Gundê Teanê ji kevintirîn gundên Şehbayê ye

Jiyana komînal û xwezayî li gundan tê dîtin û tê parastin. Welatiyên gundan li gorî xwezayê dijîn, reng didin jiyana xwe û bi çandinî û xwedîkirina ajalan debara xwe dikin. Li gor şêniyên gundan jî jiyana gundan ji ya bajêr xweştir e.

HESNA MIHEMED

Şehba- Gund bi hewaya xwe ya paqij, bi tendirist, bi xweza û darên xwe tê naskirin. Di nav jiyana gundan de rengê jinan pir li pêş e. Jin bi rêya xwedîkirina ajalan, çandina daran, di tenûran de çêkirina nan ya bi destên xwe rengê gund dixemilîne. Mirov demê ku di nav kolanên gund de dimeşe jiyana hevpar û wekhev heta vê kêliyê di hûndirê van de dibîne. Ya ku jiyana gundan ji ya bajêr cudatir dike jiyana hevpar e. Mirovên ku li gundan bijîn tu carî nikare di nav bajaran de jiyana xwe bidomîne. Jin serê sibehê berê xwe didin nav erd û zeviyan û êvarê jî karê malê xwe dikin. Jinan ji xwedîkirina zarokan bigre heta çêkirina nanê tenûrê ya li ser agir, bi hezkiriya xwe di nav gund de jiyana komînal ava dikin. Welatiyên gund tu carî pêdîviyên xwarinê ji sûkê nakirin, ji sebzeyên ku diçînin û berhemên ajalan xwe dijîn.

Yek ji van gundên ku em behs dikin gundê Teanê ye. Bi saya hin welatiyên vî gundî me karîbû hin agahî di derbarê dîroka gund de bi dest bixin. Teanê di eslê xwe de gundekî Kurd a ne, lê ji ber serweriya Rêjîma Sûriyeyê ev gund ji bingeha xwe hatiye bi dûrxistin, pişaftin û zimanê wê piranî vegeriya Erebî. Lê piştî ku projeya Netewa Demokratîk li seranserî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû, gelê gundê Teanê hinekî vegeriyan bingeha xwe û azadiya jiyana xwe bi dest xistin. Ev gund li kantona Şehba ya Bakûrê bajarê Helebê cih digre.

“Dîroka gundê Teanê”

Li gor welatiyên gund ku hinek dîrok û nasnameya gundê Teanê vegotin, ev gund di eslê xwe de gundek nasnameya wê kurd e û bingehê gelê wê ji Bakûrê Kantona Kobanê ye. Ji ber êrîşan hin welatî ji Kobanê koçber bûn, hatin bakûrê Helebê bi cih bûn û jiyana xwe li vir domandin. Ev gund navê wê ji tahînê tê, ew jî bi zimanê Erebî tê wateya hêrandina tiştekî ango hêrandina ard. Lê bi demê re navê gund bûye Teanê. Li gorî gotinên hin welatiyan dîroka vê gundê gelek kevnar e û tam temenê wê nayê zanîn. Aşîra vî gundî Dîdî an Dîdan e. Gund bi mezinbûna 10 km ye û aliyê Başûr ve gundê Şêx Kêf ji aliyê Bakûr wê jî gundê Ebilê dorpêç kiriye. Di demên berê de dema ku bazirganî ji Bakûrê Tirkiyeyê derbasî bajarê Helebê dibûn ji bo bazirganiyê di gundê Teanê re derbas dibûn û bêhna xwe lê vedidan.

“Amûrên kevnar dîroka Teanê radixe ber çavan”

Mirov di nava gund de gelek malên kevnar ku dîrokê wê radixe berçavan dike dibîne û di nava gund e bîrek avê tê dîtin. Welatî dibêjin gund tevahî li ser vê avê dijiyan û karê xwe pê dikirin. Ji ber ku bîr ji gund hinekî dûr e, mirovan di demên berê de av li ser milên xwe dikşandin ku karên malê bikin. Piştre bi demê re di nava gund de gelek bîrên kevnar hatin avakirin. Di pêvajoyên berê de bi keviran genim dihat hêrandin, navê wê kevirî bi cirnik tê zanîn. Piştre bi hêdî hêdî aş ava bûn û modêla cirnikan ji holê rabû. Lê ew kevir yanî cirnik wek şûnwarên vî gundî heya niha heye û bi vê tê nasîn.  Di nava gund de çend malbatên bingehîn tên naskirin. Di nava gund de malbata Abas ku zêdetirî nîvî gund ew tê de bi cih bûne, malbata Remê, Qedûrê gilî û malbata Hemkêrî cih digre.

“Kevneşopiyek wê cuda heye”

Ev gund di aliyê çandiniyê de gelek navdar e, ji aliyê çandina pitata, pîvaz zebeş û hem sebzeyên werza zivistanê hem jî havînê li erdê vê gundî tên çandin û gelek berhem derdixin. Piraniya gelê gund di warê çandiniyê de kar dikin û debara jiyana xwe dabîn dikin. Di nava gund de kevneşopiyek gelek xweş belavbûye ku her kes mûzima sebzeya xwe radikin û li tevahî gelê gund belav dikin. Ev kevneşopî Teanê ji gundên din cudatir dike. Di warê çandina daran de jî bi darên fistiqê Helebî û bi darên zeytûnê dewlemend e. Şêniyên vê gundî di demsala havînê de genim, ceh û nîskan diçînin.

Teanê jî para xwe ji aloziya Sûriyê girt

Piştî ku aloziya Sûriyê dest pê kir û di nav herêmên Sûriyeyê de belav bû gundê Teanê jî weke gelek gundan para xwe ji vê aloziyê girt. Hem Artêşa Azad hem jî DAIŞ derbasî gund bûn, lê ji ber ku welatiyên gund destê hev girtin nehiştin Artêşa Azad di nav gund de pir bimîne, ew jî bi hêza xwe ji nava gund derxistin. Di pêvajoya DAIŞ’ê de hin welatî îşkence û azar ji destê wan dîtin, lê ji bo di bin hikûmê wan de nejîn ji gundê xwe koçberbûn. Piştî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk avabû û pergala xwe li gundewarên Şehbayê belavkir, şêniyên Teanê vegeriyan nav mal û milkên xwe û mîna berê jiyana xwe domandin. Gundî dibêjin “Em bi saya Xweseriyê û hêzên xwe yên leşkerî vegeriyan cih û warên xwe û em niha gelek bi rihetî û bê tirs dijîn.”