Ji bo kesên berasteng pêşangehek hat vekirin

Bi wesîleya roja cîhanî ya ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet pêşnagehek bi navê “Hêz û destrengiya kesên xwedî pêwîstiyên taybet em kom dikin” hat vekirin û kesên berasteng berhemên xwe di pêşangehê de nîşan dan.

Silêmanî- Îro li hola galerî ya muzexaneya Emnesruk li bajarê Silêmanî, bi boneya roja cîhanî ya ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet pêşnagehek bi navê “Hêz û destrengiya kesên xwedî pêwîstiyên taybet em kom dikin” hat vekirin û kesên berasteng ên berheman çêkiribûn, di pêşangehê de karê destên xwe nîşan dan. Gelek kes bajarên din ên Kurdistanê serdana pêşangehê kirin.

‘Hikumet ji bo berastengan derfetên kar kar çênake’,

Şadan Mehemed ku bi xwe berasteng e di karê dirûtinê de mamoste ye, bi karê xwe yê dirûtinê beşdarî pêşangehê bû, gilî ji hikumeta herêmê kir ku li gorî pêwîst hevkariya kesên xwedî pêwîstiyên taybet nake û wiha got: “Ez bi xwe karmend im û karên din dikim lê belê mûçeya ku didin kesên berasteng têra pêwîstiyên wan nakin. Di dam û dezgehan de pirsgirêkên hatin û çûyînê ji bo me çêdibin û ji ber ku cihê taybet ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet çênakin, ew kes ji neçarî li malên xwe rûniştîne bi xwe karên xwe bikin lewre xwedî destrengiyek gelek ciwan in.”

‘Jinên xwedî pêwîstiyên taybet pêşeng in’

Endama Rêxistina Rojnaya Dil a ji bo xizmetgozariyê Sozîn Fayîq destnîşan kir ku jinên xwedî pêwîstiyên taybet îro li vê derê beşdarî pêşangehê bûne, jin zêdetir beşdar bûne ji ber hêza jinan zêdetir e. Hikumetê alîkariya baş ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet nekiriye, em hewl didin tiştek bikin da ku baweriya wan bi berhemdariya wan çêbibe.”

‘Hêza wan kesan ji kesên din zêdetir e’

Jina xwedî pêwîstiyên taybet Xensa Mecîd ji Helepçeyê hatiye bi gulên xwezayî beşdarî pêşangehê bûye wiha got: “Ez ji vê li kesên xwedî pêwîstiyên taybet pîroz dikim. Ji aliyê hikumetê ve tu xizmetek ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet nehatiye kirin. Ev pêşangeh bi hevkariya gelek rêxistinan hatiye vekirin. Ger alîkariya kesên xwedî pêwîstiyên taybet were kirin hêza wan a jiyanê gelek heye, hêza jinan zêdetir e û min jî weke jin hewl da gulên xwezayî bînim û bi bihayê kêmtir bifroşim.”