‘Em ê xwe bispêrin dîwarên xwe yên hilweşiyayî û neçin tu derê’

Jinên navçeya Til Temirê der barê êrîşan de helwestên xwe anîn ziman û gotin ku dê kes nikaribe wan qir bike û roj bi roj hêrsa wan li dijî êrişan xurtir dibe

Hesekê-Li dijî gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku projeya Neteweya Demokratîk hembêz kirine û bi pêş xistine, polîtîkayên qirkirinê tên pêkanîn. Ji lewre gel di vê pêvajoya çarenûsî de ku dewleta tirk a dagirker tevî hevkarên xwe dixwazin êrîşeke nû pêk bînin û projeya Neteweya Demokratîk têk bibin, ji her demê zêdetir bi tedbîr in. Dewleta tirk a dagirker ji şeva 19'ê Mijdarê ve gelek navend û binesaziya herêmê hedef digre ji nexweşxane, dibistan, kargehên xazê û petrol heya gelek jêderên jiyanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş dike. Rêveberiya Xweser diyar kir ku dibe herêm krîza peydakirina xaza malê bikşîne ji lewre divê şênî ji vê yekê agahdar bin. Der barê amadekariyên gel de jî jinên navçeya Til Temir a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn.

‘Divê em êrîşên dijmin têk bibin’

Semîra Şukrî ji bajarê Kobanê ye lê demek dirêj e li navçeya Til Temirê dijî, der barê êrîşên ku herêm pê re rû bi rû dimîne de wiha axivî: "Dewlet li dijî gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê êrîşên sîstematîk û bi taybetî ji bo qirkirina Kurdan dide meşandin. Divê ku mirovahî êdî neheqiyek wiha qebûl neke. Divê ku em li hemberî dijminê dixwaze axa me dagir bike, hemû derfetên xwe bixin xizmeta têkbirina êrîşên dijmin. Xirakirina binesaziya herêmê, kargehên xazê û petrol hemû jî dikevin nava wê siyaseta qirkirinê û koçberkirina gel. Çavên tirkan bar nabe ku îro Kurd xwedî ewqas destkeftiyan bin. Dewleta tirk dixwaze her dem Kurd koletiyê jê re bikin û blindest bin, her dem xulamên tirkan bin. Lê belê Kurd ne wekî berê ne. Em jî ne ew kesin ku ku boxçika me li ser milên me be û em li welatên xelkê bigerin, em jî îro welatekî dixwazin ku me bi nasname û hêza me bihewîne."

‘Hebûna Kurdan li cîhanê belav bûye’

Semîra Şukrî da zanîn ku wan piştî ewqas sal û serdemên ji zilm û zordariyê tama azadiyê girtine û wê ji riya ber bi azadiyê ve venegerin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Em ê di oxira azadiyê de can û zarokên xwe jî bidin lê belê em ji riya azadiyê venagerin û em ê kirasê koletiyê biqetînin. Kurd bi saxî binax kirin û bêton kirin, xwestin wan ji ser rûyê erdê qir bikin lê belê tişta ku dixwestin neçû serî. Serhildanên Kurdan her dem rastî komkujî û qetilaman dihatin lê dîsa jî dengê Kurdan îro li hemû cîhanê belav bûye. Îro jî hêzeke me ya ku nayê şikandin li ser rûyê erdê heye, îro YPJ û QSD hene, îro parêzvanên vê axê ruh û can didin. Îro bi hezaran şervanên ku pêlavên xwe bi rojan ji lingê xwe dernaxin hene armanca wan tenê parastina nirxên vî gelî ye. Wê kes nikaribe Kurdan qir bike û roj bi roj hêrsa wan li dijî dijmin xurtir dibe."

‘Em pişta xwe bi Rusya û Emerîkayê girê nadin’

Semîra Şukrî bal kişand ser hêzên garantor Rûsya û Emerîkayê siyaseta wan a ne zelal li herêmê û wiha bilêv kir: "Rast e li vir in lê belê em di wê baweriyê de ne ku destê wan jî di êrîşên dawî ku li ser herêmê de pêk hatin hebûn. Em pişta xwe bi Rûsya û Emerîkayê ve girê nadin, îro hêviya me hêzên me yên leşkerî  YPJ/QSD ne. Em ê xwe bispêrin dîwarê xwe yê hilweşiyayî nedin dîwarên dagirker û firoşkaran. Gelek şervanên ku ji çiyayên Kurdistanê daketin negihîştin axa xwe ji ava Rojava venexwarin û canê xwe ji dest dan. Divê ku gelê me li pêşeng û şervanên xwe xwedî derkeve, îro em hev temam dikin."

‘Ji ber şer em bi tedbîr in û me alternatîf ava kirine’

Îlhman Yûsif jî got ku şer li ber derî ye li gorî wê wan amadekariyên xwe kirine û wiha pêl da gotinên xwe: "Rojane ku em bi êrîşan re rû bi rû dimînin, êdî şer hatiye ber derî ji lewre em jî bi tedbîr in. Me alternatîfên ji bo firin û kargehên xazê û ambargoya ku em rastî wê werin, ava kirine. Li hember qutbûyîna nan me tenûr çêkirine ku em ê nanê tenûrê çêbikin. Dema ku şer çêbibe bêguman wê rê hemû qut bibin û em ê bikevin dorpêçê ji lewre me baxçeyên biçûk çêkirine. Têra me jî neke em ê pelên daran û ava baranê jî vexwin. Her wiha me bîrên ava şor kolane. Ava stasyona Elok ev demek e dirêj e hatiye qutkirin, ji bo wê jî me bîr kolandin. Dewleta tirk a dagirker bi sedan sûc li ser me de pêk aniye, zarok sêwî hiştine binesaziya me hedef girtiye û hemû tiştên me xirab dikin."

"Em ne ew gelê bêçare bimîne ye, em her gav amade ne"

Îlham Yûsif bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Em ne ew gelê ku ji nişkêve bûyerek bi serê wî de were û matmayî û bêçare bimîne ye. Me dizanibû ku em ê rastî tiştekî wiha werin, ji lewre em bi tedbîr in û her gav amade ne. Îro em divê xwedî li şervanên xwe derkevin, tişta pêwîst pêşkêş bikin. Em ê parastinê bikin, birînên birîndaran derman bikin. Ew ji bo me dikin em ê ji bo wan bikin û em ê bi hev re parastina axa xwe bikin û