“Azadî dihêle mirov hest bike ku xwediyê bextewariya hemû cîhanê ye”

Cîhan Mustefa ku çîroka wê ji çîrokên jinên Minbicê yên ku ji binpêkirinên çeteyên DAIŞ'ê re şahidî kirin ne cuda ye wiha got: "Derfetên ku piştî rizgarkirina Minbicê ji me re hatin dayîn em ji xewa kûr şiyar kirin."

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Rizgarkirina Minbicê şoreşa guhertina ramana paşverû û pêşxistina rastiya jinê bû û îro jin di hemû qadan de xwedî roleke mezin e.

“Her tişt qedexe bû, derfetên kar pir kêm bûn û rewşa aborî jî pir xerab bû”

Cîhan Mustefa a 32 salî ya ku çîroka wê ji çîrokên jinên Minbicê yên ku ji binpêkirinên çeteyên DAIŞ'ê re şahidî kirin ne cuda ye wiha got: "Dema ku bajarê me di bin kontrola DAİŞ'ê de bû her tişt qedexe bû, derfetên kar pir kêm bûn û rewşa aborî jî pir xerab bû, ji ber vê yekê em neçar man ji bajarê xwe derkevin. Em çûn tirkiyê, lê dil û mejiyê me bi malbatên me yên ku di Minbicê de mabûn re bû, ji ber ku her roj me bûyerên serjêkirin, kuştin û girtinê dibhîst. Diya min li Minbicê mabû û her ku bi min re dipeyivî digirya û digot ku ew di malên xwe de girtî mane û qet nikarin derbikevin."

“Diya min û birayê min girtin”

Cîhan Mustefa anî ziman ku dema ku hemleya rizgarkirinê dest pê kir, DAIŞ'ê êrîşî mala diya wê kir û birayê wê Mustefa girt û dema diya wê dest bi giriyê kir, dayika wê jî girtin û wiha pê de çû: "Nêzîkî çil roj diya min di girtîgehê de ma, di van rojan de me tiştek li ser wan nizanibû. Ne tenê diya min bû ku bi neheqî hat girtin, bi dehan jin hebûn, ku piraniya wan temem mezin bûn û ji ber sedemên nediyar dihatin girtin. Bi destpêkirina rizgarkirina bajêr re, hemû girtî birin ji derveyî bajêr û beşek ji wan birin bajarokê Meskena yê li gundewarê rojhilatê Helebê û diya min û birayê min di nav wan de bûn û piştî lêpirsînê diya min serbest hatin berdan û piştî çend rojan birayê min jî berdan. Piştî ku hatin berdan, ji ber şert û mercên dijwar ên bajar nekarîbûn bikevin Minbicê. Piştî rizgarkirina bajêr, em vegeriyan bajar."

“Min karî mafê xwe bi dest bixim û mafên kesên din vegerînim”

Cîhan Mustefa eşkere kir ku rizgarkirina Minbicê ji bo wê cudahiyek mezin çêkir û wiha got: "Azadî dihêle ku mirov hest bike ku xwediyê bextewariya hemû cîhanê ye. Ez di warê ewlehiyê de dixebitim. Min karî mafê xwe bi dest bixim û mafên kesên din vegerînim. Piştî ku min şervanên jin li ser ekranan dît ku di eniyên herî pêş ên eniyên şer de şer dikim, cesaret da min û piştî ku ez vegeriyam Minbicê, ez tevlî nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn  'Asayîşa Jinê' bûm û paştire ez tevlî hêza trafîkê bûm. Di nava 6 salan de min ji bo xizmeta civaka xwe û jinan têkoşîn kir. Derfetên ku piştî rizgarkirina Minbicê ji me re hatin dayîn em ji xewa kûr şiyar kirin. Gelek tiştên ku me nizanî em îro dizanin û em bûn xwedî îradeyekê û mafên xwe bi dest bixin."