Jinên afrîner di 'Festîvala Jinan a Buya' de li hev dicivin

Li Mexribê bi armanca bihêzkirina jinan di hunerê de, dê "9'emîn Festîvala Jinan a Buya" dê were lidarxistin.

 

Mexrib - 9'emîn "Festîvala Jinan a Buya" bi şîara "Afirîneriya sînornenas " bi armanca bihêzkirina jinan di qada hunerê de li bajarê El Hoceima yê Mexribê dê bê lidarxistin. Komeleya Muzîkê ya Team Viewer di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo 9'emîn Festîvala Jinan a Buya ya di navbera 23-26'ê Mijdarê de bê lidarxistin, dest bi amadekariyan kirine.

Di nava bernameyê de ji bo berjewendiya hunermendên jin û mêr mafê telîfê û mafên pêwendîdar atolyeyên perwerdeyê, pêkanîna kampanyayên hişyarîkirin, ji bo jinên li heremê pêkanîna rêzehewldanên civakî û rûmetkirina komek hunermendên ku bandor li huner û muzîkê li herêmê kirine cih digre.