"Civaka sîvîl di perwerdeyê de xwedî roleke mezin bû"

Rêvebera beşa jêhatiniyê ya Midûriyeta Perwerdeyê ya Qenayê, Meha Mihemed Hesen anî ziman ku di deh salên dawî de bi saya amûrên civaka sivîl û bandora wan a rasterast li ser gel, li ser jinan veguherînek mezin çêbûye.

ASMAA FATHI

Qahîre - Gelek faktor dibin faktorên ku civakan ji qeyranên wan ên kûr rizgar bikin, ya herî pêşîn tevgera civaka sivîl û saziyên xizmetguzarî ye. Jin hene ku tenê derketina ji bo perwerdeyê daxwaza wan a herî mezin e û yek ji bijardeyên herî girîng e ku nikarin bi hêsanî bikin.

Dema em li parêzgeha Qenayê ku ji bo me bû modelek ji bo lêkolînkirina pirsgirêkên jinan ên li wir, me hewl da em rewşa saziyên civaka sivîl û saziyên xizmetguzariyê fam bikin. Her wiha me bi riya hinek jinan hewl da em ji nêz ve li performansa sektora herî bi bandor ku ‘perwerde’ ye, binêrin.

"Her dem bi qîrînê ji xew şiyar dibûm"

Seyda Ebd El-Selam a 40 salî ku dayika sê keçan e wiha got: "Dema ez radizam min di xewna xwe de didît ku ez diçim dibistanê lê li ser dengê qîrîna diya xwe ku digot taştê ji birayên xwe re çêke û malê paqij bik ji xew şiyar dibûm. Min her dem ev xewn didît û her dem ez bi qîrîna diya xwe şiyar dibûm. Ez wisa mam heta ku ez zewicîm lê dîsa jî min ev xewn didît lê vê carê ez bi dengê qîrîna diya hevjînê xwe şiyar dibûm. Min newêribû ji tu kesî re, ji keçên xwe re jî qala xewna xwe bikim û min di dilê xwe de hişt."

"Perwerde di guhertina pêşerojê de xwedî roleke sereke ye"

Seyda Ebd El-Selam da zanîn ku beriya bizewice her sibeh li dengê dibistana ku cîranê wan bû guhdar dikir û wiha pê de çû: "Yek ji sedemên xemgîniya min li ser zewaca min ew e ku ez ji malê malbatê derkevim û ji dengê dibistanê dûr bikevim. Min dît ku çawa zanist şert û mercên kesên derdora min diguherîne û min her digot xwezî ez jî yek ji wan bûma. Perwerde di guhertina pêşerojê de xwedî roleke sereke ye. Sê keçên min hene bavê wan û malbata wî ew ji mafê wan ê xwendinê mehrûm kirin. Îsal min dikaribû hevjînê xwe qanih bikim ku keça min a mezin biçe pola perwerdeyê ya ku li nêzî me hatiya vekirin û piraniya wan keç in, min ew îqna kir ku ew ê fêrî dirûtinê bibe."

"Di deh salên dawî de bi saya amûrên civaka sivîl li ser jinan veguherînek mezin çêbû"

Rêrêvebera beşa jêhatiniyê ya Midûriyeta Perwerdeyê ya Qenayê Meha Mihemed Hesen anî ziman ku di deh salên dawî de bi saya amûrên civaka sivîl û bandora wan a rasterast li ser gel, li ser jinan veguherînek mezin çêbûye û wiha axivî: "Rêxistinên sivîl di vê yekê de roleke sereke lîstin. Rêxistinên sivîl di warên cuda de, bi taybetî di warê aborî de xebitîn. Rola Encumena Niştîmanî ya Dayik û Zarokan nayê paşguhkirin, tevî ku pêwîstiya wê bi xebateke zêdetir heye ji bo zêdekirina bandora wê heta radeya ku pêwîstiyên jinan, bi taybetî jinên ku debara malbatên xwe dikin û yên ji xwendinê bêpar in, bi cih bînin. Saziyên xizmetguzariyê yên hikûmetê xwedî bandoreke mezin in, nemaze yên girêdayî perwerdeyê, yên ku ew dixwazin di warê piştgirîyê de pêşkêş bikin, wek karwanên pizîşkî û piştgiriya civakê bi riya xwendin û nivîsandinê û pêşkêşkirina rahênanên girêdayî pêşxistina jêhatîbûnê û projeyan."

"Min ji bo xwendinê alîkariya gelek kesan kir"

Meha Mihemed Hesen eşkere kir ku niha gelek keç dikarin bêyî zehmetiyan bikşînin mafên xwe yên xwendinê bi dest bixin û bigihîjin zanîngehê jî û wiha anî ziman: "Dema niha destpêka guherîneke berbiçav û zelal e delîlê vê yekê jî zêdebûna hejmara jinên xwendekar e. Beşdarî Bernameya Dibistanên Perwerdeya Civakî bûm. Min alîkariya gelek kesan kir ku bixwînin. Amûrên hînkirinê, nemaze di qonaxên destpêkê de, li gorî berê gelek hatine guhertin. Ez ji her mamosteyek daxwaz dikim ku deriyê ceribandin, pratîk û mijûlbûna bi teknolojiya ku zimanê pêşerojê ye ji xwendekarên xwe re veke."