Fîlma ku diyarî jinên Îranê hatibû kirin berbijêra Oscarê ye

Filma Îranê ya bi navê "The Red Suitcase” (Bavula Sor) ji bo Oscarê hate berbijartin. Filma ku bal dikşîne ser jiyana jinek ciwan, diyariya ji bo jinên Îranê hatibû kirin.

Navenda Nûçeyan – Kurte filma “The Red Suitcase” (Bavula Sor) a ku derhênertiya wê Cyrus  Neshvad kir berbijartina kurte film a Oskarê qezenç kir. Filma “The Red Suitcase” ku diyarî jinên Îranê hate kirin di 95’emîn Akademiya Xelatê de jî weke “Kurte filma herî baş ya aksiyon ê” bû berbijêr. Filma ku duho di listeya oscarê de cîhê xwe girt, wê têkeve nav pêşpirkên filmên kurte metrajê de. Tê zanîn ku Merasîma xelatê wê 12 Adara 2023’an were lidarxistin.

Kurte filma “The Red Suitcase”(Bavula Sor) di sala 2021’ an li firgeha Luksemburg şeş rojan de hatiye kişandin çêkirina wê Cynefilms girte ser xwe. Film baldikşîne  li ser jiyana jinek îranî ciwan ya 16 salî bi bavula xwe ya sor dema ku di cihê ewlekariyê re derbas dibe

‘Hevîdar im ku film hişyariyê ava bike’

Derhînerê filmê Cyrus Neshvad der barê berbijartina oscarê de dibêje:” fikrêmin bi aniha jinên ku li îranê jib o mafê xwe û azadiya xwe şer dikin re ye. Ez hevîdarim ku ev kurte filma min di asta cihanî de ji bo hişyarkirinê bibe alîkar.”