Fermana ku li serê jinên Ezidî rabû û piştî wê - 2

Endama koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico li ser salvegera êrîşên bi armanca qirkirinê di sala 2014’an de gelê Êzidî çêbûn, tiştên ku hatin serê jinan bi daneyan vegot.

Endama koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico li ser salvegera êrîşên bi armanca qirkirinê di sala 2014’an de gelê Êzidî çêbûn, tiştên ku hatin serê jinan bi daneyan vegot. Di beşa yekemîn de em li ser fermanê, piştî wê cara yekem xebatên rêxistinbûnê û avakirina hêzên parastinê sekinîn. Di beşa duyemîn de jî em ê li ser meclisa yekem, tevgera jinan û pêşketinên di warê perwerde û dîplomasiyê de bisekinin.

SITÎ ROZ

Li çiyayên Şengalê yekemîn meclîsa jinan

Riham Hico bi gotinên; “Meclîsa yekemîn bi me re gelek heyecan çêkir” behsa rêwîtiya jinên Êzidî ya ji meclisa yekem ber bi tevgera jinan ve dike û dibêje: “Jinan hem di warê xweparastinê de xwe bi pêş xistin hem jî ji bo rêxistinbûnê ketin nava hewldanan û di sala 2015’an de meclisa yekemîn hat avakirin. Dema ku meclîsa jinan hat avakirin, Şengal di dorpêça DAIŞ’ê de bû. Tenê korîdora mirovî vekiribû. Ji ber êrîşên DAIŞ’ê korîdor car bi car dihat girtin. Li Serdeşta Şengalê ango li çiyayên wê, meclîsa jinan a ji 15 kesan pêk dihat hat avakirin. Dayikan vê mecîisê ava kirin. Dema ku meclîs hat avakirin, jinên Êzidî di rewşeke pir xirab de bûn. Ferman li ser wan rabûbû, bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn dîlgirtin, gelek ji wan hevjîn, zarok, dayik, bav, gund û malên xwe ji dest dabûn...

Yanî her kesê aliyek xwe winda kiribû û di nava êşan de bû. Meclîsa ku hatibû avakirin, destpêkê dest bi serdana malbatan kiribû û serpêhatiyên jinan guhdarî kiribû. Ji bo derûniya wan baş bibe, endamên meclisê bi wan re sohbet dikirin, civîn li dar dixistin, semîner didan, ji derve bijîjkan dianîn. Wê demê ne ji Iraqê, ne ji başûrê Kurdistanê ne jî ji derên din li ser navê tu saziyê nehatibû alîkariya wan û ji ber DAIŞ li Şengalê bû, ji wê derê dûr disekinîn. Endamên Meclîsa jinan hemû xetereyan digirtin ber çavên xwe ji bo piştgiriyê bidin jinan çi ji destên wan dihat dikirin.       

Wê demê li Şengalê hêzên parastinê HPG-YJA-Star-YBŞ-YJŞ’ê, meclîsa jinan û her wiha meclîsa xweser a di wê pêvajoyê de hatibû avakirin hebûn. Ji derveyê wan jî komên biçûk ên Êzidiyan di navbera xwe de ava kiribûn jî hebûn.

Meclîsên jinan dûre, li gundên Xanesor û Borikê jî hatin avakirin. Bêguman avakirina meclîsên jinan di wê pêvajoyê de hêsan nebû. Civakê, bi taybetî mêran nedixwest jin di rêveberî û meclîsan de cihê xwe bigrin û li dijî vê yekê derdiketin. Ji ber wê yekê tevgera jinan, di gavên ku ji bo pêşketinê li Şengalê diavêt de zehmetiyan dikişand. Pergala rêveberiya meclîsa xweser, li ser hevserokatiyê hat avakirin. Mêran qebûl nedikir ku jin bi wan re di asta wekhev de peywiran bigrin. Ji ber ku heta wê roja mêran bi serê xwe biryaran girtibûn, nedixwestin jin di mekanîzmayên biryarê de cih bigrin. Ev nêzîkatî, di hemû rêveberiyên herî jor û yên herî jêr de hebû. Li hemberî vê yekê meclîsa jinan têkoşîneke mezin meşand. Em bi wê têkoşînê bi pêş ketin û îro tevgera jinan pêşengî ji pergala Xweseriya Demokratîk a Şengalê re dike. Ev yek bi saya meclîsa yekem û destkeftiyên me pêk hat.  

Îlankirina Tevgera Azadiya Jinen Êzidî (TAJÊ)

Her ku şerê li dijî DAIŞ’ê mezin dibû, qadên azad zêdetir dibûn û me perçe bi perçe Şengalê ji DAIŞ’ê rizgar dikir. Vê rewşê qada xebatê ya jinan berfirehtir kir. Jin her ku fêrî rêbazên xwerêxistinkirinê dibûn, li her derê bi pêş diketin. Li pêşiya jinan gelek xebat hebûn, pirsgirêkên heyî û xebatên ku dihatin kirin zêde bûn, hêza meclîsê têrî wan nedikir ji ber wê yekê ber bi kongreyê ve çû. Meclîsa jinan, piştî kongreyê veguherî tevgera jinan. Di dîplomasî, perwerde, çand û hûner, aborî, parastin û gelek warên din de, xwe ji nû ve girt dest û naveroka bernameyê li gorî formata tevgera jinan hat sererastkirin. Siyaseta li Şengalê, awayê rêxistinkirinê, li gorî mercên heyî yên li wê derê diyar kir. Di sala 2016’an de Tevgera Azadiya Jinen Êzidi (TAJÊ) hat îlankirin. Li her gundî meclîsên girêdayî TAJÊ’ê hatin avakirin. Di havîna 2019’an de TAJÊ kongerya xwe ya duyemîn li dar xist. Di sala 2019’an de Şengal bi temamî ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin û bi hezaran malbat vegeriyan warên xwe. Piştî ku qad berfireh bû, pêdiviyên jinan jî zêde bûn û li ser van pêdiviyan ber bi kongreya duyemîn ve çûn. Bi îdiaya nûnertiya hemû jinan, bi biryarên mezin ber bi kongereya duyemîn ve gav hatin avêtin.   

“Pêdiviya jinên Ezidî ji nan û avê zêdetir bi perwerdeyê heye”

Jinên Êzidî di tevahiya jiyana xwe de ji hemû tiştan bêpar hatine hiştin. Mafên wan ên jiyanê, yên pêşketinê, di çarçoveya fermanên ku li ser wan pêk hatine de hatin xêzkirin û ev rewş heta fermana 74’an wiha domkir. Diviyabû ev çarenûsa ku jinan mehkûm dikir êdî biguheriya loma tevgera jinan ji bo jinan bi cewherê wan bide hesandin û wan bi pêş bixe ket nava hewldanên mezin. Niha berî her tiştî mijara perwerdeyê ya ji bo jinan pêdiviyek girîng e rojeva sereke ya tevgera jinan e. Armanca yekemîn a tevgera jinan ew e bi jinan û civakê bide hîskirin û bigihîjin wê zanînê ku pêdiviya jinan bi perwerdeyê heye. Ji bo jinên Êzidî, beriya nan û avê, pêdivî bi perwerdeyê heye. Ji bo jinan perwerde divê wekî bêhngirtinê girîng be. Her wiha em girîngî didin perwerdeya zarokan jî. Zarok pêşeroja me ne divê her kes ji bo perwerdeya zarokan hestiyar be. Wekî tevgera jinan, bi bexçeyên zarokan ên me vekirine re em bi perwerdeya zarokan re eleqedar dibin.

*Piştî fermanê dewreyên yekemîn ên perwerdeyê, yên bikarana çekan bûn

*Di bin banê meclîsan de her sal dewreyên perwerdeya vekirî hatin dayîn.

*Di sala 2016’an e akademiya Şehîd Binevş Egal hat vekirin û di perwerdeyên xwe de li ser pêşketina fikrî ya jinan rawestiya.

*Akademî ji roja vebûye ve heta niha 64 dewreyên perwerdeyê li dar xistiye.

Jinên Êzidî bi dîplomasiya xwe têkoşînê mezintir dikin.

Jinên Êzidî gelek tişt jiyan lê nikaribûn lê negotin, an nikaribûn bigotana yan jî derfeta gotinê nedîtin. Tevgera jinan, ji bo tiştên hatin serê jinên Êzidî bi herêmê û cîhanê bide zanîn, girîngî da xebatên dîplomasiyê. Tevgera jinan, bi komîteya dîplomasiyê dikare bigihîje hemû derên cîhanê, serpêhatiyên jinên Êzidî radigihîne û li çareseriyan digere. Bi taybetî em dixwazin bi jinên Iraqê re têkoşîna xwe bikin yek. Barê têkoşîna me pir giran e, em bi tenê nikarin vê hildin loma divê jinên cîhanê ji vê yekê re bibin hevpar û em bi hev re hildin.

Azadiya aborî ya jinên Êzidî

Jin di civakê de herî zêde di warê aborî de diçewisin. Çavên wan li destên bav, bira, hevjîn û hemû mêrên xizmên wan e. Piştî fermanê, têkoşîna jinan, di warê aborî de wan bi mêran re anî ba hev. Ger  mêr bikaribe debara malê bike, dê jin jî bike. Ji civak bibe xwedî vê ferasetê têkoşîn hat dayîn. Em îro gelek projeyên di warê aborî de piştgirî dikin û weke tevger, gelek projeyên aborî yên me dane pêşiya jinan hene. Di hedefa me de ji bo jinan komûnên aborî, atolye û her wiha ji bo civakîbûna wan, avakirina qadên xweser hene.”


         


        

Sibê: Fermana ku li serê jinên Ezidî rabû û piştî wê - 3