Ewlekariya jiyana koçberên Idlibê tune ye

Ji bo jinên Idlibî yên ku di rewşek ne baş de li kampan jiyan dikin, tu ewlehiya jiyana wan nîne û tu derfetên wan yên wisa nîne ku pêwîstiyên xwe yên jiyanê bi awayek baş dabîn bikin.

HEDÎL EL-OMER

Idlib - Jinên Idlibê yên koçber ku di kampan de jiyan dikin tu ewlekariyek wan nîne, ji ber êriş û dagirkeriya dewleta tirk neçar mane ku ji bajar û gundên xwe koçber bibin. Li kampa ku bi cih bûne cihê tuwalet û serşoyên kêm û ji bo ji aliyê hêjmarek zêde mirovan tên bi karanîn, ev jî dibe sedem ku jinên di kampê de jiyan dikin bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin.

Saada Cemal ya 27 salî a ku ji cih û warê xwe koçber bûye û hewildanên wê yên adaptekirina qadên taybet yên weke serşok û tuwaletên hevbeş û ji ber hebûna hejmarek mezin ya mêrên bêkar ên ku li ber deriyê konên xwe rûdirûne û li yên din temaşe dikin weke şermekê dibîne. 

“Ji ber deng derbasî konên derdor dibin, em nikarin dengê xwe bilind bikin”

Saada Cemal da diyarkirin ku dema ku zaroka xwe ya dawî ya pênc mehî li kampê tîne ser dinyayê, ji ber kesên derdor pê nehesîne neçar dimîne ku nalînên xwe yê welidandinê kêm bike û dema di rewşên kirîtîk de diçû serşoyên dûr û wiha got: “Li vêderê hemû kon nêzî hev in û deng bi awayek hêsan derbasî konên derdor dibin û her tim ez tedbîrên xwe digrim ku hûrgiliyên jiyana me ji derdor veşêrim. Em nikarin dengê xwe bilind bikin. Piştî ku em ji gundê xwe yê bi navê Cebel El-Zawiyê koçberî kampa Qah bûn em ji azadiya kesan di aliyê cil û berg de bê par man, li ber deriyê kon û li ber çavê herkesê cilên min dikevin erdê, dema ku ez diçimê jî perdeyê ji serê xwe dernaxim, ev jî bû sedem ku di vê germahiya havînê de nexweşiyê çerm bi min re peyda bibe.”  

Hoda El-Şêxa a 33 salî da diyarkirin ku piştî koçberbûna çar salan ji Deşta El-Ghab, jiyana kampê tevî nebûna ewlekariyê û azadiya kesan adapte kiriye û wiha got: “Ji bo ez bi tena serê xwe biçim destşûyê ez nivê şevê derdikevim ji derve. Carnan em zarokên xwe jî bi xwe re dibin. Bi taybet ji ber nebûna kereba kampê em ji tacîz û êrîşên sewalên bêxwedî ditirsin."

“Li vêderê ne cihê şahî û ne jî yê lîstikê heye” 

Buthaina Hanak a 29 salî bi bîr xist ku ev sê sal zêdetire jî bajarê Maeret el-Numan derbazî kampên sînorê Atma bûye, hîna wê nekariya adapteyî jiyana kampê bibe û wiha got: “Di aliyê peydakirina kel û pelên paqijiyê ji ber nebûna av, malzemeyên paqijkirinê û lênêrîna kesane em gelek zehmetiyan dikêşin û ji ber qutkirina berdewam ya ava kampê ez neçarim ji dûr bi dayik û xwişkên xwe re avê bikêşim ku em paqijiyê bikin. Jiyana kampê di navbera hevjînê min de dibe sedema nakokiyan ku heta niha ji ber xizanî û bêkariyê nekarîne cihên gûncaw ji min û sê zarokên min re peyda bike û nikare xaniyek biçûk çêbike. Gelek caran ji konê şeniyên wê winda dibin, zarokên min jî gelek caran ji bo bi zarokên din re bilîzin, ji kampê derdikevin ez nikarim rê li ber wan bigirim. Li vêderê ne cihê şahî û ne jî cihê lîstikê heye, ev jî dibe sedema pevçûnên di navbera zarokên kampê de berdewam bike an jî zarok di nava konan de winda dibin an jî nexweş dikevin.” 

“Li kampan derfetên pêwîst yên paqijiyê nîne”

Şêwirmenda derûnasî Amal El-Zeatûr di derbarê bandora jiyana kampê ya qerebalix, li kêleka hev û korîdorên wan ên teng de axivî û got: “Li gel me derfetê paqijiyê yên pêwîst nîne, lewma ava gemarî ji bo mêş, mişk, dûpişk, mar û belavbûna nexweşiyan cihê şînbûnê ye. Hêjmara kêm ya tuwaletan têra hêjmarek zêde ya koçberan nake û bi taybet di dema havînê de kêmbûna avê, tê wê wateyê ku avahî bi gelemperî qirêj bibin. Ji derveyî wê jî ev avahî ewlekariya kesan nake. Nexweşiyên derûnî di nav jinên koçber yên wan kampan de belav dibin û "agirê çolê" belav dikin ku tirs, nîgeranî, bêewlehî, aloziyên xewê, bêhêvîbûn û depresyonê li ser jiyana wan bandor dike. Em bang li rêxistinên civaka sivîl dikin ku demildest pirsgirêkên civakî û derûnî çareser bikin û hewil bidin ku konan nujen bikin û ji ber di paşerojeke nêzîk de îhtimala vegera malên xwe ne diyare odeyên ji blokan çêbikin ku kes bi ewle têde jiyan bikin.”