Cejna Newrozê li gundê Sisir ê Rojhilatê Kurdistanê hat pîrozkirin

.

Tevî gefên rejîma Îranê yên li dijî pîrozkirina cejna Newrozê, xelkê gundê Sisir ê girêdayî bajarê Rebit û gundên derdorê bi merasîmeke girseyî şahiya cena Newrozê ya sala 2023’an li dar xistin û agir pêxistin. Di berdewamiya merasîmê de bi çalakiyên hunerî, şano, govendên Kurdî cejna Newrozê hat pîrozkirin