Aida Nasrallah behsa dîroka tevgera femînîst a Lubnanê kir

Komîteya Mafên Jinan a Lubnanê ku di sala 1947’an de hat damezrandin, demeke dirêj ji bo bidestxistina mafên jinan, bi taybetî mafê xwendinê, dengdanê û wekheviya di navbera zayendan de bi dest bixe, têdikoşe.

Beyrûd - Aida Nasrallah di jiyana xwe de deh salan li ser xebata famînîst a li Lubnanê kar kiriye û vê dawiyê ji nû ve wekî seroka Komîteya Mafên Jinan a Lubnanî ji bo heyamek nû ya pênc salan hat hilbijartin.

Ger em qala dîroka xebatên femînist a Lubnanê bikin divê em behsa pêşengên tevgera femînîst a Lubnanê jî bikin.

Aîda Nasrallah a ku di hemû xebatên têkildarî jinan de cih digre û di pêşniyar û şopandinê de fikrên xwe anîne ziman, ji ajansa me re spasiyên xwe yên ji ber bawerî û berpirsyariya ku jê re hatiye dayîn anî ziman û wiha got: “Ez hewl didim rêwîtiya ku ji hêla jinên yekem ên Lubnanê ve dest pê kir, bidomînim. Ji nav hawirdorek tije dijwariyên mezin derbas bûn, ji seroka yekem Emily Fares dest pê kir, ji damezrînera komîteyê Thoraya Adra re derbas bû, bi seroka pêşeng Linda Matar ve berdewam kir ku min bi riya wê xebatên femînîst ên Lubnanê nas kir û me bi hev re bi dehan salan şopand.”

Aîda Nasrallah der barê destpêka çalakiya xwe ya femînîst de wiha dibêje: "Dema ez sêzdeh salî bûm, min ji zarokatiya xwe ve êşa jinan, di nava malbat û cîranan de hîs kir û min dît ku hem di axaftinê de hem jî di denûstandina li hemberî wan de cihêkarî li ser wan heye. Jin her dem di hundirê malê de ne û zilam jî fermanê dide her dem, jin nikarin biaxivin heta ku zilam destûrê dide, bi îşaretek, awirek an jî bi kirinên xwe jinan tune dike.”

Bi naskirina Linda Matar beşdarî tevgera femînîst bû

Aida Nasrallah destnîşan kir ku wê dibistana seretayî û navîn li gundê xwe Cedîdet el-Şuf û asta navîn û zanîngehê li Eyn el-Roman-Şiyê xwendiye û wiha qala beşdarbûna xwe ya tevgera femînîst kir: "Di dema xwendinê de, min kombûneke mezin a jinan dît û di nav wê komê de jinek li ser mafên jinan diaxivî. Ez bi vê yekê kêfxweş bûm û min dît ku ew tişta ez pê dihesim êşa jinên derdora xwe, tînim ziman. Ji bo ez wê fam bikim, piştî dersê ez çûm cem wê û min ew nas kir ku ew yek ji pêşengên çalakvanên femînîst Linda Matar bû. Piştî wê ez tevli nava tevgera femînîst bûm.”

Aida Nasrallah axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di qonaxa xwendina xwe ya doktorayê de li Bulgaristanê min mijara tezê ji edebiyata Erebî guherand wêjeya muqayeseyî, di qonaxeke dîrokê de di navbera dawiya sedsala nozdehan de heta piştî Şerê Cîhanê yê Yekem di navbera Bulgaristan û Ereb de, edebiyata wê serdemê bi jinan ve girêdayî bû.”

Ji bo jinan mafê perwerdeyê

Der barê Komîteya Mafên Jinan a Lubnanê ya di sala 1947’an de hatiye damezrandin, Aida Nasrallah wiha got: "Di cih de piştî serxwebûna Lubnanê, komek jinan ji bo pêşxistina jinên Lubnanê derfetek bi qasî çirûskê dîtin. Piştî şeveke dirêj a bindestiya Fransayê û beriya dagirkeriya dewleta tirk a li Lubnanê, van jinan yekem car derfet dîtin ku komeleyek jinan a bi rengekî din ava bikin.”

Aîda Nasrallah wiha li axaftina xwe zêde kir: "Komîteya Mafên Jinan a Lubnanê bi damezrandina xwe re dest bi hewldana giştîkirina perwerdeya jinan kir. Di sala 1947’an de mafê perwerdeyê tenê ji bo mêran û hinek jinên xwedî malbatên dewlemend hat dayîn. Di wê demê de îmkana perwerdekirina jinên çîna navîn an jî xizan tunebû, Komîteya Mafên Jinan ji bo avakirina dibistanên giştî yên li Lubnanê zext kirin da ku jinên ji hemû astên civakî perwerdeyê bibînin û di vê mijarê de bi ser ket.”

Aîda Nesrullah wiha domand: "Qanûna bingehîn a ku ji aliyê komîteyê ve hatiye qebûlkirin û li ser bingeha wê zanyarî û nûçe ji dewleta Lubnanê hatin girtin, endama encûmena Jinên Lubnanê ye û endama damezrîner a çend komîteyên ku di nav wan de Komîteya Dayikan e.

Mafê dengdanê

Têkildarî qanûna bingehîn a komîteyê Ayda Nasrallah wiha got: “Rêxistineke girseyî, demokratîk, laîk e ku ji bo parastina mafên jinan li bajar û gundan û li ser wekheviya zayendî ya li pêşberî qanûn û qanûndanînê dixebite.

Her wiha hevoka duyem di zagona bingehîn de ku girîngiya wê ne kêmtirî ya yekê ye ew e ku berevaniyê li serxwebûn û serweriya Lubnanê li hemberî her êrîşkariyê dike. Komîteyê di pêvajoya xwe ya dîrokî de rêz girtiye û li ser van bingehan kar kiriye û parastina Lubnanê ji hemû êrîşan kiriye.

Ev e ya ku komîteyê di pêvajoya xwe ya dîrokî de rêz girt û li ser van bingehan xebitî, parastina Lubnanê li hemberî her destdirêjiyê kir, ji bilî rawestandina li ser mafên jinan bi pêkanîna gelek qanûnan.

Li vir ez dixwazim balê bikşînim ser mafekî bingehîn ku komîte beşdarî wê bû, Lubnan yek ji welatên herî kevn bû ku di sala 1952’an de ev maf bi dest xistibû, ew jî mafên jinan e ji bo bijartin û hilbijartinê ku di dawiya xwe de hat pesendkirin di sala 1953’an de.

Di vê mijarê de helwesteke bi rûmet û destkeftiyeke girîng e ku ger komîte û pêşengên wê yên yekem beşeke bingehîn û bi rûmet bûn.

Aîda Nasrallah amaje bi wê yekê jî kir ku di destpêkê de rastî dijberiyeke tund hatine lê di encama xwepêşandanên jinan û zextên li dû hev de, desthilatdaran mafên siyasî ji bo jinan qebûl kirin lê bi şertê ku asta xwendinê hebe loma komîteyê qebûl nekir tevî ku hin deng bilind bûn wê ev pêşniyar qebûl kir.

Komîteyê dest bi meşan kir li ser prensîba ku jin bi mêran re wekhev bin, mafê wan ê dengdayînê hebe, bêyî ji ber asta perwerdeyê cudakarî were kirin.

Gotarek têkildarî kuştinên namûsê

Der barê destkeftiyên komîteyê de, Aiyda Nesrellah dibêje; "Komîte di wê demê de bi lîsteyeke mezin ji zagonên girêdayî jinan beşdar bû, ji ber ku di wê demê de hejmareke zêde ya kesên li ser mafên jinan kar dikirin tunebûn." Her wiha bal kişand ku "Rola komîteyê di betalkirina benda 562 a zagona ceza ya Lubnanê ya sala 1943’an de ku bi tawanên namûsê ve girêdayî ye hebûye."

Cudakariya li dijî jinan

Komîte her wiha ji bo avakirina Kombûna Demokratîk a ji bo Rakirina Cudakariyên li ser Jinan xebitî, wekî Aida Nasrallah wiha dibêje: “Di Civîna Demokratîk de bi guhertina gelek zagonên neheq ên li dijî jinan, bi taybetî di çarçoveya mafên wekhev ên li ser kar û Qanûna Ewlehiya Civakî de hat hesibandin. Gihandina jinan a nexweşxaneyan û lênerîna pijîşkî, ew û zarokên xwe mîna mêran, ger karmend bin û tezmînata malbatê di warê guhertina biryarnameyên girêdayî vî warî û zagonên din de hebin. Helbet tişt hene em nikarin bi dest bixin lê em bi rêxistinên din ên jinan re xebatên xwe didomînin.”

Der barê hilbijartinên parlamentoyê yên vê dawiyê de, Aiyda Nasrellah dibêje; "Hilbijartinên parlamentoyê komeke parlamenterên nû yên giregir anîn cem hev ji bo ku hizra mezhebî û serkirdeyên heyî yên li Lubnanê hizreke nû an cihêreng digrin. Di meha Cotmeha îsal de em bi hatina Lubnanê kêfxweş bûn. Ji van jinan gelek kes derbasî parlamentoyê dibin û em pêngavên wan pîroz dikin da ku kar û xebatên wan bi taybetî li ser rewşa jinan, di warê sererastkirina zagonan û pêşxistina jinan de cih bigrin.”