‘Dîwarên ku werin hilweşin' dê derkeve pêşberî temaşevanan

Belgefîlma ‘Dîwarên ku werin hilweşandin' berxwedan û jiyana Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Aysel Tugluk û Sîbel Yîgîtalp a li sirgûnê dijîn vedibêje dê di meha Hezîranê de derkeve pêşberî temaşevanan.

Navenda Nûçeyan - Belgefîlma "Dîwarên Hilweşin" ku pêvajoyên girtîgehê yên Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û Parlamentera berê ya HDP'ê Aysel Tugluk û bi vêgotinên Sîbel Yîgîtalp a li sirgûnê dijî pêkte, dê di Hezîranê de bi temaşevanan re bicive.

Pirtûk îlham dan

Belgefîlma ku derhêneriya wê Hebun Polat û Şerîf Çîçek û çêkiriya wê Adil Demirci û Onur Guler kir, ji pirtûkên ‘Dîwarên Hilweşin' ku ji helbestên Yuksekdag ên li girtîgehê nivîsand û "Rengê mor yê siyaseta kurd" a Kişanak îlham digre.

‘Taybetmendiyên wan ên hevpar kesayetiyên wan ya şoreşgerî ye’

Derhênera Belgefîlmê Hebûn Polat anî ziman ku taybetiyên hevpar ên jinan kesayeta wan a şoreşgerî ye û destnîşan kir ku Yuksekdag bi gelê Kurd re mil bi mil têkoşînê mezin kiriye û Kişanak jî li bajara ku girtîgeha 40 sal berê îşkence lê dît wek hevseroka şaredariyê hat hilbijartin.

'Hinek beş li Girtîgeha Kandirayê hatin kişandin'

Hebûn Polat wiha axivî: “Helbet me ji televîzyon, rojname û belgeyên ku ji înternetê digihîşt rewşa mirovên girtî fêm dikir, lê dema me fîlmê kişandin ji nêz ve dest pê fêmkirine kir. Em bi keça Kişanak Evîn Kişanak, hevsera Yuksekdag Sedat Yuksekdag û birayê Tûglûk ê mezin Alaattîn Tugluk re hevdîtin pêkanî. Belgefîlm li ser wan pêş ket. Hin beş li Girtîgeha Kandirayê hatin kişandin."

Jinên xwedî rolên pêşeng

Yek ji lîstikvana ku di belgefîlmê de rol girt Zehra Suyu jî diyar kir ku teklîfa belgefîlmê wê gelek kelecan kiriye û wiha got: “Min bi awayekî têkoşîn û berxwedana jinên rola pêşeng hildigrin, lêyistin û hîs kir."

'Me tirsa hikûmetê ya ji jinan carek din fêm kir'

Zehra Suyu anî ziman ku berdana Tûglûk a girtî di dawiya kişandina beşên belgefîlma de ji bo wê wateyeke cuda hildigre û wiha axivî: "Di kişandina belgefîlmek de jî min careke din fêm kir ku hikûmet ji jinan ditirse." Zehra Suyu ya diyar kir, di fîlmê de cih dane kêliya binçavkirina Kişanak jî û wiha got: "Ez gotina polîsên ku Gultan bi awayekî qelebalix binçav kirin, 'Em ê te bibin cihekî gelek sar' ji bîr nakim. Difikirin ku bi vî awayî wê bitirsînin, lê nizanin ku li hemberê vê îradeyek xurt heye, lê dê bizanî bin."

'Çêkirina muzîkên belgefîlmê kêfxweşiyek e’

Hunermendê MKM'ê Kemal Yildirim ê ku muzîkên belgefîlmê çêkir jî der barê belgefîlmê de wiha got: “Fîguran hem ji bo civakên Rojhilata Navîn hem jî ji bo Kurdistanê hin form diyar derxist holê. Dema ku em bi tevahî lê dinêrin, destpêke jin in, berxwedêr in, çavkaniya îlhamin û parçeyek têkoşîneke ku ev demeke dirêj e bandor li ser me hemûyan kiriye, ne tenê ji min re li ser hemû beşên civakê bandorêk cidî avakirin. Çêkirina muzîka belgefîlmeke  bivî awayî jî kêfxweşiyek cuda ye.”