Tabloyên Hêvîn Elî jiyana jinan vedibêje

Wênexêz Hêvîn Elî têkildarî xebatên xwe yên wênexêziyê got: “Xêzkirin neynika mirove ku mirov dikare pê hestên xwe bîne ziman.”

ŞÊRÎN MİHEMED

Qamişlo - Xêzên li ser hev wêneyek çêdikin ku peyamek dişîne, pirî caran rûyê jinek xemgîn an jî bextewar, dayikek an keçekê di xêzên wêneyan de tê resimandin. Hêvîn Elî ya 19 salî dibêje ku ew meyla xêzkirina jiyana jinan dike, xêzên wê yên ku piraniya wan jin in, hêza ji çîrokên jinan digire di nava berhemên wê de dihewîne, jin her tim di xêzan de bi hêz in, li gel ku xemên cîhanê hildigirin jî hêzdariya wan diyarkere û ji her kesî re dilovaniyê nîşand dide. Hêvîn Elî ji cudahiyê bawer dike û di wê baweriyê de ye ku her mirovek xwedî rêyek e ku hestên xwe derbixe, hunermendek jî dihesibîne ku ev yek rastiya jinê dihewîne û hêza wê jî tîne ziman.

Hevîn Elî ketina cîhana jinê ya bi wênesaziyê ji bilî mîratek ne tiştekî din e, jin di hunerê de xwedî hebûneke kûr e ku bi awayekî sembolîk wateya jiyan û xwezayê dide xuyakirin û wiha domand: “Rola jinê di hunerê de bi hebûna wê ya fikrî re herikbar bûye. Civaka Qamişlo ji gelek çandên wek Ereb û Kurd û baweriyên wek Misilman û Xiristiyan re vekiriye. Min ji 8 saliya xwe ve dest bi xêzkirinê kiriye, piştgirî ji min re nehatiye, ji ber ku malbata min dibîne ku ez jî wek her zarokekî di vê qonaxê de ji xêzkirina wêneyan hez dikim. Tabloyên min bi giştî li ser jinan in, êşa ku jin dikşîne û hêza wê nîşan dide. Hin tabloyên min bi mijarên xwezayê re girêdayî ne. Xêzên min ên despêkê bi qelemê bûn, paşê min komir bikar anî. Piştî ku min fêm kir divê ez xwe pêş bixim zêdetir jêhatîbûn min derket pêş û bi xwe bawer ketim nava mijaran. Min dest bi xebatê kir ku xwe bi xêzkirinê pêş bixim da ku ez bikaribim bi hemî rêbazan xêz bikim. Piştî ku min jêhatiya xwe pêş xist, min bi gelek awayan dest bi xêzkirinê kir. Di nav de komir, ava akrilîk û lîber jî heyî min gelek rêbaz bi karanîn. Rêbazên xêzkirinê yên herî zêde bala min kişandin boyaxên rûn in, ji ber ku ez bi serbestî dikarim boyax bikim.”

Hêvîn Alî behsa tabloya xwe ya bi navê "Hêvî heye" kir û anî ziman ku wê herî dawî ev wêne kişandiye û destnîşan kir ku ji bo kişandina wê 5 rojên cuda derbas bûne û wiha got: "Min rengê rûn bikar anî û gelek rengên weke narincî, zer û qehweyî tevlî hev kirin. Di hemû tabloyan de zer bikartînim. Ji ber ku ew hêvî û xweşbîniyê dide min û hêzê dide min.”