Raya El-Dabbas: Cudakariya zayendî di qada çandê de rola jinan ji holê radike

Helbestvan û nivîskar Raya El-Debbas bi hêviya beşdariyeke berfireh a jinan e di qada çandî de ye, teqez kir ku qalibê serdest ê li ser rola jinan, wan ji qada çanda Urdunê ku jin stûna herî diyar in tê de dûr xistiye.

SURA AL-DOMOUR

Urdun- Endama desteya îdarî ya Komeleya Nivîskarên Urdunê, çîroknûs û nivîskar Raya El-Debbas, piştrast kir ku hebûna jinan di qada çandî de di van demên dawî de bûye şahidê pêşveçûnek berbiçav û da zanîn jin rastî gelek zehmetiyan hatine ji bêparkirina perwerdeyê heta nêzîkatiyên civakê ji gelek waran ve astengî dîtine lê tevî vê yekê jî di qada çandê de xwedî mîraseke baş in.

“Ji sê kesan yek ji endamên komeleyê jin e”

Endama desteya rêveber a Komeleya Nivîskarên Urdunê, çîroknûs û nivîskara ku li ser wêjeya zarokan dinivîsîne, Raya El-Debbas ji ajansa me re axivî û diyar kir ku pêşketina di qada çandê de bi radestkirina payeya Wezareta Çandê ji Heyfa El-Nejar re hatiye eşkerekirin ku yek ji jinên pêşeng û bi bandor di warên akademîk, perwerde û çandê yên Urdunê de tê hesibandin.

Raya El-Debbas diyar kir ku ji 3 kesan yek ji endamên Komeleya Nivîskarên Urdunî jin in, hejmara wan nêzî 270 jinan e, di navbera wan de nivîskar, helbestvan û romanûsên ku di qada çandî û rewşenbîrî ya Urdunê de cihek berbiçav bi dest xistine jî hene. Ev jî nîşan dide ku jin di hemû warên cuda, yên çandî de jî di nav de dikarin bi mêran re têbikoşin.

“Yek ji stûnên herî diyar ên qada wêjeyê jin in”

Raya El-Debbas anî ziman ku tevî vê yekê jî hê beşa çandê ji ber gelek kêşeyan êşê dikşîne ev yek jî rê li ber cudakariya li dijî jinan di qadê de nagire. Her wiha da zanîn ku yek ji stûnên herî diyar ên vê qadê jin in, çi helbestvan, romanûs, nivîskar û hunerên din ên çandî bin, tê de jin aktorên herî girîng in.

Raya El-Debbas daxwaz kir ku jin bên piştgirîkirin û derfetek têr ji bo wan were dayîn ji bo pêşkêşkirina berhemdariya xwe, nemaze dema ku ew bigihîjin temenê teqaudê û li ser bingeha ezmûn û merîfetê bi wan re danûstandin were kirin.

Raya El-Debbas hêvî dike ku dadmendî û wekheviya zayendî pêk were û girîngiyek taybet ji bo jinan di warên curbecur de bê dayîn. Di nav de qada çandî jî heye ku ji tu çalakiyek rewşenbîrî û civakî ne kêmtir e. Bihêzkirina jinan tê wateya bihêzkirina civakê.

Rêveberiya pirtûkxaneyê kir

Der barê serpêhatiya xwe de wek Rêvebera Karûbarên Pirtûkxaneyê li Pirtûkxaneya Niştimanî ya Urdunê ya berê ku derfet da wê de jî dibêje ku dîmenê çandî û tiştê ku rewşenbîr, lêkolîner û nivîskar bi giştî ji wan êşê dikşînin, ev ezmûn beşdarî çavdêriya wê ya li ser gelek însiyatîfên têkildarî pêşxistina rola jinan e. Her wiha da zanîn ku guhertina nêrîna qalibgirtî ya rola wan di civakên dûr û yên li deverên gundewar dijîn de girîng e, ji bo vê yekê li paytext Umanê, di nav wan de însiyatîfa "Pirtûka te hevala te ye" ku armanca wê agahdarkirina jinên temenê wan mezin û jinên ciwan bû ji mafên wan hebûn.

Her wiha însiyatîfa "Zarokên Me, Jiyana Me ne" dest pê kir ku bi zarokan re eleqedar bibe û wan perwerde dike ji bo afirandina nifşeke xwedî hişmendî yên ku nirxê jinan di civakê de dizanin ku ev beşek bingehîn in.

Ji ber xebata xwe xelat girt

Raya El-Debbas xelatek bi navê "Di dema xwe ya vala de afirîneriya xwe nîşan bide" wergirt ku ev xelata yekemîn e li Rojhilata Navîn. Armanca wê alîkariya civakê ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku ji wan êşê dikşînin e wek tundiya li ser jinan û nava malê, tundiya li ser zarokan û çewisandin.

Raya El-Debbas amaje bi wê yekê jî kir ku ev beşdarbûn cureyekî ji motîvasyonê ye ji bo jinên beşdar di vê însiyatîfê de ku derfetê bide wan bigihîjin armancên xwe, nemaze piştî hevdîtina bi hejmarek ji jinan li girava "Balî."

Her wiha Raya El-Debbas xelata baştirîn "çîroka serkeftinê" ya Wezareta Geşedana Beşa Giştî girt, bi riya rola xwe ya zêdekirina sererastkirina di zagona Pirtûkxaneya Neteweyî ya ku temsîliyeta pêşkêşkirina karûbaran bû.