Li Silêmaniyê şanoyek li ser dîroka Kurdistanê hat lîstin

Li Silêmaniyê şanoya bi navê ‘Tîpên negihayî’ku behsa dîroka Kurdan dike, ji aliyê çend hunermendên şanoyê û hunermendên xwedî pêwîstiyên taybet ve hat lîstin.

Silêmanî- Îro li cihê komeleya Roj li bajarê Silêmaniyê şanoyek bi navê ‘Tîpên negihayî’ hat lîstin. Di vê şanoyê de çend lîstikvan û hunermendên xwedî pêwîstiyên taybet cihê xwe girtin.

Ev şano ji aliyê Darû Ezîz ve hat nivîsandin û derhêneriya wê  hunermend Asû kir. Şano behsa êş û karesatên ku hatine serê Kurd dike û balê dikşîne ser dîroka Kurdan.

‘Xewnên kesên xwedî pêwîstiyên taybet ji bo hunerê cuda ne’

Hunermend Beyan Zerafî ku di şanoyê de rola sereke dilîst wiha got: “Ev çend car in ez li gel vê komê dixebitim. Gelek kêfxweş im ku dikaribûme sûdê ji kesên xwedî pêwîstiyên taybet bigrim. Endamên vê şanoyê hemû kesên bi hêz in û dixwazin kêrhatiyên xwe derbixin holê. Vê yekê jî wisa kir ku li gel vê komê bixebitim.”

Wênekêş û şanoger Evîn Sabrî wiha got: “Ez gelek kêfxweş im ji bo ku beşdarî vê şanoyê bûme û li gel vê komê dixebitim. Şanoya me behsa dîrokê dike û bi awayekî rast neheqiyên ku li hemberî Kurdan tên kirin di vê şanoyê de hatine nîşandan.”