Jinên Filistînê bi kerhatiyên xwe derfetê kar ava dikin

Jinên Filîstinê ku ji ber şert û mercên aborî û cihêkariyê derfetê kar nabînin, bi kêrhatiyên xwe ew berhemên ku di hiberînin hewil didin ji bo xwe derfetên kar ava bikin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Jinên Filistînê hewil didin li dijî şert û mercên aboriyê bi kêrhatiyên xwe derfetên kar ava bikin. Yek ji wan derfeta jî pêşangeha ku vekirine ye. Di şerîda Xezayê de ew berhemên ku bi dest hatine çêkirin di standa 90’an de pêşan didin û hewil didin bi vî awayî dahatekê bi dest bixin.

‘Ji hemû bajaran jin beşdarî pêşangehê bûn’

Kordînatora pêşangeha Filîstînê ya neynikan Heba Al-Hindi  diyar kir ku hewil didin bi alîkarî dayîna jinan berhemên jinan bixin bazarê û serkeftinek mezin e ku ji hemû bajaran jin bejdarî şerîda Xezayê bûne û da zanîn ku armanca wan ewe ku piştgirî bidin hewildan û afrêneriya jinên Filistînê.

‘Jin ji ber cihêkariyê ji jiyana kar dûr dikevin’

Yek ji jinên ku beşdarî pêşangehê bûye Hoda Abu Odeh  ya 42 salî ji dibîstana hunerê mevzun bûye destnîşan kir jinên kêrhatî ji ber cihêkariyê ji jiyana kar dûr dikevin û wiha got: “Her çendî ku derbarê xebitîna jinan de di destura bingehîn de mafê jinan heye, lê belê ji ber valetiya di zagonan de nêzîkatiyên biçûkxistina jinan û ji kar dûrxistina jinan serwer e.”

Hoda Abu Odeh  bi pirojeya xwe ye ‘Bihara Baladî’ ev 10 sal e bi parçeyên metalên ku komkirî şêwe dide û wiha got: “Gelek kes berhemên ku jinan afirandiye nagrin û bi çavek biçûk  nêzî jinan dibin. Li rûxmê cihêkariya civakî jî jin kêrhatîne û di hilberînin.”

‘Ji bo pêşxistina kêrhatiya hunera dest, destpêkek e’

Fatima Hashem a 38 salî û mamostaye êdî bi hunera dest ve mijul dibe û diyar kir ku fikrê destpêkirina hunere dest ne asan e û wiha got: “Dibêjin ji toza xebitin û bê xiretiya karkirinê baştir e. Ji ber vê jî ji bo çavkaniya dahatê ava bikim, min berê xwe da perwerdeyên weke nexşa Birezilya, li ser camê çêkirina wêneyan. Ji ber li Hammad nirx zêde ne di kirîn û firotinê de ez zoriyan dikêşim. Ez berhemên xwe yên hunera dest bi rêya medyaya dijital didim nîşan dan. Karê hunera dest ji bo jinan pêşxistina kêrhatiyên xwe destpêkek e.”

‘Xerca zanîngehê pêk tînim’

Xwendevana zanîngehê Batoul Abu Zour ku bi hunera dest hem weke hobî û hem jî ji bo xerciya zanîngehê pêk bîne çêdike û giringî daye temenên cûda û wiha got: “Ji bo ez berhemên xwe di nava dû roj û heftiyekê de amade dikim, ez qet zorî nakêşim. Di hunera dest de ew ked û hewildanên ku tê dayîn û li rûxmê demen dirêj jî pêve mijul dibin beramberî heqê dest nayê girtin û em hewil didin xerca xwe derbixin.”