Nivîskara Lîbyayî Fatima El-Hacî bi romana xwe ya "Rehîl Arîs" êşa gelê Lîbyayê vedibêje

Nivîskara Lîbyayî Fatima Salim El-Hacî di romana xwe ya nû "Rehîl Arîs" de behsa êş û azarên gelê Lîbyayê bi giştî û êşên xwe bi taybetî di dema şerê li ser welat de kir.

NAZIHA BOUSSÎDÎ

Tûnis - Nivîskara Lîbyayî Fatima Salim El-Hecî ji bo pêşkêşkirina romana xwe ya nû ya bi navê "Rehîl Arîs" ku ji aliyê Weşanxaneya Xerîf ve li Tûnisê hatiye çapkirin, serdana Tûnisê kir û hin hevdîtin bi rexnegir, kesên bi romanê re eleqedar dibin û rojnamegeran re organîze kir. Bertekên li ser naveroka romanê erênî bûn.

"Roman qêrînek bû li dijî vî şerî û tawanên wî"

Nivîskar Fatima Salim El-Hecî diyar kir ku wê di romana xwe ya Rehîl Arîs de behsa êşa jiyana xwe ya kesane û êşa welatê xwe kiriye û wiha pê de çû: "Roman qêrînek bû li dijî vî şerî û tawanên wî her wiha li dijî hovîtiya ku me di Bihara Ereban de dît. Nivîsandina li ser şer ne hêsan bû. Karakterên romanê ji rastiyê û ji aîdiyetên cuda hatine. Roman her karekterek bi şert û mercên wî dide nasîn û her yek di vê romanê de hincetên wî hene lê her yek dixwaze tola xwe ji yê/a din bigre. Di romanê de min behsa tecawizê kir ku wek jinekê gelek bandor li ser min kir. Min xwest ku ez zêdetir balê bikşînim ser wateya tecawizê û tiştên ku piştî wê diqewimin. Her wiha min tê de behsa êşên zarokan jî kir. Roman bang li me dike ku em bi hev re bibin yek."

"Ger îmkanên min ên aborî hebûna, min ê romanê wergeranda zimanên din jî"

Fatima Salim El-Hecî da zanîn ku bavê wê bandorek mezin li ser damezrandina wê ya zanistî û zanînî kir, ji ber ku ew ji temenê xwe yê piçûk ve di nivîsandina helbest û romanê de jêhatî bû, wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ez di demên dijwar re derbas bûm û ez hê jî li ber xwe didim her tiştê ku jiyana de derbas bûne bi nivîsandinê der dikim ji ber ku ew tenê nefesa min e. Ger îmkanên min ên aborî hebûna, min ê romanê wergeranda zimanên din jî ji bo ku cîhan naveroka wê bizanibe."