Malezya Çuko ya Şengalî di çandiniyê de ji bo jinan dibe mînak

Jinên ciwan ên Şengalê ji aliyekî ve bi keda xwe aboriya xwe ya serbixwe misoger dikin, li aliyê din jî bi jêhatiya xwe ji hemû jinan û civakê re dibin mînak.

EMÎRA ZOZAN

Şengal - Li Şengalê gel debara xwe bi çandiniya dexil dike. Malêzya Çuko jî di temenek  biçûk de xwe fêrî karê dexlê kiriye û pê re ew ajotina derasiyê jî fêr bûye. Di nava civaka Êzidî de ji ber ferasetên çewt jin hejmareke pir kêm maşîneyan bi kar tînin. Malêzya Çuko ya ku fêrî ajotinê bûye 6 sal her cure maşîneyan bikar tîne.

‘Bi vegerê re berhemên axa xwe girtin’

Malêzya Çuko bi van hevokan qala merheleyên fêrbuna xwe kir: “Piştî fermanê me berê xwe da kampên Başûrê Kurdistanê li wir ji ber bêderfetiyê ez nikaribûm dibistanê bixwînim.  Jiyana kampan ji bo me pir zor bû ji bo wê em di salên destpêkê de vegeriyan ser axa xwe. Çawa em hatin ser axa xwe me dest bi karê çandiniya dexil kir. Dema bavê min dihat ez jî her dem pê re dihatin û wî ez fêr dikirim. Ji ber mereqeke min a mezin ji ajovaniyê re hebû min ew baş guhdar dikir rexmê temenê biçûk ez di mehekê de fêr bûm.”

‘Ez dixwazim bibim mînaka cesaret û xwebawerî ye’

Malêzya Çuko bal kişand ser zextên li hemberî jinan û wiha got: “Karê ku ez dikim ne karekî pir mezin e. Lê ji ber di pergalê de ji jinan re her tişt şerm hatiye dîtin û karên wiha tenê karê mêr ê malê jî tenê yê jinan hatiye dîtin ji bo wê nava civaka me de jin bi azad fêrî ajotvanî û gelek karên din nabe. Her ku ez mezin bûm min dît ku ez dibim mînak û keç çav didin, min bêtir ji ajotvaniyê hez kir ez dixwazim bibim mînaka cesaret û xwebawerbûnê ji bo jinên ciwan ên civaka me jî wiha bibin.”

Malêzya Çuko ya ku ji 13 saliya xwe ve bi karê çandina dexil ve mijûl dibe wiha qala rewla çandiniyê kir: “ Li gor salên berê îsal baran bêtir bariya lê cardin li Şengalê herî zêde xeta başûr bi berhem bu bakûrê wê ewqas bi berhem nebû ji ber baranê li vir kêm bariya. Ji bo wê genim û cehên me bejna wan têr bilind nebûne. Dema pir bilind nebe wê demê mecbûr devê deraseyan em nizim dikin û dibe sedem kevir û ax deraseyan xera bike ji bo wê ev jî ji bo me hinek zehmet dibe.”

‘Sînorên bi têl yên Iraqê tenê karê gel asteng dike’

Malizyayê herwiha qala riya erdê xwe kir û got: “Wekî tê zanîn berî vê demekê hikumeta Iraqê têl kir navbera me û gundên Ereban bi hinceta zeftkirina sînor lê ev ji bo me zehmetiyek pir mezin dide çêkirin. Mînak ev erdê me riya wê ji malên em 5 deqe dur e lê ji ber em ji têlan nikarin biçin ser erd em xwe li gundên Ereban didin û ji wir tên ser erd ew jî dibe sedem ku em riya me pir dirêj bibe, em jî xerabûna riyan zerarê bide seyareyên me û warê aborî de jî em zehmetî bi vê boneyê dibînin.”

Malêzya Çuko di dawiya gotinên xwe de bang li jinên ciwan kir ku bi xwe bawer biçin ser karên xwe û her karekî ku bixwazin jê re astengî nas nekin.