Şanoya "Beyt Byot" çîrokên jinên ku ji tundiyê rizgar bûne vedibêje

Şanoya “Beyt Byot” a li ser çîroka jinên ku ji şîdeta nav malê rizgar bûne, ku li şeş deverên gundewarî li Lubnanê hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

Beyrûd - Di çarçoveya pirojeya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û Bernameya Piştgiriya Jinên ji Tundiyê Rizgar bûne, şanoya “Beyt Byot” a li ser çîroka jinên ku ji şîdeta nav malê rizgar bûne, ku li şeş deverên gundewarî li Lubnanê hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

"Tundî di civaka me de û li seranserê herêmên Lubnanê berbelav e"

Endama Desteya Rêveber û Berpirsa Ragihandinê di Komeleya Yekîtiya Jinên Pêşverû de û Kordînatora Bernameya Piştgiriya Jinên ji Şîdeta Zayendî Rizgar bûne Xinwa Xazî diyar kir ku Yekîtiya Jinên Pêşverû ku di salên heftêyî yên sedsala borî de hat damezrandin, daxwaza mafên jinan di astên curbicur de dike, wan bihêz dike, li dijî tundiya li ser wan têdikoşe xizmetguzariyên cihêreng pêşkêşî wan dike û wiha got: "Tundî di civaka me de û li seranserê herêmên Lubnanê û li ser hemû astên civakî û di nav hemû mezheban de berbelav e. Di destpêkê de me li ser malperên xwe yên medyaya dijîtal kampanyayên hişyariyê yên derbarê şîdeta li ser bingeha zayendî pêk anî, di nav de kampanyaya 16 rojan a li ser jinên ku ji rastî tundiyê hatine û yên ji şîdetê rizgar bûne hebû. Piştî van hemû gavan, me dît ku tiştê ku me kiriye ne bes e, ji ber vê yekê me şanoya înteraktîf ji bo bilindkirina hişmendiyê da destpêkirin."

"Şano li ser jin çawa dikarin vê çerxê bişkînin, jê derbikevin û xwe ava bikin e"

Derhênera şanoya "Beyt Byot" Lîna Ebyed wiha got: "Fikra femînîzmê ji bo min pir girîng e. Ez bi xwe di jiyana xwe de tu carî rastî şîdetê nehatime, lê ez bi çîroka qetilkirina Menal El-Asî ya ku ji aliyê hevjînê xwe ve bi beroşa zextê hat qetilkirin pir bandor bûm. Ji wê demê ve, min dest bi lêkolîna bûyerên şîdeta nav malê û asta belavbûna vê diyardeyê kiriye. Yekemîn şanoya min a li ser şîdeta nav malê bi navê "Ev Ne Fîlmek Misrî ye" bû, ku di sala 2014'an de hat pêşandan. Ez demeke dirêj bi jinên ku çîrok û êşên xwe digotin re rûniştim. Şano ne tenê li ser şîdetê ye, li ser jin çawa dikarin vê çerxê bişkînin, jê derbikevin û xwe ava bikin. Şano li ser jiyana du jinên ku rastî tundiyê hatine û yek ji wan kariye bibe parêzer e."