Walaa Shublaq bi wêneyên xwe bedewiyên li Xezayê nemir dike

Endezyar Walaa Şublaq ku hewil dide bermahiyên dîrokî û avahiyên kevin ên Xezayê bi naskirina wêneyên xwe biparêze, pêşniyar dike ku li şûna girtina van avahiyan veguherînin qadên ku jin dikarin li hev bicivin û hilberînê bikin.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Dema jin li gelek warên jiyanê serketî dibin, bi taybetî di warê hunerî de gelek afirîner in. Endazyarê ji Filistîn Xezayê Walaa Shublaq yek ji van jinên serkeftî û afirîner e. Walaa Shublaq ku bi projeyek hunerî ya bi navê "Masar" derbasê jiyanê kir, bi vê projeyê re bermahiyên dîrokî yên bajarê Xezayê bi wêneyên xwe belge dike.

Çîroka destpêkirina projeya ‘Masar’

Walaa Shublaq a ku diyar dike li malek kevin ya hewşek fireh û eywanek wê heye mezin bû, wiha dibêje: “Avahiyên arkelojîk ên kevin bala min dikşîne. Hilweşîna van avahiyan min xemgîn dike. Dema di kolanên kevnar ên bajêr de digerim, ez hestek ewlehî di avahiyên kolanên luks û bi mîmariya nûjen hatine çêkirin de nîne hîs dikim. Qey avahiyên kevn min hembêz dikin û min ji xetereyan diparêzin. Ji ber vê yekê min projeya xwe ya hunerî ya bi navê 'Masar' derbasê jiyanê kir. Yek ji sedemên ku min ber bi vê projeyê ve kişand, hilweşandina avahiya kevn a bajêr e. Li vir hilweşandin rewşek asayî bû û avahiyên kevn hedî hedî vediguherin avahiyên nûjen ku xweza û nasnameya xwezayê diguherînin.”

Dersên li zanîngehê digirt di qadê de pek anî

Walaa Shublaq di berdewamiya axaftina xwe de xebatên projeya xwe ya hunerî "Masar" vedibêje: “Min li gorî taxên kevn geriyam. Min hewl da ku piraniya qadên arkeolojîk xêz bikim. Min hinek ji wan bi telefona xwe kişand û di albûmeke taybet de kom kir. Min ji Mizgefta Omerî ber bi malên kevn ve rê derketim. Hemam, şêr, qesr, dêr û hemû tiştên aidê i serdemên cihêrenge şopa xwe li Şerîda Xezayê hiştine. Min dersên ku li zanîngehê girt li qadê pekanî. Min bi hesta berpirsiyariya li hemberî bajêr derketin rê û vê proje pêk hat. Min projeya xwe di encama hibeyek de pêk anî.”

'Ez dixwazim hemû avahiyan nasbikim'

Walaa Shublaq diyar kir heta îro wêneya nêzî 30 avahiyên kevn xêz kiriye û anî ziman ku bi hin çalakiyan re dê van avahiyan bide naskirin. Walaa Shublaq wiha diaxivê: “Em ê di rojên pêş de bi komek ciwanan ku ji xwendekar û derçûyên zanîngehê re pê kte, geştek pêk bînin. Ez plan dikim ku li ser medyaya dijîtal naverokek biafirînim, geştek li dar bixim, di vê geştê de avahiyên dîrokî bigerîn û çîroka her yek van cuda bi cuda vedibêjim. Ez dixwazim hay jê hebin û nifşek ku karibe mîrateya xwe ya mîmarî bi hezkirin û hêz girtina guhertinan biparêze ava bikim.”

‘Li hin herêman lêkolîner nayên qebûlkirin'

Walaa Shublaq a behsa astengiyên ku di dema lêkolînê de re rû bi rû dibîne kir, anî ziman ku li hin herêman lêkolîner nayên qebûlkirin û gelek caran bi awiran re hatiye rehetsiz kirin. Walaa Shublaq da zanin ku di dîtina madeyên xam ên madeyên ku di xêzên xwe de bi kar tîne de zehmetiyan dikişîne û diyar dike ku ew neçar dibîne murekeba ku di piyase de hesanî tê dîtin lê domdariya vê nîne bistîne û bikarbîne.

Di parastina mîrateyê de rola jinan girîng e

Walaa Shublaq baldikşîne ser girîngiya ku xebatmeşandina jinan ya bi taybet di projeyên parastina mîrateyên dîrokî de. Walaa Shublaq destnîşan kir ku ku jin berevajî mêran xwediyê avahiyeke ku ruhê hunerê kifş dike ye û van pêşniyaran dike: “Ji ber vê yekê piraniya kesên li malên kevnar dijîn jin in. Ev xaniyên hatine terikandî dikarin ji bo hin karên diyar de bên bikar anîn. Li şûna girtina van cihan mînak; dikare veguherin cihên ku jin li hev civin û hin tiştan fêr bibin, hunerên destan hilberînin, hobîyan pêş bixin û çavkaniya debarê dest bixin.”