Li Xezayê Hemama Es-Samara ya dîrokî

Lêkolînera dîrokê Nora Deeb der barê hemama dîrokî ya Es-Samara ya li Xezeyê de agahî da û diyar kir ku îro hemam gûzergaha kesên ku bi birêbazên alternatîf yên tîp şîfayê digerin e.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Pevçûnên ku bi salan e li Şerîda Xezayê berdewam dike, zirara dide mîrata dîrokî ya li herêmê, hin bermahiyên dîrokî hê jî hebûna xwe diparêze. Hemama Es-Samara û Mizgefta el-Omer a ku tê texmînkirin bermayiya Perestgeha Dagonê ya ku Samsonê di Tewratê de behsa wî tê kirin weşandiye, mekanên dîrokî yên li Xezayê hatine restore kirin in.

'Ji 38 hemamên antîk tenê Es-Samara ma'

Lêkolînera dîrokê Nora Deeb destnîşan kir ku li Şerîda Xezayê piştî Mizgefta El-Omer di qada duyemîn a herî kevin ya arkeolojîk hemama Es-Samara heye. Nora Deeb wiha axivî: “Deriyê hemamê bi mermerên spî hatiye xemilandin. Hûnandina li ser deriyê hemamê ya aîdî pêvajoya Memlukan a beriya 865 salan e, sala wê ya çêkirinê destnîşan dike. Hemama Es-Samara piştî 38 hemamên antîk yekane hemama mayê ye. Her sal hejmarek zêde turîst serdana vê hemamê dikin. Hemama Es-Samara jî li taxa Zeytûnê ku yek ji taxên herî mezin û kevin ên Şerîda Xezayê cih digre. Dema banê hemamê ku tîrêjên rojê distîne ji camê hatiye çêkirin, zemîna vê jî ji mermere pêkte.” Nora Deeb a diyar kir li hemama Es-Samara qadeke bêhnvedanê ya "Eyvan" tê gotin jî heye, da zanîn ku di heman demê de hemam bi gelek qube û kemeran hatiye xemilandin û odayek ya hilmê jî heye.

'Gelek kes şîfa dibînin'

Nora Deeb balkişand ku hemam bûye gûzergaha lêgerîna şifayê ya kesên ku gelek nexweşiyên ku bijîjk nikarin çareyekê jê re bibînin e. Nora Deeb wiha axivî: "Hemam wekî rêbazên tîp ên alternatîf ên kevneşopî tên bikar anîn. Li hemamê germahî digihêje pileya 55 û kesên ku dikarin xwe li ber vê germê digrin li vir şîfayê digerin. Jinan ji bilî tedawiya daxwaza zarok anîne, qelewbûna zêde, beşa tund ya serî, hestî, stû, êşa pişt, misogerkirina gerana xwiyne û başkirina fonksiyona gurçik, kezeb û pankreasê baş bikin ev rêbazên dermankirinê bikartînin. Encamên vê rêbaza dermankirine jî serkeftî dibin.”