Yek ji kevintirîn warê zeytunê: Gundê Beradê

Gundê Beradê di dîrokê de bûye xwedî mîrat û gelek şûnwarên dîrokî di nav kolan û meydana wê de tên dîtin. Her wiha bûye şahidê efsaneya Mermeron û milê çandinî, pîşesazî û bazirganiyê di dîrokê de gelek dewlemend bûye.

HESNA MIHEMED

Şehba - Her gundek, bajarek û herêmek di cîhanê de bi dîrok, şûnwar û mîrateya xwe ya kevnar tê nasîn. Gundê Beradê jî yek ji wan gundan e ku dîroka wê gelek kevnar e û ji serdemên Bîzans û Suryaniyan maye. Berad dikeve başûrê rojhilatê bajarê Efrînê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Tê de dêr, perestgeh, hemamên giştî ku di serdemên Bîzansê de hatine avakirin hene. 

Navê Beradê ji ku derê hatiye?

Gundê Beradê dergûşa Xiristiyaniyê ye û tê de Qidîs Maron dijiya. Ev gund li ser çiyayê Lêlûn başûrê rojhilatê bajara Efrînê, 15 km. dûr e û 40 km. ji navenda bajara Helebê dûr e. Ew yek ji mezintirîn gundên kevnar e û dîroka avabûna wê vedigere sedsala duyemîn piştî zayînê û di sedsala sêyemîn de bi pêş ketiye. Di serdema Bîzansê de Beradê wek paytexta çiyayê Semanê dihat nasîn. Bi Berad ango Kefer Berad tê naskirin, Kefer jî bi zimanê Suryanî tê wateya gund, Berad jî tê wateya postevan. Bi zimanê Aramî jî Berad tê wateya sarma.

Dêra Coliyanos (Julianus)

Di gund de du dêr û perestgeh tên dîtin. Dêra Julianus mezintirîn dêr e piştî dêra Semanê Amûdî li herêma Efrînê tê pênasekirin. Dêra Coliyanos yek ji dêrên herî girîng û kevnar ên gundê Beradê tê hesibandin. Her wiha sêyemîn mezintirîn ji dêrên ku li Sûriyeyê tên dîtin e. Dirêjahiya wê digihîje 42 metre û firehbûna wê digihîje 22 metreyan. Ew ji aliyê endezyar Julianus ve di sala 402 PZ. de hatiye avakirin. Dêra din jî weke dêreke biçûk tê nasîn, ew dêreke biçûk a çargoşe ye, wê demê ev dêr bi stûnên perestgeheke pûtperestan hatiye avakirin û qada wê bi mozayîkan hatiye xemilandin. Zanyar Butler dibêje ku ev perestgeh di sedsala pêncan de hatiye zêdekirin û ew bi demek kin piştî dêra Juliyanus ve hatiye avakirin ji ber tê de cesedê kahînek bi navê Marmaron hatiye çêkirin. Her wiha bircek û stûnek ji bo îbatedê li vî gundî heye.

Berad dergûşa mîrata Maronî ye û Marmaron kî ye?

Marmaron li dora sala 350 ê zayînê li Kefer Nebo ji dayik bûye, nijada wî Aramî û zimanê wê jî bi Suryanî tê nasîn. Peyva Mar di zimanê Suryanî-Aramî de tê wateya birêz. Marmaron yek ji navdarên ku li Bakurê Sûriyeyê jiyaye ye. Ew bi xwe rahîbê dêrê yê serdema Suryanî û Xirîstiyanan e. Di sala 398’an ê zayînê de dev ji jiyana giştî berdaye û ji xelkê xanenişîn bû, her wiha roj û şevên xwe li deverekê bi rojî, nimêj û bêparbûnê derbas dikir. Ji gund û bajarokên cîran mirov diçûn gel wî da ku bi destên wî hem di warê bedenî de, hem jî di warê ruhî de xwe sax bikin. Marmaron di sala 410’an ê zayînê de jiyana xwe ji dest da, piştî mirina wî şerekî tund wê demê di navbera rûniştvanên bajaroka Berad û bajarên din de ji bo desteserkirina bedena wî qewimî, di encamê de xelkê bajaroka Berad bi ser ket.

Berad di navbera sedsala 7 û 10 PZ. de”

Di sedsala 7’emîn a PZ. de Berad bû navendek hecê ya rastîn, di heman demê de berfireh bû û nifûsa wî di vê sedsalê de zêde bû. Heya ku bû navendeke îdarî, çandinî û pîşesazî di herêma Çiyayê Seman de, bazirganiya dexl û zeytûnan li kêleka wê pêşketina pîşesaziyên çandinî wek derxistina zetê zeytûnan ku heta dema me niha tê nasîn, bi pêş ket. Di sedsala 10’emîn de jî Berad vegeriya navendek berevaniya Bîzansê, ji ber vê yekê avahiyên wê yên olî veguherîn kelehên şer ên ku tê de hêzên leşkerî bi cih bûn. Di gund de mirov tesîsên giştî, hemamên giştî, mala walî ku ji kevirên kilsî ava bûne, dibîne. Her wiha gelek goristan jî tê de hene ya herî navdar goristana Romanî ye, ku ev giştî ji serdema Romaniyan e. Her wiha di perestgehê de du dikan hatin keşifkirin û li gorî lêkolînan diyar bû ku ev dikanên ji bo derxistina zeyta zeytûnan di wê demê de ne.

“Marmaron pîroziyek e ji bo civaka Xirîstiyan û Maronî”

Piştî mirina Marmaron êdî gel ji deverên din berê xwe dida Beradê ji ber ku rûmeta wî li seranserî herêmê belav bibû û wî weke pîroziyek ji xwe re dîtin. Di 4’ê Gulana 2002’an de civaka Maronî û nûnerên civaka Xirîstiyan li gundê Beradê ji bo bîranîna damezrînerê civaka Maronî şahiyek mezin li dar xistin. Bi şertê ku ew roj bibe bîranînek olî ya fermî, ji bo wê merasîmeke weke cejnê li gund her sal tê lidarxistin.

“Wêrankirina şûnwarên Beradê”

Piştî ku dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bajarê Efrînê navçe û gundewrên wê xistin bin serweriya xwe di 18’ê Adara 2018’an de dest bi talankirin û wêrankririna şûnwar û dîroka Efrînê, kirin. Yek ji wan şûnwaran jî şûnwarên gundê Baradê yên niha girêdayî navçeya Şêrewa ya kantona Efrîn Bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye. Dewleta tirk û çeteyên wê bi armanc girtina dîroka Efrînê dixwazin nasnameya wê bidin guhertin û ji bingeha wê bidin dûrxistin.