Ji xweza û zarokan îlhamê digre

Marah Hattab a ku li Herêma Tebqayê bi hunera xêzkirina li ser keviran re eleqedar e, anî ziman ku herî zêde ji xweza û zarokan îlham girtiye.

RANEM EL AHMAD

Tebqa – Mara Xettab a 29 salî ku li herêma Tebqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hunera xêzkirina li ser keviran re eleqedar e, keviran rengîn dike û di heman demê de şêweyên herî kevn ên wênesaziyê yên ku mirov nas kiriye diparêze. Marah Hattab diyar kir ku ji xweza û zarokan îlham girtiye û diyar kir ku bi azweriyê gelek jêhatîbûn bi dest xistiye.

'Ez di zarokatiya xwe de bi vê hunerê re eleqedar bûm'

Marah Xettab diyar kir ku piştî ku çeteyên DAIŞ'ê Herêma Tebqayê dagir kir, bi salan hin keviran veşart û eleqeya wê ya xêzkirina li ser keviran bi vî rengî dest pê kir. Marah Hattab wiha got: "Kêsên li derdora min dizanin ku ji zarokatiya min ve evîndariya min a ji bo resimê hebû. Demeke dirêj min li ser dîwaran xêz dikir û li ser tûwalan jî xêz dikir. Min bi hûnera xêzkirina li ser keviran xwe bipêş xist, perwerdeya xwe temam kir, li dibistana mamostetiyê xwend û wênexêziyê xwend."

'Min bi dizî xêz dikir'

Mera Xettab bal kişand ser pêşangeha ku piştî rizgarkirina Herêma Tebqayê beriya 8 salan ji bo wê hate lidarxistin û wiha got: “Gelek kes pêşangehê eciband. Pêvajoyên ku DAIŞ Tebqayê dagir kiribû, min bi dizî wêne xêz dikir. DAIŞ bandor li ramana min nekir, lewra min xêzkirin li malê qedand û qet bêkar rûneniştim."

'Projeya Neteweya Demokratîk rê li ber min vekir'

Marah Hattab diyar kir ku piştî ku li Tebqayê li gorî Projeya Neteweya Demokratîk Rêveberiya Xweser hat avakirin, destek ji jinan re hat dayîn û gelek kesên jêhatî li vir hatin pêşwazîkirin û di vê çarçoveyê de gelek saziyên bi hunerê re bi taybet navenda çandê hatin vekirin. Marah Hattab wiha got; "Piştî vekirina navenda çandê min cesareta beşdarbûnê dît û rismên xwe nîşan da. Ez li ser keviran xêz dikim ku çîrokeke temam biafirînim."

'Ji bo serkeftinê ti astengî nîn in'

Marah Hattab bal kişand ser piştgiriya malbatê û got ku dayika wê mamosteya hunerê bû û ev jêhatîbûna wê ji hezkirina dayika xwe ya wênesaziyê girtiye û wiha got; “Min bi beşdariya kursên taybet ên wênesaziyê yên li Navenda Çanda Tebqayê xwe bipêş xist. Ez bi vê yekê têr nebûm, ji bo ez xwe bigihînim asta bilind, min jêhatîbûnên cuda bi dest xistin. Ji bo serkeftin, ked û xebatan tu astengî nîn in, heta ku mirov bizane bi israr be.”