Jinên Mexribê mîrateya xwe ya çandî diparêzin

Tevî hemû pêşketina di warê pîşesaziyê de, jinên Mexribê tevnên destan parastine bi tayên herî baş û rengên cuda yên taybet berhemên xwe çêdikin.

HANAN HARITE

Mexrib - Jinên Mexribê pîşeya çêkirina ferşan bi destan heta îro parastine. Ferşên ku bi rengên xwezayî û neqşên keleporî ku reseniya pîşeyê nîşan didin tên çêkirin, çanda Mexribê diparêzin. Keçên ciwan jî fêrî pîşeyê dibin ji bo mîrateya çandî ji windabûnê biparêzin. Jin bi xebata xwe hewl didin pîşeyê kevnar fêrî keçên ciwan bikin ji bo mîrateya xwe ya çandî vejînin û biparêzin û bigihîjînin nifşên pêşerojê. Di heman demê de afrîneriyên xwe jî lê zêde bikin. Li Mexribê gelek komele û koperatîf girîngî didin hunera zurabî.

Tevî hemû pêşketinên pîşeyî li cîhanê û herêmê li Mexribê karkerên jin bi karê xwe yê destan ferşên kelepûrî diparêzin.

Kooperatîfek ji bo çêkirina ferşan ava kir

Helîme Abhala ji gundê Sîdî Musa Mecdob e, kooparatîfek bi navê ‘Xewnan’ ava kiriye ji bo parastina mîrateya dapîrên xwe veguhezîne nifşên pêşerojê. Di wê der barê Helîme Abhala wiha got: “Ez dirûnkareke normal bûm lê xewnên min mezintir bûn û hêviya min her dem ew bû ku ez serxwebûna xwe ya aborî pêk bînim, ji ber ku dema ku keç zû ji xwendinê qut dibin nikarin tevlî perwerdeyên pîşeyî bibin.”

Helîme Abhala wiha got: “Di encamê de avakirina kooparatîfek ji bo min girîng bû, yek ji armancên min bû ku ez karê jinan di beşa zurabî de birêxistin bikim ji bo mîrateya ku me ji dapîrên xwe girtine biparêzim. Ji zarokatiya xwe ve têkiliya min bi zurabî re hebû, ez li rex dayika xwe rûdiniştim dema tayên hiriyê çêdikir û zurabî dikir ferş, wisa ez jê fêr bûm. Dema kooparatîf ava bû min hewl da zurabî bibe projeya min ji bo serxwebûna darayî ya jinan pêk were û zirar negihîje hawirdorê. Ji ber ku em tayên ku berê hatine bikaranîn careke din dibişkivînin û di çêkirina ferşên nû de bi kar tînin. Armanca me ew e ku em mîrateya xwe biparêzin û zirarê nedin xwezayê.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Helîme Abhala dibêje: “Madeya xam di çêkirina zurabiya de li Mexribê hirî ye lê neqişandin û rengên cuda taybetmendiya eşîran e. Her jin li gorî xwe teşe didin ferş. Zurabiya zanatiya parçeyek ji nasnameya jinên eşîra Zinatê ye. Jin bi xeyal û afrîneriyên xwe kar dikin, her jin bi fikrekê dest pê dike dîzayn, nexş û şeklên endezyarî çêdike, di dawiyê de zurabiyek ji mîrateya dapîran bi tiliyên xwe taybetmendiya herêm, çand û adetên xwe bi encam dibe.”

Bi hiriyê ferşan çêdikin

Pêvajoyên çêkirina zurbiya zanatiya wiha ye. Jinên di kooparatîfê de, hiriya ku xelkê avêtine kom dikin, tiştên nebaş ji nav hiriyê derdixin û baş dişûn, zuha dikin piştre şeh dikin.

Pêvajoya çêkirina tevn û ferşê bi awayekî komî çêdibe, karker hiriyê hêdî hêdî ji şehekî derbasî şeheke din dikin û gelek caran dubare dikin. Tayek ji hiriya şehkirî çêdibe û piştre dest bi çêkirina tevn dikin, wan tayan dirêj dikin û jin rûniştî pê radibin, alavê dixin hungulika xwe û bi destên rastê ji jor ve ta ji jêr ve li hev ba didin û bi destê çepê bi taya hiriyê digrin.

Kooparatîf nû çêbûye lê bi pisporiya karkerên ku tê de karên xwe gelekî bi pêş xistine gelek ji wan jinan bi salan e zurabiyan li malên xwe çêdikin.

Der barê girîngiya pîşesaziya zurabî û bandora wê ya erênî li ser rewşa jinan de; Helîme Abhala wiha didomîne: “Ev kar jêdera dahata wan jinan e û enerjiya xwe her wiha afrîneriya jî pê re der dikin.”

Ev huner jî wekî gelek tiştan li ber windabûnê ye

Nayîma Modin yek ji jinên koparatîfê ye der barê astengiyan de dibêje: “Gelek astengî di karê kooparatîfê de de derdikevin, bi taybetî ji ber ku bazar lawaz e û Zurabiya keleporî di bin gefên windabûnê de ye.”