Jinên Silêmaniyê sibehan bi hevre werzîşê dikin

Jinên Silêmaniyê yên bi axaftin û gotinên pêkenok bûne hevalên hev yên werzîşa rêya dûr û dirêj, bi hev re ji 10 km zêdetir rê diçin, ev werzîş ji tendirustî û deruniyê re gelek bi sude.

TERZE TEHA
Silêmanî - Komek jinên Silêmaniyê dema dest bi gera xwe ya werzîşê dikin hîna dinya tariye û rewşa hewayê hinek sare. Gelek ji wan çaket li ber xwe dikin, çanteyên wan li pişta wane û  ava wan di destê wan deye. Hemû dû bi dû sê bi sê bi hev re tên û dibin hevalê hev yên rê. Rêyek dûr û dirêj li pêşiya wane li gel her yekê çîrokek heye û derdê xwe ji hevdû re dibêjin. Gelek ji wan di nava vê komê de destpêkê hevdû nas nedikirin û niha bûne hevalên hev yên rêya dûr bi axaftin û henegan vê rêya dûr kin dikin. Bi westanê re kêfa xwe jî tînin, li hin rawestgehan disekinin, li ber avê xwe hênik dikin, diriyan dixwin û wêneyên bîranînê di kêşin.
Koma werzîşê ya jinên Silêmanî berî salekê ji aliyê Nahîde Ehmed û Çîmen Osman ve hat avakirin ku bi xwe xwedîyê cihê werzîşê ne. Pêşî werzîş tenê li cihê wê yê werzîşê dihat kirin, lê belê bi xwesteka werzîşvanan ev kome hat damezrandin. Heftiyê ji 50 jinan zêdetir sibehan li hev kom dibin despêkê nêzî 10-12 km rê diçin, paşê jî werzîş dikin.
“Werzîş ji bo tendirustiya laş gelek başe”
Ji damezrênera koma werzîşê ya jinan Nahîde Ehmed diyar kir ku ew dixwazin hemû jin bejdarî koma wan bibin ji ber sûda werzîşê gelek heye û wiha got: “Ev werzîşe ji bo ew kesên ku êşa jinî û piştê heye gelek başe. Ji ber em di evraziyan de ne meşin, rêya me duze, otomobilek taybet li gel me heye, dema yek westa û nikararî rê biçe em pêre dibin alîkar.”
“Em gelek sudê vê meşa bi sohbet dibînin”
Nîştiman Ehmed a 59 salî ku nêzî heft mehane bejdarî koma werzîşê bûye di derbarê werzîşê de wiha dibêje: “Em hemû li vêderê weke malbetekê lê hatine. Destpêkê kes ji me hevdû nas nedikir, niha em hemû bûne hevalên hev yên rê. Ev rêye ji bo tendirustî û deruniya mirov gelek bi sude.”
“Em bi hev re diçin û hevdû şunde nahêlên”
Werzîşvanek din a heşt mehe tevlî komê bûyî Nesrîn Hesen jî bi bejdarbûna xwe ya komê gelek keyfxweşe wiha got: “Ez gelek keyfxweşim ku bejdarî vê komê bûme. Em hemû li vêderê weke hevalên hev lêhatine. Em bi hev re diçin û hevdû şunde nahêlên. Em li gora hêza xwe di meşîn.”