Şêniyên Idlibê ji ber zêdebûna bihayê kontrolê nikarin biçin bijîjk

Rewşa xirab a aborî bûye sedem ku gelek malbat ji xizmetên li Idlibê ji xizmetên tendirustiyê sûdê negirin. Li klînîkên taybet bihayê kontrolan bûye du qat.

HEDÎL EL-OMER

Idlib – Li Idlibê kontrolên bijîjkî bûne yek ji pirsgirêkên herî dijwar, nemaze digel lawazbûna hêza kirînê ya xelkên ku mûçeyên wan sabît in. Bijîjk difikirin ku muayeneyên wan pir kêm in, ji ber vê yekê ew her carê bihayê kontrol û dermanan zêde dikin.

Rabiya El-Hecî ya 33 sali diyar kir ku ji ber ku nikare heqê muayeneyan bide, zêdeyî salek e neçûye bijîjk û wiha pê de çû: “Dema nexweş dikevim diçim dermanxaneyan da ku derman bidin min ji ber ku ez nikarim biçim klînîkên taybet. Hevjînê min di bombebarana kampên Atmeyê de sala borî jiyana xwe ji dest da. Ez li çolê dixebitim ji bo ku debara her çar zarokên xwe bikim.”

Şer, dagirkerî, xizanî...

Munîra El-Hemîd a 42 salî rexne li zêdebûna muayeneyên doktoran dike, bi tayebetî di vê dema ku piraniya gelê sivîl ji ber xizanî, koçberî û tunebûna derfetên kar êşê dikşîne û wiha got: “Berê pîşeya bijîjkî bi esalet û girêdana xwe bi aliyê mirovî û pabendbûna exlaqî ve hebû. Di dema tedawiyê de têkiliya di navbera bijîjk û ​​nexweş de baş bû. Lê doktorên îro dewlemendiya xwe ji berîkên nexweşên feqîr ava dikin.”

Dermansaz Muna El-Esfer a 31 salî got ku rewşa giştî li Idlibê di warê jiyanî û zehmetiyên aborî de giran e û pêdivî bi plansaziyek li ser bingeha nêrînek rast di biryargirtinê de heye. Nemaze yên girêdayî çarenûs û pêşeroja mirovan. Di nav de aliyên tenduristî û dermankirinê jî heye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Dermansaz xwediyên hinek pisporiya bijîjkî ne lê hin nexweşî hene pêwîstiya wan bi doktoran heye. Ez bang li doktorên pispor, navendên tendirustiyê yên pispor û rayedarên pêwendîdar dikim ku bihayê kontrolan li gorî şiyanên aborî yên civakê be.”