Tabloyên Hana Mîko vedenga pirsgirêkên jinan e

Hunermend Hana Mîko bi rengên tablo û hunera xwe dixwaze mijarên jinan vebêje û sînorên ku jinên Mexribê di nav wan de mane bişkîne.

HANAN HARITE

Mexrîb – Hunermendên jin bi wayek bi hêz di ware çandî de li Mexribê li pêş in. Ew bi hunera xwe xem û mijarên jinan der dikin di rengên tabloyên xwe de nîşanî civakê didin.

Hunermend Hana Mîko, ji xeyal û rastiya xwe ya xurt çîrokan tîne di tabloyên xwe de werdigerîne her wiha di workşopên perwerdeya pedagojî de bi xwendekarên xwe re jî rihê hunerê mijarên mirovahiyê yên cuda û mijarên jinan bi taybetî ji wan re vediguhezîne.

Pêvajoyên hûnerî

Der barê destpêka karê xwe yê hunerê de Hana Mîko wiha dibêje: “Ji zaroktiya xwe ve min ji xêzkirinê hez dikir, dayik û bavê min ew tişt dîtin û piştgiriya min kirin ku ez bi rêbazeke baş xwe tê de xurt bikim. Piştî min beşa wêjeya Erebî xwend, ez ketim dibistana bilind a hunerên xweşik li Dar Al-Baydaa, min dîplomaya wê girt û pişt re min dest bi karê perwerdekirina hunerê kir.”

Li gorî nêrîna Hana Mîko, hunerên xweşik ji cîhanek bi hest û rengan bêk tê. Xweşikbûna xwezayê û kûrbûna hestên mirov vedibêje, ew bi xwe perwerdeyek hestan e ji xwendekarên xwe re vediguhêze, wisa huner dibe rêbazeke jiyanî xwşik. Ne tenê ji bo derbaskirina demê ye lê çêja hunerî hîsî û guhdarî ye bi hemû têknîkan û madeyên xwezayî û çêkirî tê pêşkêşkirin. Hana Mîko dibêje: “Ez hewl didim xwendekarên xwe fêr bikim ku hunerên xweşik çêjeke hîsî û guhdarî ye, ew dikarin bi riya hemû teknîkan xwe û hestên xwe di hunerê de derxin. Ew rewşeke afrîner e bi gelek hestan estetîkek taybet dide jiyana mirovan.”

Hana Mîko girîngiya hunerê bi hemû cureyan destnîşan dike ji ber ku huner gel armanc dike lewma divê bi awayê xîtabkirina hestên gel bê pêşkêşkirin, bi têgehên nêrînê ji çand û derdora xwe digihîje wijdanê kesan û çêja wan giştî bilind dike.

Hana Mîko dibêje: “Ez hez dikim bi kurtiyên kesayetan re mijûl dibim û girîngiyê didim her tiştê bi nakok. Rengan tevlihev dikim tê de estetîkê dibînim ku ronahî û reş berz dike û kûrahiyên estetîkî derdixe tabloyeke nû derdikeve holê. Her wiha ez wêneyê rastîn bi avakirinek xeyalî sembolîk û surealî tevlihev dikim.”

‘Jin ne tenê beden e jin giyan e’

Hana Mîko der barê tîmên ku perwerde dide wan de jî dibêje: “Ji destpêkê ez girîngî didim jinan û mijarên wan, ez hestên jinan vediguhêzim, bê hest em nikarin bijîn. Her dem di tabloyên xwe de hewl didim waneyên erênî li ser jinan bidim bi riya sembolên taybet. Dixwazim nîşan bidim ku jin ne tenê beden e, giyan e. Hunermend herî zêde jinan hîs dikin ew nêzî jinan in û dikarin baş hest û mijarên jinan derbirînin. Ji ber ku ez jin im ez kesê herî zêde jinan hîs dikim lê mêr jî dikarin xemên jinan derbirînin. Bêguman jinên hunermend herî zêde di wê mijarê de xwedî hest in ji ber hestên hemû jinan nêzî hev in. Jin bi xwezaya xwe hestiyar in, sebir, xewn, xeyal, vîn û daxwazên xwe vedibêjin.”

Mijarên tabloyên wê

Der barê mijarên ku dixwaze di tabloyên xwe de nîşan bide Hana Mîko wiha dibêje: “Ez hemû mijarên mirovî girêdayî jinan digirim dest. Wêneya wan rastî vedguhêzim, hemû rewşên niha zehmet weke şer û nexweşiyan derbirînim, wan hemûyan jî di qalibekî çandî, hunerî û afrîner de pêşkêş dikim. Bi riya vê tabloyê ez dixwazim bibêjin ku jin jêdera hestan û fikreke kûr e. Jin dikare biafrîne, bi riya enerjiya wê ya xurt a ji hundirê wê derdikeve. Bi enerjiya xwezayê weke rojê, ev jî temamkirinek wijdanî ya kesayeta jinan bi xwezayê re ye.”

Hana Mîko bi riya tabloya bi navê “Jin di navbera jêder û îlhamê de” dixwaze bibêje ku jin jiyan e û zemîneke bi hestan û fikreke xwezayî afrîner xurt e. Îlhamê dide hemû derdora xwe ji zanist, estetîk, zeman û cîhanê jî. Her wiha dibêje ku ew dixwaze qeydên ku jinan di civakan de sînordar dikin vebêje bi riya tabloya bi navê “Piştî şikandina qeydan” ev tablo derbirandina şikandina qeyd û rêgezan e, fikrên pêşketî, nûjen, afrîner di hemû cîhan, huner, teknîk û têgehan de bi wêrekî xurt dike.

Qada hunerê ya li Mexribê

Civaka Mexribê êdî baş rola hunerê bi giştî dizane ku huner nifşan diparêze. Ew rêbaza herî baş e di pêşxistina civakan de, hejmara hunermendên hunerên xweşik zêde bûye, festîval û bûyerên hunerî jî bi awayekî balkêş xurt bûne.

Der barê rewşa hunermendên jin ên li welat de hûnermedn Hana Mîko wiha dibêje: “Berê hebûna jinên hunermend di dîmenê çanda Mexribê de lewaz bû, ji ber gelek sedeman weke mejiyên paşketî ku didîtin jina hunermend ji riya axlaqê civakî derdikeve. Lê îro hebûnek jinên hunermend baş heye dikarin serweriya mêran a bi dehan salan serwer e bişkînin. Vekirinek di civaka Mexribê de îro heye, derfet ji bo jinan çêbûn ku tevli hemû waran bibin, xwe derbirînin. Tevli jiyana giştî bibin mafên xwe bistînin û pêşengehên komînal û yên tekane jî birêxistin dikin.”

‘Pêwîst e jin tevli hemû mercên jiyanê xwe di warê hunerî de bi pêş bixin’

Hana Mîko di dawiya axaftina xwe de qala serkeftinên ku hûnermendên jin li hemberî zayendparêziya civakî bidest xistine kir û wiha got: “Hunermendên jin îsbat kirin ku ew dikarin li pêş mejiyên kevirî rawestin, rastiya îro li pêş me nîşaneya serkeftinên wan a mezin e di tevgera afrandina xweşik de, gelek hunermendên afrîner ên dirust hene hunerê xwendine û rewşenbîr in. Hinek ji wan jî di qada hunerî û giştî de çalakvan in, hemû bi mijarên girîng beşdar dibin, ezmûn, teknîkên wan ên pêşketî gelek in xwedî nirxek hunerî yên mezin in. Divê jin tevî hemû şert û mercên jiyanê xwe bi hemû rêbazên derbirînê hunerî be yan bi riyên din be bi pêş bixin. Divê dê û bav jî piştgiriya keçên xwe bikin ew keç bi xwe jî girêdayî kêrhatiyên xwe bin, gelek hunermend hene xwe bi xwe ava kirine, bawerî bi kêrhatiya xwe kirine û astengiyan derbas kirine.”