Hozan Mizgîn li Qamişlo hat bîranîn

Hozan Mizgîn li Navenda Çand û Hunerê ya Muhemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê hat bîranîn.

Qamişlo –Tev-Çand a Mezopotamyayê û Hîlala Zêrîn bi boneya salvegera bîranîna (Gurbet Aydin) bi nasnav Hozan Mizgîn li Navenda Çand û Hunerê ya Muhemed Şêxo ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê merasîmeke bîranînê lidarxist. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Hevseroka Tev-Çand a Mezopotamyayê Sumeya Muhemed axivî.

Sumeya Muhemed got: “Dema em Hozan Mizgîn bi bîr tînin, bi dilnizmî û fedekariya wê bandor dibin û pir hestyar dibin. Hîn bi temenkî ciwan tevlî vê xebatê bû û kedek mezin da. Em wekî jin  bi wê kesayeta wê ya şoreşgera fedaya gelê xwe bandor bûn. Em wekî jinên ku di demeke berê de di bin zilm û zorê de dijiyan, dema ku me dengê wê yê xweş û resen guhdar dikir bi mirovan re mirovperwerî pêşdiket. Bi taybet di milê siyasî, civakî û hunerî de xwe pêş xistibû û her dem têkoşîna wê dikir. Ev yek rihê berxwedanê li cem me şiyar dikir ku em jî bikevin nava lêgerîna maf ê azadiyê. Pêwîste em li pey şopa şehîdên xwe bin, ji ber ku Şehîd Mizgîn û hevalên xwe ji bo bi destxistina azadiya me canê xwe feda kirin û em jî wekî gelekî berxwedêr divê em xwedî li mîrasê wan derkevin. Em jî wekî tevgerkeke çand û hunerê, di vê dema hesas de, dê armanca me ne tenê xurtkirina di milê çand û hunerî de be, em ê hewl bidin ku ji hemû hêlan ve xwe pêş bixin. Bi vî rengî em ê bikaribin xwe biparêzin. Ji ber ku dijminê me bi giştî rêbazan êrîşî me dike û em jî gereke li gor vê yekê amade bin.”

Piştî axaftinê, sînfizyon li ser jiyana Hozan Mizgîn hat nîşandan.

Koma Hîlala Zêrîn, Botan û Cûdî bi stranên xwe beşdarî bîranînê bûn. Helbestvan Ednan Ibrahîm jî helbest xwend.

Merasîm bîranînê bi govendê komên Dîlanê bidawîbû.