Sînemager Lîsa Çalan: Sînemaya Kurdî wek gel bi berxwedêr e

Sînemager Lîsa Çalan a ku sînemaya Kurdî wek 'Sînemaya berxwedêr' pênase dike, diyar kir ku berxwedana jinên Kurd jî bûye mijara gelek fîlman û bal kişand ku jinên Kurd bi berxwedanên xwe re îlham bûyîne wêdetir di cîhanê de guhertinek jî afirandin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Berxwedana jina Kurd a ku bi salan e li dijî polîtîkayên kedxwarî, komkujî û şer berxwedanek mezin dide, îro bi gelek fîlmên ku tên kişandin re ji cîhanê re dibe îlham. Dema di fîlm û belgefîlmên wekî “Hêza”, “Kobanê” û “Keçên Rojê” de berxwedana jinên Kurd û Êzidî cih digrin, çîrokên ku tên vêgotin jî ji aliyê bi milyonan kesan ve tê temaşekirin. Sînemaya Kurd ku li dijî polîtîkayên şer ya li herêmê tê meşandin cih dide berxwedana gel û rastiya civakê roj bi roj mezin dibe, bê rawestan hilberîna berheman jî didomîne.

Piştî salên salên 2000’î dest bi bilindbûnê kir

Piştî avabûna sînemayê yekemîn pêşandana vekirî ya ji gel re di 28’ê Kanûna sala 1895’an de ji aliyê birayên Lumière ve hat li dar xistin û 31 sal piştî vê pêşandana yekem fîlma “Zare” hat kişandin. Di sala 1933’an de bi navê Kurdên Êzidî ku balê dikşîne li ser jina Êzidî Zînê û piştre belgefîlma binavê “Kurdên Ermenistana Sovyetê” hat çêkirin. Sînemaya Kurdî ya ku demekê rawestiya, bi fîlmên Yilmaz Guney li hemû cîhanê hat naskirin û di salên 2000'î de dest bi bilindbûnê kir. Dîsa di sala 1990’an de fîlma ku ji berhema Ehmedî Xanî ya bi navê Mem û Zîn hatiye çêkirin, ji temaşevanan re hat pêşkêş kirin. Sînemaya Kurdî ku ji bilî fîlmên li ser jiyana gelê Kuer û xiyanetên wek gel rastî hatine, gelek caran mijarên wekî evîn, hêzkirin û wefadariyê di nava xwe vedihewîne, derhêner Halîl Dag ê dibêje “têtîka me deklanşor e” û şopdarên wî pêş de çû û bal kişand ser têkoşîn e.

Sînemaya Kurd îlham dide cîhanê

Sînemaya Kurdî a ku di nava şerekî ku bi salan berdewam dike de pêş dikeve, bi çîrokên xwe re îlham dide cîhanê. Têkoşîna jinê Kurd hem di sînemaya Kurd û hem jî di sînemaya cîhanê de rola serekê de cih digre, fîlm û belgefîlmên ku di pêvajoya dawî de tên kişandin ji temaşevanan re jî notên tam digrin. Me der barê sînemaya ku di pêvajoya dawî de hilberîna didome de, bi Endama Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn Sînemager Lîsa Çalan re axivîn. Lîsa Çalan a ku sînemaya Kurdî weke 'sînemaya berxwedêr' pênase dike, da zanîn ku di vê pêvajoya ku teknolojî serwere de sînema ji bo wan pir girîng e.

'Sînema qadeke hunerî ya pir berfireh e'

Lîsa Çalan der barê sînemaya Kurdî de wiha axivî: “Sînemaya Kurdî gelek nû ye, sînemayek ku hêj biçarlûkan diçe û hewl dide xwe biafirîne ye. Dema em di nava vê hewldana xwe afirandinê civakî dest bigrin, vediguhere sînemaya berxwedêr. Wek gelê xwe, wek pêvajoya ku bi salan e didome, di vê dîrokê de gelek destkeftî, şervan û çîrok hene. Sînema qadeke hunerî ya pir berfireh e; di nava vê de hem wêje, hem deng û hem jî reng heye. Ji bo me bihêzbûna sînema pir girîng e. Niha di cîhanê de yek ji şaxên ku wek herî çalak rol dilîze sînema ye. Hema bejê di destê herkesî de telefon heye û gihîştina sînemayê hin zêdetir hêsantir e. Wergerandina pirtûkekê ji bo zimanên cuda demek pir dirêj e, lê kişandina fîlmek û belavkirina li seranserê cîhanê hinekî din bi bandortir û hêsantir e.”

‘Sinemaya Kurdî bi têkoşîna jinê û civakê re destpê kir’

Lîsa Çalan da zanîn ku bi dirûşma ‘Sinemaya têkoşînê dike’ berhem didin û hedefa wan çirokên li ser van xakan, ne tenê Kurdistanê em belava hemû cîhanê bikin û bal kişand li ser girîngî di nava vê pêvajoyê de avêtina gavên xurt. Lîsa Çalan dest nîşan kir ku şerê didome bandor li pêkhatina di qada sînemayê dike û ji ber wê jî ev 20 salên dawî fîlm bi awayekî aktîf tên kişandin û wiha got: “Ji bo sînemayê pêwîstî danehevek  heye û dema ev danehev çêdibe çîrok hin zêdetir tê vegotin. Di vî warî de rêyeke me ya pir dirêj heye. Afirandina me ya nasmeya Kurd û li erdnîgariyê hebûna xwe avakirin, sed salek berdewam kir. Dîtina xwe û afirandina çîroka xwe jî demek dirêj digre. Di vê heyama dirêj de jî divê gavên xurt bên avêtin. Sînemaya Kurdî bi Halîl Dag û civak û jina berxwedêr e dest pê kir. Ger em hin raboriyê re biçin, fîlma Zara ku yek ji kevirên bingehîn ên me heye û ev jî li Ermenîstanê hat kişandin.”

‘Çîrokên berxwedaniyê di perdeya sipî de hate teyisandin’

Lîsa Çalan destnîşan kir ku têkoşîna jina Kurd ku di cîhanê de bûye mînek, di van salên dawî de bi sinemayê re bûye yek û çîrokên berxwedaniyê di perdeya sipî de hatiye teyisandin û bal kişand ku filim li cihanê guherinek mezin dide avakirin. Bi çîrokên dayikên Kurd, dema dayiksalartî ku ji jinan dizine û têkoşîna jina Kurd cardin hate ditîn û wiha got: “Di dîroka sinemaya de jin her li pêşiya kamereyê bû, bi giştî li ser bedena wê karekter diramatîze dikirin. Ger wisan bigre dest di sinemayê de rola jinê û cihê wê tê nîqaşkirin. Li beramebrî vê hem em hem jî femînistên cîhanê têkoşînê dikin. Ger em bêjin jina Kurd d sinemayê de xedî kijan profilê ye; em ev çil sale têkoşînekê didin meşandin. Pêeşngê vê yekê jî gelek jê jin bûn. Bi pêvajoya Kobanê re yê herî ku li beramberî şer têkoşîn kirî jin bû. Eve ji bo cîhanê jî bu îlham û eve ji şlhambûnê zêdetir li cîhanê guherîn da avakirin.”

‘Têkoşîn bi sinemayê belavî hemû cihanê bûye’

Lîsa Çalan bi bîrxist ku ji bo gelê Kurd û têkoşîna jina Kurd bi cîhanê bide naskirin cihek giring yê sinemayê heye û diyarkir ku wê berhemdayîna di van qadan de berdewam bike û wiha got: “Çima jina Kur ji bo sînemayê gelek dibe îlham. Di nava sînemayê de fikir û felsefe heye, şerê û têkoşîna jinê hem bi fikrî û hem jî fîzîkî heye, gelek derhêner ji Rojava û Avrûpa tên dixwazin têkoşîna jina Kurd bi kêşin. Gelek jê belgeselan çêdikin, çîrokên bi hunandî çêdikin. Ji bê vê têkoşînê belavî cîhanê bikin, sinema cihek yê wê yê giring heye, filmên ku tên kêşan ji têkoşîna jina Kurd îlhamê digrin.”

‘Şer heye, lê belê li kêleka wê têkoşîn jî heye’

Lîsa Çalan got ku divê sinemaya Kurdî bi zanabûn ziman, erdnîgarî û bingehê wê were kêşan û wiha dom kir: “Di çîrokên Kurdan de bindestî di pilana pêş deye, lê belê di van 15 salên dawî de gelek aliyê me ya berxwedaniyê derket pêş. Li ser van xakan şer heye, lê belê di heman demê de li kêleka wê têkoşînek jî heye. Eve di nava sinemayê de ev têkoşîn gelek tê ditîn û belavî hemû cîhanê bûye. cihanê jinên Kurd bi vî awayî nas kir, roja sinemayê bi vî awayî derket holê.”

Di derbarê Lîsa Çalan de

Lîsa Çalan derhênera Kurd, senarîst, lîstokvan û derhênera hunerê ye. Lisa Çalan endama akademiya Sinemaya Rojhilata Navîne, imzaye xw eli bin filmek kurt de daye û di gelep filmên metraka wê dirêj, belgesel û projeyên zincir de cihê xw egirtibû. Beriya hilbijartinên 7’ê Hezîrana sala 2015’an de li mitinga Amedê êrîşa bimbeyî çêbû û di vê êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest û ji 100’an zêdetir birîndar bûn. Lîsa Çalan jî ji vê êrîşê birindar bû û herdû lingên xwe ji dest da. Lîsa Çalan di festîfala navnetewî ya Kerala ya filman ya 26’emîn ku li Hindistanê tê li darxistin de layîqî xelata salê ya ruhê sinemayê hat ditîn. Lîsa Çalan xebatçn xweyê nivisandina seneryoyan berdewam dike.