“Bi hêviya vegera Efrînê dijîm”

Elîf Şêx Qenber a ji Herêma Efrîna ku ji hêla dewleta tirk ve hatiye dagirkirin û ji Efrînê hatiye koçberkirin, çîroka koçberî û zehmetiyê ku kişandiye vegot.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo-  Dewleta tirk a dagirker dîroka xwe ya qirkirina gelên Rojhilata Navîn qet ji bîr nake, ji bo wê jî her dem hewldana wê ya vejandina hukmê xwe yê Osmanî heye. Bi taybetî 10 sal in bi destpêkirina şoreşa Sûriyeyê re, dewleta tirk ev şer ji bo xwe derfetek dît. Li ser vî esasî şer, êrîş û dagirkirina xwe li her çar aliyên Kurdistanê berfireh kir û li ser çend werîsan dimeşe, kar dike. Di sala 2018’an de jî dewleta tirk dest bi operasyoneke hewayî ya li ser herêma Efrînê dest bi dagirkirinê kir bi hinceta parastina xeta xwe ya sînor ji tehdîdan. Di vî şerî de destaneke dîrokî çêbû ku gelê wê 58 rojan li ber xwe da û li cîhanê deng veda. Mixabin di dawiyê de dewleta tirk herêm dagir kir bi hukmê balafir û çekên giran û di encamê de jî bi hezaran welatî koçber bûn û bi hezaran sivîl jî hatin qetilkirin. Yek ji wan kesan jî Elîf Şêx Qenber ji Herêma Efrîn- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye bi temenê xwe 60 salî ku ew jî wekî gelek xelkê Efrînê bi darê zorê ji axa xwe hat koçberkirin. Di vê çarçoveyê de, Elîf Şêx Qenber çîroka xwe ji ajansa me re parve kir.

Projeya dewleta tirk a dagirkirina Efrînê û destana 58 rojan a berxwedanê

Elîf Şêx Qenber qala êrîşên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û destana 58 rojan ji berxwedaniya gelê wê kir û wiha dest bi axaftinê kir: “Jiyana me berî şer û êrîşên dewleta tirk li ser herêma Efrînê pir xweş bû lê piştî şer miletê me perîşan bû, em 6 malbat di nav hev de dijiyan ji ber ku mala me bû hedefa topbaranên dewleta tirk û çeteyên wê. Hêviya me ya rawestandina şer qut nebû, heta ji destên me hat, em li derdora Efrînê man ji bo vegerin bajarê xwe piştî ku şer bisekine. Tiştekî me nema li ser rûyê erdê, ewqas şehîd û bedel hatin dayîn, malên me hatin wêrankirin, herêma me hat talankirin û bi hezaran malbat hatin koçberkirin. Di şev û rojekê de bi dehan balafirên dewleta tirk li ser asîmanê Efrînê firiyan û xêliya reş bi ser me de geriya. Gelê Efrînê li hemberî êrîş û hovîtiya dewleta tirk berxwedaniyeke lehengî kir ku çawa herêmeke ewqas bi erdnîgariya xwe biçûk dikaribû 58 rojan li ber xwe bide pêşiya endamekî NATO’yê.”

“Ez bûm şahida şer û komkujiyê mala min hat topbarankirin û bi zorê ji warê xwe hatim derxistin”

Elîf Şêx Qenber da zanîn ku ew bûye şahida şer û gelek komkujiyên ku dewleta tirk li ser gelê Efrînê pêk anî her wiha got ku mala wê hatiye topbarankirin û bi darê zorê ji bajarê xwe hatiye derxistin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Em bûn şahidên gelek bûyerên bi êş û hov, dewleta tirk bi hezaran sivîl û zarok qetil kirin bêyî ku cudahiyê di navbera wan de bike, nedigot ev sivlîl e, ev leşker e, li her kesê dida wekî cinawerek hov. Ez jî neçarî ji bajarê xwe derketim, min digot ez ji mala xwe dernakevim lê top û bombebaranan çare li pêşiya me nehişt. Me pir zehmetî kişand heta ku em gihîştin Qamişloyê, bi me zehmet û giran dihat ku em ji bajarê xwe derketin bi zorê.”

“Dewleta tirk bê pîvan û bêexlaq tevdigere erdnîgarî û xwezaya me wêran dike û dide guhertin”

Elîf Şêx Qenber diyar kir ku dewleta tirk erdnîgarî û xwezaya herêma wan diguherîne û talan dike û wiha domand: “Navê wî bi xwe nexweş e, navê wî dijmin e û bi hemû awayan şer dike bêyî ku hesaban ji pîvanan re bike. Dewleta tirk guhertina demografîk li herêmên em yên ku dagir kiriye çêdike, malbatên çeteyên bi ser navê xwe ve li ser axa me û di malên me de bi cih dike, tu kes jî dengê xwe nake. Di heman demê de xwezaya wê dişewitîne, darên zeytûnan hemû talan kirin û tîcareta xwe bi riya wan dike.”

“Kesên niha li Efrînê mane di nava tirsê de dijîn rojane sivîl tên qetilkirin û binçavkirin”

Elîf Şêx Qenber bal kişand ser kiryarên dewleta tirk ên li ser gelê Efrîna dagirkirî ji qetilkirin û binçavkirinê ku dihêle niştecihên wê di xetere û metirsiyê de bijîn û got: “Heta roja îro yên ku li Efrînê mane tu feyde û xêrê ji jiyana xwe nadîtine, di herêmên dagirkirî de azadî û jiyana rehet nayê dîtin, rojane sivîl tên binçavkirin û qetilkirin eşkere li pêş çavên dinyayê.”

Elîf Şêx Qenber got ku xetera li ser wan heta roja îro bi dawî nebûye û dewleta tirk careke din gefan dixwe ku bajarên din jî dagir bike û wiha axivî: “Rast e îro em li bajarekî din dijîn lê gef û tehdîdên dewleta tirk bi dawî nebûne, dixwaze bajarên em yên din jî dagir bike, çi ji me dixwaze êdî em ê bi ku derê ve biçin, cih û war ji me re nemaye.”

“Hêviya me ji serok û şervanên me heye em ê bajarên xwe yên dagirkirî rizgar bikin”

Elîf Şêx Qenber desnîşan kir ku hêviyên wan bi serok û şervanên wan mezin in her wiha teqez kir ku dê bi ser bikevin û bajarê xwe rizgar bikin û wiha pêde çû: “Em ji van kiryarên dijmirovahiyê nerazî ne, em dewleta tirk bi tundî şermezar dikin. Cîhan li me mêze nake, dewleta tirk bi salan e bajarên me êrîş dike, topbaran dike, qetil dike, madeyên kîmyewî bi ser me de dibarîne û çend bajarên me jî dagir kir û dîsa jî tu kesê dengê xwe nekir. Em beşek in ji axa Sûriyeyê û ev welatê me hemûyan e bi tevahî pêkhateyan dîsa jî hikumeta Şamê dengê xwe nake wekî ku em ne ji vê axê bin. Êdî em ê hewara xwe bigihîjînin kê? Rûsya û Amerîka destekê nadin me û li gorî berjewendiyên xwe xebat dikin, ji bo vê yekê gere em xwedî li hev derkevin û pişta xwe bidin hev. Hêviya me bi serokê me Abdullah Ocalan û şervanên me yên Rojava mezin e, em ê bi ser bikevin û bajarên xw rizgar bikin ji destên dijmin.”

“Bi hêviya vegera Efrînê dijîm”

Elîf Şêx Qenber bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ev cihê bav û kalên me ye û em ji dema hatine dinyayê ve li vê derê dijîn, ev welatê me ye dê di dilê me de bimîne û nayê jibîrkirin. Eger Efrîn rizgar bibe ji çeteyan ez ê saetekê jî li vir nemînim, ez ê bi lingan biçim heta Efrînê. Emrê min pir nemaye û hêviya min jî vegera Efrînê ye, ez bi vê hêviyê dijîm.”