Li Kelarê bi beşdariya jinên Rojhilatê Kurdistanê pêşangehek hat vekirin

Li Kelarê pêşangeha karên destan hat vekirin, çend jinên xwedî kar ku tê de jinên Rojhilatê Kurdistanê hene, berhemên xwe yên weke cilên Kurdewar, aksesuar, xwarinên ji çanda Kurd û gelek berhemên din tê de hatin pêşandan.

ŞÎRÎN SALIH

Germiyan- Li parka giştî ya bajarokê Kelarê yê girêdayî Germiyanê, pêşangeha karên destan hat vekirin. Tê de çend jinên xelkê Rojhilatê Kurdistanê û jinên Germiyanê bi berhemên xwe yên weke cilên Kurdî, nexş, aksesuarên, xwarinên Kurdewarî û gelek berhemên din ku bi keda xwe amade kirin tê de hatin pêşandan.

Di pêşangehê de karên destan, cil û bergên Kurdî, nexşên destên jinan, aksasuar, berhemên xwemalî û xwarinên Kurdewarî û gelek berhemên din ên ku jinan bi destên xwe amade kirin hatin pêşandan.

Jinên Rojhilatê Kurdistanê bi berhemên karên destê xwe beşdar bûne û van pêşagehan ji bo xwe û nasandina berhemên xwe weke pêwîst dibînin. Ji bo ku bikaribin hêza xwe derbixin û pişta xwe bidin ked û westandina xwe.

‘Bi karê xwe çanda Kurdî bi cîhanê didim nasandin’

Nîştiman Fetahî ku ji bajarê Merîwanê bi aksasuarên xwe beşdarî pêşangehê bû diyar kir ku ev çend sal in karên dest dike ji bo pêşandana karê xwe ji bo jinên Başûrê Kurdistanê beşdarî festîfalan dibe û wiha got: “Jinên Rojhilat di çêkirina nexşan û karê dest de xwedî hêzek zêdene û karê wan cûda û taybetin. Min jî xest bi rêya karê xwe çanda Kurdî bi parêzim û piranî ew malzemeyên ku ez bikartînim hemû Kurdewarîne û herkesên ji netewên din dema karê min dibîne, dizanin karek taybet yê çanda Kurdiye. Ez herî zêde di berhemên xwe de hinaran bi kar tînim, ji ber tiştek zindî ye û bala mirovan dikşîne.”

‘Jin bi xebatê hezkirin û hêviyên xwe dibînin’

Şadiye Nadirî ku ji bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê bi kesrewan û gelek berhemên din ên bi destên xwe nexişandiye beşdarî pêşangehê bûye wiha got: “Li Rojhilatê Kurdistanê em komek in, hemû ji jinan pêk tê. Her pêşangeh û festîfalek dema tê lidarxistin em beşdar dibin. Tiştê ku ez çêdikim di demên berê de dihatin bikaranîn. Li Kurdistanê û bi taybetî li Germiyanê wisan bûye ku dibêjin nabe jin kar bikin û derbikevin derve. Divê baweriya jinan bi xwe hebe, xwe bispêrin hêza xwe, karê xwe bikin, ji ber ku jin dema kar bikin di nava kar de xwestek û hêviyên xwe yên cuda dibînin.”