2 salan rastî tûndiyê hat, mêrê êrişkar niha jî pêyamên gefxwarinê jê re dişîne

Li Gimgimê jinek 2 salan ji aliyê mêrê bi navê H. Yurtbak ve rastî tundiyê hat. Jina ku piştî bûyera dawî ya tundiyê çû dozgeriyê, serlêdana sûc kir. Kiryarê ku xwe da alî, bi rêya telefonê jin û malbata wê tehdîd dike.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mûş - Li navçeya Gimgim ya Mûşê mêrê bi navê H. Yurtbak 2 salan jinek rastî tundiya sîstematîk anî. Mêrê ku jina bi soza zewacê xapandibû, du caran li jinê da û jin rakirin nexweşxaneyê, di vê pêvajoyê de jin bi qetilkirin tehdîd kir da ku tiştên hat jiyîn ji kesî re nebêje. Jina ciwan ku herî dawî tundiya 15 roj berê dît, rakirin nexweşxaneyê û hefteyekê dihat dermankirin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Gimgimê da û der barê kesê bi navê H. Yurtbak de gilî kir.

Li hemberî hevjîna berê jî tûndî pêk aniye!

Jina mexdûr a bal lê kişand ku tûndiya li ser wê 2 sal berê destpê kiriye, got ku di vê pêvajoyê gelek caran xwestiye biçe nexweşxaneyê lê mêrê bi navê H. Yurtbak nehiştiye ku ew biçe nexweşxaneyê. Jina mexdûr da zanîn ku ev mêr li dijî hevjîna xwe ya berê jî tundî bikaranîye û hevjîna wî ji ber tundiya ku ditiye bi nexweşiya pençeşêrê ketiye û jiyana xwe ji dest daye.

Kiryar wenda bû

Jinê diyar kir ku H. Yurtbak li hemberî zarokên biçûk ên li kolanê jî bi devkî tûndî û êrişa zayendî pêk aniye û da zanîn ku herî dawî piştî tundiya ku 15 roj berê ew rastî hatiye, wê rakirin nexweşxaneyê. Jina ku hefteyekê li nexweşxaneyê dihat dermankirin, piştî ku rapora tûndiyê girt, serî li dozgeriyê da û kiryarê de gilî kir. Piştî giliyê derbarê kiryar de biryara 2 mehan durxistinê hat dayîn û H. Yurtbak ê ku ji bo îfadeyê dayîne wî banî emniyetê kirin, xwe ji holê wenda kir.

Peyamên gef xwarinê dişîne

Hate hînbûn kiryarê ku hat hînbûn ku piştî xwe da nî reviya Îzmîrê, gelek caran bi telefonê ji jina ku rastî tundiyê hatiye û malbata wê re peyamên gef xwarinê dişîne. Jina mexdûr piştî gilîkirinê bûyerên jiyaye bi van gotinan vegot: “Piştî ku me gilî kir, reviya. Bi telefonan ji min û xwişka min re peyamên gef şandin. Herî dawî jî got, 'Ez ê yekê mehê li wir bim, ez ê hesap ji we pirs bikim'. Ez tenê edaletê dixwazim. Ez ji bilî edaletê tiştekî naxwazim."