Pêşangeha pirtûkên Kurdî li bajarê Qamişlo bi dawî bû

Yekemîn Pêşangeha pirtûkên Kurdî ya li Bakûr û Rojhilatê Surî ku bi boneya Cejna Zimanê Kurdî di 15’ê Gulanê de hatibû destpêkirin, îro li bajarê Qamişlo di roja xwe ya 3’emîn de bi dawî bû.

Qamişlo- Bi boneya 15`ê Gulanê (Roja Zimanê Kurdî) Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê vekir. Di vê pêşangehê de gelek aliyên mîna Dîwana Wêjeyê, Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurd ên Sûriyê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û zêdetirî 15 weşanxaneyên li Rojava beşdar bûn. Hêjayî gotinê ye ku pêşangeh, li Navenda Muhemed Şêxo ya Çand û Huner a li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlîbûn û serdana bi dehan ji şêniyên bajêr ve hat meşandin.

Bi armanca pêşkêşkirin û gihiştina berhemên wêjeyî yên nivîskarên kurd ber destê nivşên nû û da ku mayinde bibe ev wêje, ev pêşangeh geştir bû ku zêdetirî 10 hezar pirtûk di hundirê xwe de dihewand.

“Armanc ne kirîn û firotina pirtûkan e, armanc piştgirtî û xwedîderketina li zimanê me ye”

Zara Muhemed Endama Rêveberiya Weşanxaneya Şilêr ku ew jî bi pirtûk û berhemên xwe beşdra bûne, girêdayî bidawîbûna pêşangehê, wiha nêrîna xwe parve kir: “ bi boneya 15’ê Gulanê (Roja Zimanê Kurdî) Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê yekemîn pêşangeha pirtûkên kurdî li dar xist, em jî wekî Weşanxaneya Şilêr bi 102 navnîşanan di vê pêşangehê de beşdar bûn. Her wiha em hêvî dikin ku di salên pêş de, çi pêşangehên kurdî çêbibin, em miletê xwe li wir amade bibînin. Armanc ne kirîn û firotina pirtûkan e, armanc ew e ku em hîn bêtir piştgirtiyê bikin û xwedî li zimanê xwe derkevin.