Rana Batrawî bi peykerên xwe balê dikşîne pirsgirêkên jinan

Hunermend Rana Batrawî xweşikahiya jinan a xwezayî bi riya peykeran vedibêje. Bi peykeran nîşan dide ku ew bi hunerê li dijî kevneşopiyên civakê yên jinan sînordar dikin têdikoşe.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Di holek biçûk de, li ser maseyeke ji maseyan hinek peyker hene, hunermend Rana Batrawî gelek ciwan fêrî hunera çêkirina peykeran kirine. Ezmûna xwe kûr û dirêj bi vî karî re bi dehan peykerên herî û hexin çêkirine vediguhêze wan ciwanan. Ev huner rêbaza jiyanê ye fikir û mijarên civakê û yên jinan bi taybetî vedibêje.

Rana Batrawî, profesora zanîngehê, perwerdekar û hunermendek e. Gelek berhemên wê weke peyker û berhemên wêne û deng tê de kom dike. Ew dibêje ku ji zaroktiya xwe ve wê ji vê hunerê hez kiriye, heta dema xwendina zanîngehê dikaribû li ser vê hunerê kar bike ji ber ku ew li Erebistana Siûdî dima. Wê ji hunera peykerkariyê hez kiribû ji ber hêza wê ya ku hebûna jinab û mijarên wê yên cuda derbibirîne, rewşên ku jin bi xwe nikarin îfade bikin ev hunera vedibêje.

Bi peykerên xwe balê dikşîne pirsgirêkên jinan

Rana Batrawî ya bi peykerên xwe balê dikşîne pirsgirêkên jinan dibêje: “Ew berhemên min rastî gelek rexneyan hatin weke şermê dîtin lê ez dibînim ku peykerkirina bedena jinan û xweşikbûna wê xwezayî ye. Huner ne dijberî tiştekî ye, ji bilî kevnşopiyên civakê yên ku bijareyên jinan sînordar dike, civak jinan bi zorê dizewicîne ji bo ku temenê wê-an mezin nebe, hin pîşeyên taybet di zanîngehan de dixwînin. Jin neçar in bi bijareyên civakê razî be da ku xwe rizgar bike, ev tiştê ku ez hewl didim bi riya berhemên xwe bigihîjînim gel.”

Ji bo Geliyê Xezayê bi 25 hunermendan re li Berlînê tevli xwepêşandanê bû’

Mijarên jîngehê jî di berhemên Rana Batrawî de diteyise. Tevî 25 hunermendên ji hemû cîhanê beşdarî xwepêşandaneke jîngehî li bajarê Berlînê bû. Mijara wê Geliyê Xezayê bû berê ew cihê qirêjiyê bû veguherandin rezerva xwezayî. Ew pêşeroja ronî ya li pêş gelî bi keda xelkê Xezayê û bi alîkariya saziyan vedibêje.

Der barê xebatên peykersaziyê de Rana Batrawî dibêje: “Ev huner pêwîstiya wê bi kedekî bedenî ya mezin heye, ji ber ku di gelek pêvajoyan re derbas dibe. Hemû dem û taqeta hunermend digre, ji destpêka kar ve bi qalibê hesinî heta tevlikirina herî ya di nav de û çêkirina peykerê sêalî li gorî pîvanên bingehîn hewce dike ku di girse, nîsbet, cih û dereceya raman tê sepandin û bi hilberîna dawî ya ku li ser tê xebitandin re hevahengiyek çêbike. Li gor wê fikra madeya xwerû ji bo kar tê hilbijartin dibe ku arî be yan herî an cibs. Ev made di bazarê de tune ne, qalibên hesinî jî nakevin bajara dorpêçkirî, dema hebin jî buhayê wan zor e, hunermend nikarin bikirin.”

‘Di peykersaziyê de dar, hesin, ax, kevir û rengan bi kar tîne’

Rana Batrawî di peykersaziyên xwe de alavên darî, hesinî, herî, kevir û rengên cuda bi kar tîne da ku berhem xweşiktir bibe. Ji ber rewşa aborî di welat de wê berhemên xwe li Xezayê nefirotine, berhemên wê ji derve ji aliyê gelek kesan tên xwestin.

Perwerdeyên taybet da jinan

Li Xezayê ev huner rastî nerazîbûna gel hatiye û nehiştine ku vî karî bikin lê Rana Batrawî perwereyên taybet bi jinan û kebaniyên malan û dayikan re li dar xistin da ku bibêje çawa rola vê hunerê li ser tendirustiya wan a derûnî heye. Bi saya xebatên wê gelek kesên dijber piştgirî dan û guhertinek di fikrên jinan de çêkirin.

Rana Batrawî diyar dike ku peykerên wê ji ber nebaşbûna heriyê piştî temam dibin dişkin, ev herî tenê li Xezayê heye. Tevî van astengiyan jî wê gelek berhemên baş çêkirine û niha portreyan çêdike. Her wiha ew piştgiriya keçan dike ku tevî hemû rexneyên civakê û malbatê jî kêrhatiyên xwe bi pêş bixin, ji ber ku bandora vê hunerê ya erênî li ser wan û tendirustiya wan a derûnî heye.

Bi peykeran hewl dide rewşa jinan û civakê vebêje

Xwendekar Semer Zaereb dibêje ku wê hez kiriye tevli perwerdeya peykersaziyê bibe da ku kêrhatiyên xwe yên taybet bi pêş bixe. Ew bi xwe jî wênesaz e, armanca wê ew e ku wan wêneyan veguherîne peykerên ku rewşa civak, jin, zarok, şer û penaberan vebêjin. Piştî çend hewldanan ew dikaribû bi riya avê peykerekî baş amade bike.