Jin li Afganîstanê bêyî mêr wê nikaribin biçin ser kar

Talîban zext û qedexeyên xwe li ser jinê didomîne. Li Kandaharê nayê hiştin ku jinên di beşa tendûrîstî û perwerdê de dixebitin bêyî ku mêrê nêzî wan li gel hebe bixebitin.

Navenda Nûçeyan – Li Afganîstanê piştî ku Talîban di Tebaxa 2021’an de rêveberiya welat desteser kiribû, gelek qedexe li ser jinan hatin ferzkirin. Talîbanê ku herî dawî deriyên zanîngehan ji jinan re girt, ferman da ku xwendekarên jin ji bo ezmûnên ketina zanîngehê ya ku dê meha bê were kirin, neyên qebûlkirin. Niha, Talîbanê ragihand ku jinên di beşên tenduristî û perwerdehiyê de li Kandahar ku li başûrê Afganîstanê ye, dixebitin, xizmekî mêr li gel wan nebe divê neyên ser kar.

Li gel wan mêr nebe dê nikaribin biçin kar

Li Afganîstanê jin li qadên saziyên civaka sîvîl, çapemenî û hwd beyî ku mêr li gel wan hebe nikarin biçin kar. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, rêveberiya koma Talîbanê ya li Kandaharê ji rêveberiyên perwerde û tenduristiyê yên parêzgeha Bahmanê xwest ku pêşî li hatina jinên ku bêyî xizmekî mêr tên van dezgehan bigirin.

Ev duyemîn fermana qedexekirinê ye ku Talîban hefteya borî li dijî jinan derdixe. Çend roj berê Talîbanê ezmûna ketina zanîngehan li jinan qedexe kiribû û zanîngehên taybet yan jî yên fermî agahdar kiribû ku jin li zaningehên wan neyên qeydkirin.