Fermana 74’an di sala xwe ya 8’emîn de ye: Hê jî agahî ji 2 hezar û 700 jinên Êzidî tune ye!

Parlamentera HDP’ê Feleknaz Uca têkildarî komkujiya li ser Şengalê ya ku 8 sal di ser re derbas bûn axivî û bal kişand ku hê jî tu agahî ji 2 hezar û 700 jinên Êzidî yên piştî komkujiyê dîl ketine, nehatiye girtin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Di ser komkujiya Şengalê ya ku DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêk anî û bi navê “Fermana 74’an” derbasî dîrokê bû re, 8 sal derbas bû. Piştî fermana ku wek qirkirin tê zanîn, bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin û bi hezaran jî hatin dîlgirtin. Piştî ku gel neçar ma ji Şengalê derkeve, ket ser riyên koçberiyê, hê jî bi hezaran jinên ku dîl hatine girtin tu agahî ji wan nayê girtin. Li Şengalê ku tevî  8 sal di ser re derbas bûne jî birînên ku wan rojan hatin jiyîn hê jî nehatine girtin, piştî fermanê yekane rojeva gel rêxistinbûn û parastin e.

Ji 2 hezar û 700 jinên êzidî agahî nayê girtin

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Uca diyar kir ku piştî fermana 74’an gelê Êzidî bi sirgûn, koçberî û zextan re rû bi rû maye û  da zanîn ku hê jî der barê 2 hezar û 700 jinên Êzidî yên hatin revandin û dîlgirtin de agahî nayê girtin. Feleknas Uca da zanîn ku li ber çavên cîhanê komkujiyek pêk hatiye, diyar kir ku divê ji bo jinên dîl hatine girtin zêdetir têkoşîn were dayîn.

“Xwestin vîna jinên azad tune bikin”

Feleknas Uca bal kişand ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de gelê Êzidî bi êşeke giran û bêderman re rûbirû maye, wiha got: “Li ber çavên cîhanê fermaneke din li serê gelê Êzidî rakirin. Em jê re dibêjin fermana 74’an. Li vir tenê nexwestin gelê Êzidî ji Şengalê derbixin an jî qirkirinê pêk bînin, xwestin di şexsê jinên Êzidî de vîna jinên azad tune bikin. Di dîrokê de li ber çavên hemû cîhanê, bi zorê çarşefên reş li jinan kirin, dest û lingên wan zincîr kirin û li bazara Mûsilê hatin firotin.”

“Divê gelê Êzidî li dijî êrîşan xwe bi rêxistin bike û biparêze”

Feleknas Uca, anî ziman ku tevî dema derbas bûye jî birînên li Şengalê baş nebûne û diyar kir ku bi hezaran Şengalî li cihên wekî Zaxo û Duhokê di konan de dijîn. Feleknas Uca diyar kir ku eziyetên weke sirgûn û koçberiyê di şexsê jinan de ji gelê Êzidî re tê jiyîn û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em li Bexdayê dibînin ku aloziyek mezin tê jiyîn, dîsa li Iraqê cihê aramî lê heye Şengal e. Dixwazin vê aramiyê jî xera bikin. Îro Bexda li ser piyan e û çareseriya van hemû pirsgirêkan jî xweserî ye. Xweseriya Şengalê jî ji bo hemû gelan mînak e. Em di êrîşên dawî de dibînin ku DAIŞ ji nû ve zindî dibe. Divê gelê Êzidî li dijî vê yekê xwe biparêze, ji bilî wan tu kes nikare gelê Êzidî biparêze. Niha li Bexdayê hemû kes li ser piyan in, hemû kes êrîşî hev dikin. Ger jin û mêrên Êzidî xwe neparêzin, li Şengalê parastinek ava nabe. Dewleta Tirk jî êrîşî Şengalê dike û dîsa bi biryarên hikûmeta navendî li dijî Şengalê provokasyon tên kirin. Ev hemû bi hev ve girêdayî ne û dixwazin vê konseptê jî berfireh bikin.”

“Rizgarî di xak û xweseriya Şengalê de ye”

Feleknas Uca destnîşan kir ku yekane rizgariya gelê Êzidî jiyana li ser axa pîr û kalan û xweseriya Şengalê ye, bang kir ku divê gel li dijî lîstikên li Şengalê meclisên xwe bi rêxistin bikin û parastina xwe xurt bikin. Feleknas Uca herî dawî li dijî êrîşan peyama têkoşînê da û wiha axivî: “Îro dixwazin malbatên Êzidî yên ji Şengalê hatine derxistin, bişînin Kanada û Awustralyayê û belav bikin. Ev ne rizgariya gelê Êzidî ye. Rizgariya gelê Êzidî li Şengalê li ser axa pîr û kalan e. Hê jî jinên Êzidî li Enqereyê tên dîtin. Emîrên DAIŞ’ê li Şengalê jinên Êzidî direvînin, malbat li Enqereyê digihîjin keçên xwe. Ew jin ji ku derê tên, ji sînoran çawa derbas dibin. Ger tu têkiliya dewletê bi van serokên DAIŞ’ê re tune be, ew çawa tên vir. Divê ev pirsgirêk hemû bên nîqaşkirin û nirxandin. Di vê çarçoveyê de hem ji bo gelê Şengalê hem jî ji bo xweseriya Şengalê divê bê dîtin ka çi hatiye serê 2 hezar û 700 jinên ku çarenûsa wan ne diyar e û têkoşîn bidome.”