Lîstikvan Yang Tsian di Olîmpiyatên Tokyo de medalya zêr girt

Lîstikvana Çînê Yang Tsian di pêşbaziya tivinga zextan a jinan a bi mesafeya 10 metrî de bû yekem û madalya zêr bi dest xist.

Navenda Nûçeyan - Olîmpiyadên Havînê yên Tokyo sala 2020'an ji ber belavbûna vîrosa corona Komîteya Olîmpîk biryar da ku taloqî 23’ê Tirmeha 2021’an were kirin. 32 welat bejdarî vê olîmpiyatê dibe û her çar salan carekê tê li darxistin û wê heta 8’ê Tebaxê dom bike. Yê ku di be yekemîn madelya zêr digre. Lîstikvana Çînê Yang Tsian ya 21 salî di pêşbaziya tivinga zexta ya jinan de bi 251.8 puanan bû yekem û medalya zêr bi dest xist. 
Lîstikvana Rûsî Anastasia Galacina ya 24 salî bi 251.1 puanan bû duyem û xelata zîv girt. Her wiha xelata bironz a sêyemtî jî lîstikvana Siwêsirî Nina Christine ya 27 salî bi 130.1 puaan bi dest xist.