandorek xirab li ser civaka Kurd bi taybet li ser zarokan dikin û got: “Dîmenên wisa tê de ne, ne li gora zarokan e û tu sansorek li ser nîn e. Bi qasî ku girîngî didin dramayên Tirkî, bidin dramayên Kurdî wê gelek baştir be yan ji bernameyên zarokan ên bi sûd baştir e, di demên borî de xelk gelek temaşe dikin. Bêguman bandorek xirab li ser malbatên civaka Kurd dike lê belê niha kêmtir tê temaşekirin û hişyarî zêdetir bûye. Dayik û bav divê hîn zêdetir hişyar bin û pêşî ji xwe dest pê bikin, temaşe nekin, piştre jî zarok jî wê çav lê bikin û kêfa wan ji wan dramayan re neyê.”