Jinên ciwan yên Xûrmal û Derbendîxanê amadekariyên turnuvayê dikin

Tîmên futbolê yên jinên ciwan ên Xûrmal û Derbendîxanê li navenda ciwanan a bajaroka Derbendîxanê çun beranberî hev tîma Xurmal bi sê beranberî du biserket.

HEWAR MEHEMED
Derbendîxan -  Li navenda ciwanan a bajaroka Derbendîxan du tîmên fotbolê yên jinên ciwan hatin beramberî hev û Futbol di navbera tîmên jinên ciwan ên Xûrmal û Derbendîxanê de hat leyîstin. Di encamê de tima Xûrmal bi 3 gol û tîma Derbendîxanê jî bi 2 golan bi dawî bû. 2 golên Tîma Xûrmal ji aliyê leyîstokvan Hataw Mehmud ve û gola sêyem jî ji aliyê Dalya Mehemed ve hat avêtin. Gola yekem ya tima Derbendîxanji aliyê Sara Omer  û ya dûyem jî ji aliyê Hana Hesen ve hat avêtin. 
“Em xwe ji turnovayên Kurdistanê re amade dikin”
Kaptana berê ya Tîma jinên ciwan ya Derbendîxanê Sara Hîwa ku niha leyîstokvana Qeladizê ye di derbarê leyîstina futbolê de wiha got: “Me leyîstokek futbola dostane di navbera tîma Xûrmal û Tîma Derbendîxanê de li darxist û armanca me ya li darxistina vê futbolê ewe ku em amadekariyên xwe ji bo tornovayên Kurdistanê dikin. Di vê leyîstokê de tima Xûrmal bi serket. Heta cihekê leyistok qasî ku kêmanî hebû ji baş derbaz bû. Emê hewil bidin dema bû demê turnuvayên Kurdistanê kêmaniyên xwe derbaz bikin.”
Hetaw Mehmûd leyistokvana tima Xûrmal ku dû gol kir jî wiha behsa leyistina futbolê kir: “Leyîstoka me bi serketî derbaz bû. futbola me gelek bi keyfxweşî derbaz bû. Ev leyîstoka dostane armanca wê xwe amadekirina turnovayên fotbola Kurdistanê ye.”