Dorpêça li ser koçberan dibe sedema xetereyên mezin

Ji ber rewşa rêgirî û ambargoya li ser Şehbayê nexweş û kesên ku ji ber şewatê laşên wan şewitî ne nikarin bên dermankirin û rastî zehmetiyan tên.

HESNA MIHEMED

Şehba - Piştî koçberbûna welatiyên Efrînê ji cih û warên xwe di 18’ê Adara 2018’an de li deverên kantona Şehbayê û wargehan bi cih bûn ji bo domandina berxwedana xwe. Di her malê de ango konek de çîrokên koçberan cuda cuda tên dîtin. Koçberbûn û tunebûn nebes e îcar dorpêça hikumeta Sûriyeyê li ser wan jî bi xwe çîrokek e. Ji destpêka sala 2022’an ve gelek bûyerên şewtandinê li Şehbayê rûdane ji ber dorpêçê û kêm peydakirina gazê milet neçarî bikaranîna babur û agir dibe ev jî xeterê bi xwe re tîne bi taybetî li wargehan. Nêzî 30 kes zarok, jin û kal bi amûrên cuda şewitîne her wiha ji ber kêm peydakirina dermanan û hinekan ji wan jiyana xwe ji dest dane. Çîroka Tolîn Nesan ji gundê Dargirê yê navçeya Mabeta ya kantona Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û temenê wê 44 salî û dayika 4 zarokan e, para xwe ji şewtandinê girt. Tolîn Nesan niha bi malbata xwe re li wargeha Serdem kantona Şehabyê piştî ji Efrînê koç dibin, bi cih bûye.

“Heft meh in ez vê êşê dikşînim”

Tolîn Nesan wiha behsa bûyera şewitandina xwe ji ber cama gazê û sobeyê dike: “Em di bin konan de bi cih bûne. Hê dunya zivistan bû, sobeyên me vêketîbûn, cama me ya gazê xirab bibû sozda min ew ê çêkira lê min nizanibû ku ew cam wê bibe sedema şewitandina bedena min û jiyana min jî bi xwe re bişewtîne. Dema ku min cama gazê çêdikir sobe jî pêketîbû, gaz li tevahî konê belav bû, agir bi min û mala min ket. Ez û keça xwe tenê di bin konê de bûn. agir bi bedena min tevahî ket û yê keça min jî tenê rûyê wê şewitî. Nêzî heft meh in  şewata xwe derman dikim. 25 rojan di nexweşxaneyê de mam ji bo tedawiyê. Her du dest, ling û rûyê min para xwe ji şewitandinê girtin. Ji bo destê min çêbibe pêwîst e du caran emeliyat bikim.”

“Gelek zirar ji ber şewitandinê gihîşt bedena min”

Tolîn Nesan diyar kir ku komîn û Rêveberiya Xweser li gorî şert û mercên koçberiyê bi wan  re dibin alîkar û got: “Ji ber rewşa koçberiyê û dorpêçê komîn nikarin amûrên vemirandina agir bihewînin ev jî pirsgirêkan bi xwe re derdixe. Agir sibehê pêket, ger êvar bûya eletrîk hebûya wê hemû wargeh bi vê agirî bişewitiya ji ber ku kon nêzî hev in. Bijîşkan du caran derzî li destê min xistin me sûd jê nedît mecbûr e em emeliyat bikin ew jî pereyan gelek dixwaze. Heya niha nêzî 10 milyon ji bo xwe derman bikim me daye. Rêveberiya Xweser heya ku dikare bi me re dibe alîkar ji aliyê madî ve. Ji ber encama şewitandinê rû û çavên min jî zirar dîtin divê ez wan jî emeliyat bikim. Her wiha gelek astengiyan di jiyana xwe de dibînim ji ber şewitandinê, bandor li ser tevgera min kiriye, nikarim weke berê bi rehetî tev bigerim.”

“Divê rêxistinên cîhanî xwedî li koçberan derkevin”

Tolîn Nesan di dawiya gotinên xwe de bang li rêxistinên cîhanî kir û ev tişt got: “Banga min li rêxistinên derve û cîhanî ev e ku rewşên koçberan di ber çavan re derbas bikin û xwedî li wan derkevin. Di heman demê de ji aliyê madî û manewî ve bi me re bibin alîkar. Rêveberiya Xweser jî heya ku dikare hewl dide li kêleka gelê xwe bisekine û bi wan re bibe alîkar. Em keda rêveberiya xwe jî tu caran ji bîr nakin.”