Mîhrîcana Yekitiya Jinên Ciwan a Sêyemîn bi lîstikan bi dawî bû

Sêyemîn Mîhrîcana Ş. Stêrvan bi lîstikên cur bi cur li lîstikgeha Babinês a Kantona Şehbayê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dawî bû.

Şehba- Yekitiya Jinên Ciwan a Efrîn û Şehbayê Mîhrîcana Ş. Stêrvan di roja duyemîn de bi dawî kir. Di duyemîn roja mîhrîcanê de bi dirûşma "Bi rengê jinên ciwan em ê şoreşa çandî geş bikin" û bi tevlibûna şêniyên navçeyê, sazî û dezgeh Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi dawî bû. Di  roja dawî de bi lîstikên fûtbol, voleybol, bîg bang, bezandin, mendîl û lîstika ben hatin lîstin. Armanca wan ji vê mîhrîcanê ew bû ku di civakê de jin rola xwe bilîzin û xwe bi riya van lîstikan, di qada werzîşê de di nava beşa ciwanan de xurtir bikin. Di lîstikgehê de tîma Kampa Serdem, Til qirah, Til Rifat cih girtin.
"Ruxmî polîtîkeyên li ser jinan şoreş didome" 
 Komîteya amadekar a Mîhrîcana Ş. Stêrvan Dunya Bekir axivî û wiha got: "Îro roja duyemîm a mîhrîcana Ş. Stêrvan e. Roja yekem hunerî û çandî bû, roja duyemîn wê bi maçên werzîşî bi dawî bibe. Ji bo têkbirina şerê taybet û yê bi armanca qirkirina çanda gelan, pêwîstiya civakê bi mîhrîcanên wisa heye. Ev gaveke pir mezin e ji bo jinên ciwan, ji bo wê parastina çand û hebûna xwe erkeke li ser milê hemu jinan e. Jin dikarin bi awayekî siporî jî rola xwe di civakê de bilîzin. Ruxmî êrîş û şerên ku diqewimin em vê mîhrîcanê pîroz dikin."
"Mîhrîcan bi coş û kêfxweşî bi dawî bû"
Endama Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê Şîraz Mistafa got: "Ev mîhrîcan bi coş û kêfxweşî derbas bû. Ev şerê taybet li ser jinên ciwan û tevahî jinan dê negihîje armanca xwe ji ber ku jin xwedî îrade û zanebûnê ne. Em ê li ser riya şehîdên xwe bimeşin ji ber ku ev riya rastiyê ye. Bi riya têkoşîna xwe em hebûna xwe weke Kurd û jinên ciwan diparêzin. Banga min ji hemû jinên ciwan re heye ku xwedî li çanda xwe derkevin."
Mîhrîcana Yekitiya Jinên Ciwan di roja xwe ya duyemîn de bi gerandina dîlanê bi dawî bû.